27'ê mijdara 1992'an, PKK gerdûnî dibe
Êdî hemû bandor nîşan
didin ku PKK di nava sînorên neteweyî de bi rizgariya neteweyî, bi civakeke
demokratîk nikare xwe ji nava vî karî derxîne. Di çarçoveya vê rolê de gav bi
gav herêmî û gerdûnî dibe. Ji ber vê yekê, naveroka wê ya sosyalîzmê lê ferz dike
ku xwe bigihîne sosyalîzmeke pêkan û asta neteweyî û navneteweyî. Li gel mafê kes,
mafê kolektîf ê civakê jî di nava vê mijarê de bi xurtî tê nirxandin. Yan wê bi
vî rengî bi pêş bikeve û bi ser bikeve, yan jî wê bi vî rengî nenirxîne û ber
bi têkçûnê ve biçe.
Lewma dema em rastiya PKK'ê binirxînin, nabe ku em şerê rizgariya neteweyî û şerê taybet ê li ser vê bingehê binirxînin. Ji bo mirov nekevin nava vê kêmasiyê, girîng e li naveroka rêbertiya PKK'ê binêrin.
27'ê Mijdara 1993'an, nêzîkatiya rast a li gel û artêşbûna gel
Birêxistinkirina gel
mîna birêxistinkirina artêşeke ji milyonan e. Dibe ku ne artêşa gerîla ye, lê
dîsa jî tê wê wateyê ku artêşeke serketî ya xwedî wezîfeyên mezin tê afirandin.
Jixwe eger artêşbûna gel nebe, li her gund û bajarî malbat di nava vî şerî de
cih negirin, tenê bi gerîla û hewldanên pêşeng ên partiyê em nikarin di vî şerî
de bi ser bikevin. Gelê me ji vî şerî, ji xeta siyasî ya vî şerî û pêşengiya wê
bawer kiriye û biryara xwe daye. Dibêje, 'ez heme' û yekemcar li ser bingeha
berjewendiyên xwe bi hêza xwe derdikeve ser dikê. Dijmin jî herî zêde vê salê
bi komkujiyên eşkere, bi kuştinên kiryar nediyar ên bê hejmar, bi girtina bi
hezaran kesî, êşkence û ji holêrakirina gund û bajaran dixwaze pêşî li
artêşbûna gel, pêşî li şerê gel bigire. Eger gelek di vê astê de tevlî
pêşengiya partiyekê bibe, bi milyonan kes bê teredût berê xwe bide şer û her
şêweyên êşkenceyê bide ber çavên xwe, eger xiyaneteke navxweyî nebe,
astengiyeke navxweyî nebe, ev gel jixwe bi ser ketiye. Cîhan jî li ser serî
bibe yek, li tevahiya ezmanan bombe jî bibare, ev gel wê dîsa jî bi ser bikeve.
Wê wextê, nêzîkatiyên 'em rast nêzî gel nebûn, me derfetên gel belasebep bi kar anîn, me dilsoziya gel bi nebaşî bi kar anîn' ku di dîroka me de carna hatin dîtin, sûcên giran e û tê wateya zindîkirina dîroka lenetkirî. Mafê me nîne ku bi ti hincetê helwesteke wiha nîşan bidin. Ji bilêvkirina gotineke ne di cih de heta bikaranîna bi rengekî neyînî ya derfetan, sûcên bingehîn e ku efû jê re nabe. Her tişt ji bo gel e, her tişt ji bo serketin û rizgarkirina vî gelî hatiye têkbirin e.
27'ê Mijdara 1994'an,
afirandina kesayetê serketinê
Di nava gotinên gel de,
di nava demokrasiya gel de cihê yên ne li gorî sosyalîzmê ne jî heye, lê belê
sosyalîzm pêşengiya kedkarî û îradebûyîna zanistî ye. PKK jî ev e. Divê em ti
carî ji bîr nekin, hêza pêşeng bi temamî sosyalîst e. Bêguman PKK tevgereke gel
a demokratîk e, lê pêşengiya wê sosyalîzm e. Rêbertiyê ji Eniyeke berfireh a
Rizgariya Neteweyî re dike. Di nav de gelek çîn hene, rêbertiya wan jî hene, lê
belê ji ber ku pêşengiya xwe sosyalîzm e, zane ku wan bi rê ve bibe. Rêbertiya
eniyê nabe ku bûyîna rêbertiya eniya demokratîk û Eniya Rizgariya Neteweyî ji
nedîtî ve bê. Lewma rêbertî tevgereke taktîkî ye.
Rêbertiya taktîkê nebe
bêguman di şer de serketin nabe. Nîşaneya wê ya berbiçav jî xwegihandina
kesayetiya serketinê ye. Sazîbûna rêxistinê li ser vê bingehê, li ser bingeha
serketinê pêk tê. Ev yek jî gav bi gav rê li ber serketinê vedike. Nabe ku
bêgotin, 'min şer kir jî, lê têk çûm'. Ev yek rêbertiyeke taktîkê ya têkçûyî
ye. Gotina 'min şer kir, lê hatim pûçkirin' tê wê wateyê ku te xwe negihandiye
taybetmendiyên vê hunerê.
Eşkere ye ku
xwegihandina kesayetiya serketinê wezîfeya bingehîn a kadro ye. Piştî ewqas
hunera Rêbertiya PKK'ê, bawerim êdî nepêkane ku ev neyê dîtin û bi cih neyê
anîn.
Rêber Apo

0 Yorumlar