Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: SERBEST HARUNÎ

Mejiyê dewleta Tirk û pratîk-polîtîqayên ku ew dide meşandin nasnameyekê çawa dide avakirin û li ser gelan bandorekî çawa ava dike? Bi êrişên xwe dixwaze mîsoger bike. Lê zarokê welatê kesk û sor û zer bi egîdbûn û lehengtiya xwe hemû dema serî rakir û bû metirsiyek di nav dilê dijmin de. Belê pir Egîd û Zîlanan li beranberî vê neheqiyê serî rakir û heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser her lûtkeyê ala berxwedaniyê berzkir û bûn dîrok, bûne çîrok û bûne helbestek li ser zimanê dayîkan. Belê emê vê carê behsa çîrokek ku ser zimanê dayîkan nayê xwarê, helbesta rêheval xelîl bikin.

Xelîl Guler bi nasnav Serbest Harunî.  Xelîl Guler li Harina gunde Şewê di nav malbatek welatparêz de çavê xwe li cihanê vedike. Di 77’an de malbata wî derbazî Cizîrê dibe û rêheval Serbest jî  li wir dest bi dibistanê dike hata navîn dixwîne. Heval Xelîl li ser fikrê welatparêziyê tê mezinkirin. Ji ber fîkrê xwe yê welatparêziyê pir caran tê girtin û bi gefên dijmin re rû bi rû dibîne. Di serhildana Cizîrê de birîndar dibe. Lê ti carî rê heval serbest li beranberî dijmin serî natewîne. Di her çalakî û karan de cih digire û wek fermandarekê  pêşengî ji bo ciwanan dike.  92’an carek din ji hêla cerdewanan ve tê girtin û dibin radestî hizbulah dikin. Ruxmê ku temenê wî biçûke jî bi êşkenceyek mezin re rû bi rû dimîne. Dijminê xwînxwar rê heval Serbest bê cil dikin, dest û lingê wî zincîr dikin û davêjin zindanê. Belê dest û lêngên rê haval Serbest zincîr dikin, lê nikarin îrade û fîkrê wî zincîr bikin. Bi cesaretek mezin li beranberî wan disekine. Pêştî 40 rojan ku rê heval Serbest di bin êşkenceyê de dimîne, bi cesaretek mezin zincîra dest û lêngê xwe dişkîne û direve.

Zincîra koletî hatibû şikandin û îradaya zarokên axa bindest serketîbû. Di hembêza dayîka xweza de bi azadî dibeziya. Heval Serbest  xwe digihîne hevalan piştre jî diçe gel malbatê. Girêdana wî ji bo Rêber Apo bê hempa ye. Hemû deman wineyek yê Rêber Apo di kûrka xwede radeke. Ji bo xwe wek quwet û cesaret dibîne. Ew wêne ji bo wî dibe hêza serkeftinê.

Rê heval serbes bi vîn û cesareta xwe ve dibe mînak ji bo heval û hogirên xwe. Her tim wiha dibêje ‘divê ti carê em dest ji doza xwe bernedin. Dibe piropagandaciyek baş û her tim genca rêxistin dike ji bo doza welatê xwe.

Bele ev gavên ku ji bo welatê bindest davît, tira têkoşîna wî nedikir. Dizanibû ku divê ev doza xwe bilintir bike û heyfa wan şopên zincîrên ku li dest û bendê xwe de hilîne. Biryar dide ku tevlî refên gerîla bibe. Ev biryardariya xwe ji bo malbatê dibêje,  xwatirê xwe dixwaze û di sala 1993’an de berê xwe dide çiyayên azad. Belê Serbest êdî gêrîlayek bû. Ala kesk û sor û zer li her lûtkeyên çiyayên walatê xwe dihejand.

Serbes di got; ‘heta ew êşkenca ku li ser malbat û gel bê bîra min, ezê  kîna xwe ya li beranberî dijmin mezintir bikim û wê têkoşîna min bê dawî be.’ Di demek kin de pir qadan digere, xwe pêş dixe û dibe fermandarek mînak. Di çavê dijminê xwe de dibe kelemek. Di 17.11.2011’an li Cûdî şer giran dibe, dijmin bi neyartiyek mezin êrişên xwe pêk dine. Rê heval Serbest û 14 hevalê xwe di wê operasyonê de  tevlî karwanên nemiran dibin.  Belê wek rê heval Serbest jî gotî, têkoşîna wî bê dawî ye, bi sedan Serbest rabûn îro jî ji bo walatê xwe li çiyayên azad destanên dîrokî neqiş dikin.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar