Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê destnîşan kirin ku bi damezrandina PKK’ê re jinê xwe nas kiriye û PKK ji bo jinan xeta sor e. Her wiha banga parastina destkeftiyên 44 salan kirin.
Armanc
Herekol
Jinên
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 44. salvegera
damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji rojnama me re axivîn û anîn
ziman ku PKK ji bo jinê bûye hêvî, nefes û armanca jiyanê.
‘Şoreşa
Rêber Apo bû hêviya jiyanê’
Jina bi
navê Nesrîn Çetîn di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku beriya PKK’ê rewşa gelê
Kurd pir xirab bû û got: “Mirov dibîne ku beriya PKK’ê Kurd di rewşeki pir ketî
de bû. Di dema Împaratoriya Osmaniyan û heta dawiya wê jî, Kurdan hertim li
hember sîstema desthilatdar berxwedan daye meşandin. Lê belê bi destpêkirina
şerê cîhanê yê yekem û vir ve, rewşa civaka Kurd di nava xeteriyek pir mezin de
bû. Di wan deman de 28 serhildanên Kurdan çêbûn, lê ji ber neyekgirtina eşîran
û berjewendiyên eşîrtî, hemû ji aliyê dijminên Kurdan ve hatin têkbirin. Bi vê
re civaka Kurd kete rewşek wisa de ku êdî Kurd ber bi tûnebûynê ve biçe. Di
pêvajoya salên 1960-1980’an de Kurdan êdî ziman, çand, nasname û hebûna xwe windadikirin.
Di nava pêvajoyek wisa de şoreşa Rêber Apo derket û ev şoreş bû hêviyek a jiyanê
ji bo gelê Kurd.”
‘PKK
xeta sor a jinê ye’
Herî dawî
Nesrîn Çetîn diyarkir ku PKK xeta sor a jinê ye û wiha dirêjî da axaftinên xwe:
“Beriya PKK’ê jin di tarîtiyekî de bû. Bi damezrandina PKK’ê re êdî jinê xwe
nas kir û bi saya fikrên Rêber Apo xwe pêşxist û niha bûye pêşengê şoreşê. Ji
ber vê yekê ye ku îro jin dibêjin, Rêber Apo vîna me ye. PKK ne tenê ji bo
jinên Kurd, ji bo tevahî jinên bindest bû hêviyek a jiyanê. PKK xeta sor û xeta
azadiya jinê ye. Bi vê yekê ez bang li tevahî jinan dikim, bi fikir û felsefa
Rêber Apo bibin xelekek ji agir û têkoşîna xwe xûrt bikin.”
‘Azadiya
jinê di PKK’ê de tê dîtin’
Her wiha
Çîmen Bûlût jî li ser heman mijarê axivî û di serî de 27’ê Mijdarê li tevahî
jinan pîrozkir û wiha axivî: “Di destpêkê de şoreşa herî bi bandor, şoreşa
neolotîk ango demê ku rêveberî di destê jinê de bû. Heta roja îro jî, ev şoreş
di destê jinê de bûye bingehek a têkoşînê. Lê piştre ev ked, çand û hunera jinê
ji aliyê desthilatdariya mêr-dewlet ve ji jinê hatiye standin û jin kete di
nava tarîtiyekî de. PKK bi derketina xwe re bû ronahiyek ji azadiya jinê re.
Jin bi saya PKK’ê kete ferqa hêza xwe û azadiya jinê di PKK’ê de hat dîtin.”
‘Divê
jin destkeftiyên xwe biparêzin’
Herî dawî
Çîmen Bûlût bibîrxist ku bi saya fikrên Rêber Apo, jin bûye pêşengê şoreşê û wiha
axaftinên xwe berdewam kir: “Jin êdî bûye pêşeng û ketiye ferqa hêza xwe, ev jî
bi saya Rêber Apo çêbûye. Bi damezrandina PKK’ê re têkoşînek bê hempa hat
dayîn. Di 27’ê Mijdarê de rêxistinbûna jin hate çêkirin. Jin bi hêza xwe tevlî
şoreşa PKK’ê bûne û di roja me ya îro de jî, êdî jin bûye xwedî fikir û felsefe.
Jin ji bo jiyanek azad, canê xwe feda dikin û li hember çekên kîmyewî têkoşînek
bê hempa didin meşandin. Ji bo vê jî divê jin van destkeftiyên xwe biparêzin û
hertim ji bo azadiya xwe li qadan bin, xwe rêxistin bikin û perwerde bikin.
Destkeftiyên 44 salan biparêzin.”

0 Yorumlar