Avakerê civaka Neolotîkê jin e. Serdemekî ku çand cûr bi cûr û dewlemend dibe, berhem mezin dibe pênase dike. Bi dewlemendiya çand û hûnera ku bi destê jinê hatiye avakirin, jiyan hîn bi wate dibe, weke çemên Dîcle û Firatê bi coş dibe û diherike. Ristê zilam pişt siha jinê ye. Çalakbûn, afirênerî, avakerî û yekbûna jinê cihekî girîng digre. Bi sekna xwe ya xwezayî û afirêneriyê derdikeve pêş. Jin vê hêza xwe ji bo bûyîna erk ango cûdahiya ji xwe re binase naşixulîne. Berovajî di kedîkirina ajelan de, di avakirina malan de, di dexl çandin û çinînê de, zarok anîn û mezinkirinê de, jiyana komînal di hilgirtina dînamîkên civakê de, bi watedayîna jiyanê li hemberî xwezayê birêzbûnê de, xweza û civakê di nav hevsengî girtinê de dişxulîne. Di warê giştî de rista jinê ya civakî girîng e. Ger jin van afirandinan pêk ne anîba, dibe ku civakên mirov weke homo habîlîs, homo erectus, ne andartel û hwd tûne bûya. Lê mirovahiyê bi xwezayê re kiriye yek û bi vî awayî ji dewlemendiyên xwezayê sûd wergirtinê û bêmiriniyê biser xistiye. Bingeha rast a lêgerînên bê miriniyê ev e. Gelek cûre û nebatên ku di xwezayê de jiyan dikir, bi demê re tûne bûn. Mirov ji vê rastiyê derketin rê û lêgerînên bêmiriniyê bi wan re destpê kir. Zayîna ku jin pêk tîne, xwedîkirina zarokên ku tîne dinê û bi avakirina qadên jiyanê, pêkanîna berdewamiyê ya rastî encam girtina lêgerînên bêmiriniyê ye. Yek ji sedemên bingehîn ê zarok anînê jî lêgerînê bêmiriniyê û ew hêsta cûreyê xwe birina pêşerojê ye. Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê yek ji sedemên bingehîn ê zarok anînê, bi hezaran salan di bin dagirkeriyê de jiyankirin e. Ger bala xwe bidinê li cihên ku derûniya şer lê kêm e, hejmara zarok anînê jî kêm e. Mirovan bi saya jinê bêmirinî di rastiya civakî de pêkanîne. Lê di pêşketina şaristaniyê û serdemê ku zilam hewil dide bibe desthilatdar de, Gilgameş bêmiriniya takekesî geriyaye, lê binketî ye. Zarok anîn û mezinkirin bêmiriniya rastiya civakê ye. Kesên ku bêmiriniyê takekesî kirine û lê geriyane, winda kirine. Lêgerînên ku ji rastiya civakê qut bi awayekî ez ezîtî hatine meşandin, hêdî hêdî mirovahiyê jî ber bi tûnebûnê ve rû bi rû dibin. Yê ku li pêy bêmiriniya takekesî dibeze, zilamê xwedî feraseta desthilatdar e. Mirovahiya ku bi pêşengtiya jinê jiyanê û dewlemendiya çandî girtiye, ji ber lêgerînên takekesî yê zilam bi tûnebûnê re rû bi rû tê. Ji ber ku pergal xwedî ferasetek desthilatdar e, berdewamiya neslê xwe di neslê takekesî de û bûyîna xwedî zarokê xort de digere. Her zilam ji bo pêkanîna berdewamiya xwe dixwaze bibe xwedî zarokê xort, çiqas zarokê xort hebe ev tê wateya hîn bêhtir berdewamî û teqezkirina neslê xwe.
Divê bandorên ku
merheleya şaristaniyê li ser ferasetan ava kiriye were dîtin û bidestgirtin.
Tenê bi hejmarekê zêde zarok anînê re nikare were pênasekirin. Çima derbasbûna
şaristaniyê pêk hat, çima bajar hatin avakirin û jinê winda kir? Ger em vana bi
tendûrist tehlîl nekin, em nikarin pêşeroja xwe jî bi tendûrist ava bikin û wê
demê emê dûbarebûnê jiyan bikin.
Dema em mîtolojiyê
rast dixwînin sedemên windakirina jinê jî derdikeve holê. Em nikarin mîtolojiyê
weke çîrokên fîşal bigrin
dest. Mîtolojî, bi rêya xweda û xwedawendan, bi îlahîkirinê rêbazê vegotina
rastiya ku civak dijî ye. Ger em bi awayekî sosyolojîk li mîtolojiyê meyze
bikin û bi rastiya civakê re li hev bînin, rastiya civakê ya ku di wê demê de
hatiye jiyîn jî wê derbikeve holê. Di destana Gilgameş de, di kesayeta Enkîdû
de hewildana niqandina çandekî û bi rêya xiyanetê hewildana tinekirina
qebîleyên çiyayî ‘qebîleya Kurd’ em dibînin.
Mizgîn Zêrîn

0 Yorumlar