Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Yên ku komplo pêkanîn niha jî tecrîdê giran dikin’

Şêniyên Waragehê Penaberan a Mexmûrê balkişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalana û wiha gotin: “Deweltên navnetewî çavê xwe ji zilma tê kirin re digrin, pêwîste gelê Kurd bixwe têkoşîn bike û li benda kesê nemîne. Em tecrîda li ser Rêbertiya xwe napejirînin û heta dawiyê emê li dijî vê tecrîdê têbikoşin.”

Jiyan Pîran

Ev 20 heyvin ti agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ne hatiye girtin, dewleta Dagirker a Tirk her roj bi hinceta cezayê disiplînê tecrîda li Îmralî girantir û tûndtir dike. Têkildarî vê mijarê Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji rojaname ya me re axivîn û banga xwedî derketinê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li gele Kurd kirin.

‘Dem dema serhildanê ye’

Feyrûz Nerexî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku pêwîste gelê Kurd li dijî tecrîda girankirî dakevin qandan û wiha got: “Ev 23’ê salin Serokê me di bin zilma deweta Tirk de ye, pêwîste gelê Kurd rabe ser xwe û Serokatî ji bin zilmê rizgar bike. Di vê pêvajoyê de tişta ji destê gelê Kurd tê divê bike. Ev ne demê rûniştin û xwe bê deng kirinê ye, dem demê serhildanê ye. Rêberê me di zindanê de ye, şerê hebûn û nebûnêyê ye, dewletên navnetewî çavê xwe ji vê zilma tê kirin re digrin, pêwîste gelê Kurd bi xwe têkoşîn bike li benda kesê nemîne. Em wek gelê Kurd tên qirkirin, îro çawan zarokên me li serê çiyan li berxwe didin, divê em jî wek gel wisa li berxwe bidin.”

‘Sedemê vê tecrîdê rewşa siysî û şerê niha li Rojhilata Navîn tê kirin e’

Hazim Kar jî di axaftina xwe de komloya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan hatî pêkanî bi bîrxist û wiha pêde çû: “Gelê Kurd hemû dizanin bi komployek navnetewî beriya 23’ê salan Rêber Apo hat dîlgirtin. Ji wê rojê û şûnde her roj bi şêwazekê tecrîd û îzolasyon li ser Rêberê me didin pêkanîn. Nahêlin Rêbertî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêkbîn, ev du salin hemû têkiliyên Rêbertî ji derve re dane qûtkirin. Sedemê vê tecrîdê jî rewşa siysî û şerê niha li Rojhilata Navîn tê kirin e. Dewletên ku komplo pêkanîn, niha jî tecrîdê girantir dikin. Em tecrîdê li ser Rêbertiya xwe napejirînin û heta dawiyê emê li dijî vê tecrîdê têkoşîn bikin. Ev 40 salin em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xebat dikin û têkoşîna xwe didin berdewam kirin. Emê li ser fikir û Felsefa Rêber Apo bigihijin azadiya xwe û emê bi Rêberê xwe re azad jiyan bikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar