Hunermend Dogan Dogan têkildarî rolê hunermendan ya dijê êrişên ser gelê Kurd de got: “Xwişk û birayên me li dijî êrişên dewleta Tirk li berxwedidin. Hunermend di vê pêvajoyê de rolê xwe pir kêm dileyîzin û bang li wan dikim, werin em bi hev re xwedî li destkeftiyên Kurdistana xwe derbikevin.”
Hunermend Dogan Dogan ji rojnama me re qala rolê hunermendan yê dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kurdistanê kir. Dogan da diyarkirin ku hunermendî xwedî li civak, welat û doza gelê xwe derketin e.
‘Mala Barzanî rûreşe’
Hunermend Dogan di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku xwezî Kurd hemû yekbûna û got: “Dijmin dijmintiya xwe dike, lê PDK û mala Barzanî li pey çine? Lê bawerbikin mala Barzanî wê demek nêz de têkbiçe. Rojane xwişk û birayên min, di bin wan tang û topan de li berxwe didin û şer dikin. Ez van êrişên li ser Kurdistanê bi tûndî şermezar dikim û kesên ku alîkariya wan dikin wek mala Barzanî jî rûreş dikim.”
‘Divê em bibin layiqê gelê xwe’
Hunermend Dogan di dewama axaftinên xwe de bilêvkir ku wan wek hunermend pir xeletîkirine û ev tişt gotin: “Ez pir fikirîm û min zanî ku em wek hunermend, di vê pêvajoyê de rolê xwe pir kêm dileyîzin. Ji ber wê jî ez rexnedayîna xwe didim, divê em hîn pitir rol bigirin ser milê xwe û xebatên xwe zêdetir bikin. Eger ku em dibêjin, hunermend eynika gele, divê em layîqê wî gelî bin û paqij bin. Divê em wek hunermend rast bin û rastiya civaka xwe îfade bikin. Pêwistiya hunermendan bi rastbûn, yekgirtin û bi xebatek xûrt heye. Lê mixabin em dema temaşe dikin, em dibînin ku ev yek kême. Ji bo wê divê em bi ruhê şerê gelê şoreşgerî kar bikin û bibin layîqê civaka xwe. Bi stran, wêne an jî bi axaftinek biçûk be jî em dikarin bibin parçeyek ji şerê gelê şoreşgerî.”
‘Divê em bibin dengê gel’
Dogan di berdewamiya axaftinên xwe de kesên ku li dijî êrişên li ser gelê Kurd bêdeng dimînin bi tûndî şermezar kir û wiha axaftinên xwe dawî kir: “Divê em hunermend, rastiya civakê bînin ser ziman. Divê em hunermend hîn zêdetir deng derbixin. Şerê gelê şoreşgerî vê yekê ji me dixwaze. Em wek hunermend divê xebatên xwe hîn zêdetir bikin. Gelek caran mala Barzanî ji min xwestin û gotin were em bernameyekî bi hev re çêbikin, lê ez neçûm. Ji ber ku em dibînin ka niha mala Barzanî çi dikin. Ez bang li tevahî gelê Kurd, hunermend û kesên xwedî wijdan dikim, werin em bi hev re xwedî li destkeftiyên Kurdistanê derbikevin. Her wiha bang li tevahî hunermendan dikim, karê me ne tenê stran gotine. Divê em bibin dengê gelê xwe. Dem dema şerê gelê şoreşgerî ye û demildest em li cewhera xwe vegerin.”

0 Yorumlar