Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Karê sereke xwe pêşxistine‘


Xwendevanên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê qala armanca xwe ya xwendina peymangehê kirin û gotin: “Em li ser sîstema KCK’ê ya ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo ya azad, wekhev û demokrasiyê hatiye avakirin, xwe perwerde dikin.“

Jiyan Pîran


Tevî derfetên kêm jî Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ji bo perwerdekirina ciwan û xwendevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xebatek berfire dide meşadin.

Têkildarî perwerde û armacên perwerdeya li peymangehê tê dayîn, xwendevanên peymangehê Mizgîn Kara û Firat Urek axivîn.

‘Mirovên bê perwerde mirovên bê hiş in’

Mizgîn Kara di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku pêwîstiya sereke ya mirov û civakê perwerde ye û wiha got: “Armanca me ya xwedina peymangehê ji bo civak, ciwan û zarokên wargehê bûyîna kesayetên pêşeng e. Ji ber ku karê destpêkê yê jiyanê xwendin û xwe pêşxistin e. Ji bo me şansek mezine ku em dikarin di nava sîstema wargehê de bixwînin. Em di peymangehê de hîn zêdetir di aliyê îdolojî de wane li ser kapîtalîzm, sîstema netewa demokratîk, rejîma heqîqetê, Jineolojî, dîroka jinê, dîrok û waneyên di jiyana rojane de ji bo me pêwîst perwerde dibînîn. Gelek ciwanên me hene û di mal de rûniştine tiştekê nakin, lê ez dibêjim karê bingehîn yê mirovan perwerde ye. Mirovek ne perwerdekirî be mîna kesê ku hişê xwe windakirî ye. Ji bo ku ciwanên wargehê bikaribin xwe û civaka xwe bi rêvebibin, pêwîste di peymangehê de perwerde bibînin. Derfetê me yê çûyîna zanîngehên ji derve tûneye. Lê mirov di sîstema xwe de xwe perwerde bike hîn baştire. Em gelek bi şansin ku di vê sîstemê de perwerde dibînîn. Ji ber ku ji hemû sîstemên heyî cûdatire. Sîstema em di nav de perwerde dibînin li ti cihek nayê peydakirin.”

‘Gelek lîstok li ser me pêkanîn’

Firat Urek jî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser planên deweleta Tirk û PDK’ê yên li ser wargehê û wiha anî ziman: “Malbat û civaka em di nav de jiyan dikin ji bo ku em bigihijin vê astê gelek ked dan û zehmetî jiyan kirin. Li ser vê yekê li wargehê sîstemek ya xwe birêvebirinê hatiye avakirin, lê ji ber ku gelê wargehê heyîna xwe înkar nakin û desthildariya kesê napejirîn, rastî gelek êrişan tê. Bi dehan caran wargeh hat bombebaran kirin. Ji bo ku PDK’ê me jî wek xwe neçarî dagirkeran bike, gelek lîstokên qirêj li ser wargehê pêkanîn. Herî dawî bi rêgirtinê xwest ciwanên wargehê ji wargehê qût bike, lê cardin jî gel û ciwanên wargehê teslîmî sîstema wan ne bûn. Mafê xwendina zanîngehê ji destê ciwanên wargehê girtin. Niha rê bidin me jî, emê neçin li Hewlerê di zanîngehên wan de nexwînin. Ji ber ku Hewlêr kirine Enqereya duyemîn, tijî MÎT û ajan kirine. Ji bo ciwanên wargehê di valatiyê de nemînin û bikarin perwerdeya xwe berdewam bikin, peymangeh hate avakirin. Bi derfetên kêm jî be, em niha dikarin di nava sîstema wargehê de perwerdeya xwe bidomînin. Em bi sîstema KCK’ê ya ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ya azad, wekhev û demokrasiyê hatibû avakirin, xwe perwerde dikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar