Ticker

10/recent/ticker-posts

ROJEV PIRS DIKE: Konferans Çiye?

Bersivên gel:


Nûjentî ye.

Rastkirina xeletiyan e.

Komcivîn e.

Cihê biryaran e.

Pêvajoyek nû ye.

Kar û xebat anîna ser ziman e.

Îradeya gel e.

Cihê xwe naskirinê ye.

Cihê azadiyê ye.

Sererastkirina kêmasiyan e.

Xwe çêkirin e.

Cihê pêşxistinê ye.

Cihê pêşniyaran e.

Cihê mirov xwe rast bike û xwe pêş bixe ye.

Cihê çareseriya pirsgirêkên civakê ye.

Encama salê ye.

Encama karê bûrî ye.

Cihê ji bo demê pêş bername amadekirinê ye.

Cihê şêwra gel e.

Di cîhana em jiyan dikin de, rojane û dem dem li gorî beş û armancên cûda gelek kongre, konferans, semîner, civîn, senpozyom, panel û hwd, tên bernamekirin û li darxistin. Weke tê zanîn li gorî qada xebatê û li gorî pêwistiyan, gelek cûrên konferansan hene û her konferansek li ser bingehekî û bi armancekî tê li darxistin. Nimûne di mijarên têgihandina civakê de, di têgihandina hinek mijaran de gelek cûrên konferansan hene. Di heman demê de partî, sazî û rêxistin, ji bo pêşdebirina xebatên xwe û guhertinên pêwîst li gorî pêdiviyan, konferansan li dardixin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkekê, dîtina rêyên çareseriyê, ji bo di mijarên cûr be cûr de pêşxistina xebatê, her wiha li ser armancekî nûjenkirina kar û xebatên xwe, konferans tên li darxistin. Çawa perwerde ji bo jiyanê û ji bo dahatûyê weke nan û av girînge, heman demê konferans jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan, girînge.

Em dikarîn nimûneyekî li ser tevgera azadiyê bidîn. Tevgera Azadiyê bi girîngîdayîna perwerdeyê tê nasîn, bi xwe perwerdekirinê heta îro hatiye û em dikarîn bêjîn li cîhanê yek ji rêxistinên ku herî zêde girîngî dide perwerdê tevgera me ye. Di heman demê de tevgera azadî di demên hatîn diyarkirin de kongreyên xwe li dardixe û guherîn û veguherînên pêwîst pêktîne. Li rexa vê li gorî beşên xebatê hemû sazî û dezgehan, tevgera azadiyê li gorî pêdiviyên salane, dû salan carekê konferansên xwe li dardixin û bernameyekî ji bo xwe diyar dikin. Di vê xalê de ger em wargeha xwe bi nirxênin em dikarîn mînakên berbiçav danin holê. Gelo saziyên Mexmûrê ji tinebûnê çawa hebûn peydakirin? Saziyên wê çawa pêşketin û xwe gihandina astek berbiçav. Ev yek hemû girêdayî konferansên hatine li darxistinin.

Konferans xebatên saziyekî yên dû salan digre dest, bername û projeyên di konferansa berê de hatî danîn di nirxînin û çiqas jiyanî bûne yan nebûne, biryarên hatîn girtin pêkhatine yan ne, rêvebirname hatiye bi cih anîn yan ne, serkeftina tê xwestin bi dest ketiye yan ne, van mijarane tev digire dest, aliyên kêm û lewaz rexne dikin. Ji bo herdû salên pêş, bernameyek hîn dewlemendtir ji bo xwe datînin, biryarên nû digire, biryarên pêwist bi gorankariyên heyîn di guherîne, ji bo pêşdebirin û nûjenkirina xebata xwe li gorî armancên xwe proje û bernameyên nû amade dike û dike biryar. Li gorî vê di nirxandina xebata sala borî û danîna bernameya dû salên pêş, konferans tê bi dawî kirin. Lê ji bo rêxistin û saziyên tevgera azadiyê pêvajoya pêş konferansê girîngiyek ya xwe ya cûda heye, ew jî amadekariyek baş û bernameyek baş danîne. Ji bo vê pêvajoya beriya konferansê weke amadekarî xebatên cûr be cûr tên meşandin, armanca amadekariyên beriya konferansê jî ewe, konferans pir dem nexwe, nîqaşên dewlemend çêbibin, mijarên girîng werin nirxandin û di çarçoveya armanca wê saziyê de projeyên pêwîst werin bernamekirin e. Parek mezin ya serkeftina konferansê xebatên beriya konferansêne. Lewma xebatên beriya konferansê û nîqaşên dewlemend yên di dema konferansê de hevdû temam dike.

Di konferansan de xalek din ya girîng dîtina kêmanî, lewazî û nebesiyane. Ji ber ku ger evane neyên dîtin, pêşketina tê xwestin nayê bi destxistin. Di vir de rexne û rexnedayîn yek ji mijarên girîng yên konferansêne. Ger li gor xebata derbazbûyî rexne û rexnedanek baş were kirin, wê demê mirov dikare bêje konferans gihiştiye armanca xwe. Ji bo ji parçebûn û xwe ji vala jiyankirinê rizgar bike, pêwîste girîngiya tê xwestin were dayîna konferansan. Heman demê pêwiste bi şêweyekî xurt, herdem û her wextî xwedî li biryarên konferansê xwedî derketin çêbibe û ji bo pêkhatina projeyên hatîn armanckirin, xebatek pêwîst were meşandin. Li gorî vê tevger nekirin, vale derxistina armanca konferansêye û ji bo xwe hilbijartina jiyanekî parçekirî û ne hemdeme. 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar