Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê şehîd Peyman, Agirî û Çavrê hatin bîranîn

Şêniyên Wargeha Mexmûrê ji bo gerîlayên YJA-Starê Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Cîlo ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, merasîmek a bîranînê lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) gerîlayên YJA-Star’ê Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Cîlo ku di 12’ê Mijdara sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medya yê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîdbibûn bi merasîmekê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiyê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê nasnameyên şehîdan hat xwendin û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos axivî.

Sarya Marînos di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Peyman, Agrî û Çavrê de hemû şehîdan bi bîr anî û wiha got: “Di serî de serê Serokatiya me, serê gerîlayên serê çiya, malbata hêja û tevahî gelê Kurd saxbe. Em ji bo şehîdan çiqas bêjin jî wê kêm bimîne. Wan ji bo azadiyê têkoşîn kir, pêwîste em jî li ked û xebata wan û hevalên wan xwedî derbikevin û bibin layîqê keda wan. Ji bo em bibin layîqê Rêbertî û şehîdan, encex em destê xwe bidin hev û li hemberî van êrîşan bisekinin. Di vê pêvajoyê de tişta ku ji me tê xwestin em yekîtiya xwe xurtir bikin, xwedî li Rêbertiya xwe, gerîlayên xwe û şehîdên xwe derbikevin.”

Merasîm bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

  

Yorum Gönder

0 Yorumlar