Madeyên hişber çiye divê destpekê li ser vêya hemû mirov û civak him di milê zanistî û him ji di milê civakî de were zanekirin ku bikaribin nêzikatîyek çawan raber bikin.
Madeyên
hişber yên ku herî zêde têne zanîn evin; haşhaş(pelên wî),eroîn, kokaîn, morfîn
hinek ji vana yê serekene ku mirov dikare bi rêyên xwezayî bi destbixe. Niha ji
vana zêdetir cureyên ku bi laboratuwaran de bi rêyên ilmê kimya ve têne hilberandin
hene ku ew li ser mirovan bandoriyên herî texrîbkar didine avakirine, curên van
jî wisane(kiristal,hebik,piropan,bonzayî,comerîka û hwd). Di cewherê xwe de ew
made di demên berê de ji ber çi hatine bi karanîn? Ji ber çi pêwistî hatiye
dîtin ku ew made ketina nav jiyana mirovan?
Di
van milan de wekî rastiya gelek tiştan, rastiya van madeyên hişber jî hatine tine
kirin û berovajîkirin. Ne tenê ev made, madeyên niha dîsa mirov di jiyana xwe de
bi kartînin û li ser tendûristiya mirov û civakan bandoriyên xirab dikin hene
ew jî wekî, tûtin, qahwe, vexwerinên alkolî, vexwerinên bi asît, şekir û hwd ne.
Di
rastiy de ew madeyên taybet yên ku di destpêkê de hatîn peydakirin, dîrok û
zanist jî dupat dike ku ji bo mirov werin dermankirin hatine bikar anîn û bi
armancê tendûristiya mirov û civakan baş bibe hatine paydakirin. Taybet dema
mirovan birîndariyên giran derbas dikirin ji bo êşê nekşînin û bikarin li ser
hişê xwe bisekinin, di pêşerojê de bandoriyên birîndariyê yên derûnî nemînin bi
awayekî ilmî-zanistî bi pîvan hatine bikaranîn. Peydakirina wan jî bi giştî di nav
xwezayê de dihatin dîtin û tenê ew kesên ku wekî hekîm, bijîşk û dayikên ku
dermanên xwezayî dikarîn çêbikin nasdikirin, pêre mijûl dibûn.
Bêguman
wê demê ji ber ku kesekê serhev û bê pîvan bikar ne danî, wekî derman dihat
bikaranîn bi wan re girêdanbûyînek nedida çêkirin. Lê ji ber ku ew kesên serdest
herî zêde bikartanîn, demek şûnde biwan re girêdanbûyînek dida çêkirin. Ji ber peydakirina
van tiştan yên herî derfet û hêza wan hene, ew kesên serdest û çîna navînin. Ji
ber ku ferasetên wan kesan ewe ku hertiştî dikarin bixin mijarên bazirganiyê û jê
sud bigrin. Ji bo qezençek mezin li ser van madeyan bidestbixin edî bi rêbazên
bazirganiyê dest bi hewildana zêdekirin û hesan peydakirina van madeyan hate
kirin.
Ew
pêvajo, ji ber pîvanên civakê yên exlaqî, çandî, olî zindî û xurt bûn, heta
serdema pergala sermayedariyê bi awayekî lez û berbiçav nekarîn pêşbixin. Lê di
serdema pergala sermayedar de ji ber ku pîvanên civakê yên exlaqî, çandî hatin
armanckirin û hatin lewazkirin, bi awayek berbiçav,eşkere û bêpîvan hate
pêşxistin. Jixwe bandora wan madeyan herî zêde di vê serdemê de diyar bû û herî
xirab derketin hole. Ev madeyên hişber bandoriyên xwe herî zêde çawa
derdikevin, mirov êdî nikare li gel mirovên din, li gel civakê tekiliyekî asayî
pêşbixe, li gor pîvanên civakê yên jiyanî tevbigere û pêkbîne. Dîsa di warê cesteyî de jî lewazîyên pir
mezin û derûnî derdikevin. Ji derveyî fikrandin û hîskirinek asayî, êdî mirov
bi temamî ji wan tiştan qut dibe. Mirov dibîne ku piştî bi karanîna madeyên
hişber xirabûnek mezin di civakê de derdikeve, pergal dixwaze koletiya berê daye
avakirin yek jî bi van rêbazan mayînde û berdewam bike. Dîsa bi feraseta lîberalîzmê
ku dibin navê azadiyê de hertişt rewa dike, bê pîvanî û bê exlaqî wekî azadî
pêşkeşî civakê dike, wisa dike ku civak dûrî rastiya xwe bikeve û civak bê hêz,
bê vîn û bê fikir bibe ku bikaribe bi rehetî serdestiya xwe mezin bike. Bitaybet
ev polîtîka herî zêde ciwanan armanc dike, ciwanên bê fikirbin civaka pêşerojê
jî wê bê fikir û bê îradebin. Ciwan bê armanc bin heman demê dîsa civak jî ji
armancên xwe yên bingehîn ku jiyan li ser dimeşîne qut dibe. Êrişên pergala
sermayedar herî zêde li ser jin û ciwanan pêşdikevin. Ciwana koleyên herî zîrek
û bi hêz dibînin û ji bo ciwanan ji civak û piroziyên wan qut bikin, hezar
derew û xefikan avadikin.
Ji
ber berpirsyartiyên ciwanan taybet di mile parastina civaka xwe de her wiha li
hember hemû cure êrişên wekî şer, çand, exlaqî parastinê bike û biparêze heye.
Mirov hebûn û berhemek dîrokî û civakiye. Em wekî ciwan dibe ku çi şertên
zehmet û tevlîhev jî hebin, nirxên ku me bi civaka me re dike yek û kesayet
daye me,wekî tiştê me yê herî pîroz divê em bigrin dest.
Senar
zagros
0 Yorumlar