Mihemed Arifê Cizîrî, di sala 1912’an de li Cizîra Botan ji dayîk bûye. Dema di sala 1914’an de Şerê Yekem ê Cîhanê destpê dike, Mihemed Arif 2 saliye. Weke ku di nav xelkê de jî tê gotin şer û xelayê bi hev re destpê kir. Ne tenê rewşa malbata Mihemed Arif, rewşa ti malbetên Kurdan xweş nebûn. Di vî şerê dijwar de bavê Mihemed Arif ji aliyê dewleta Osmanî ve tê şandina şer û bavê Mihemed Arif di wê şerî de tê kûştin û ew dimîne sêwî.
Mihemed Arif hêj di 13 saliya xwe de, Şerê 1925’an destpê dike. Ev şer şerê
rêxistina Komîteya Îstîqlala Kurdistanê (AZADÎ) ye. Bi deh hezaran Kurd di vê
serhildanê de şehîd dikevin. Yên ku serkêşiya vê serhildanê dikirin piranî
dibirin girtîgeha Amedê. Di temenê xwe yê 13 salî de Mihamed Arif digrin û
tînin girtîgeha Amedê, nêzî 4 salan di girtîgehê de dimîne. Bi sedema ku temenê
wî biçûke, ji îdamê xelas dibe. Di sala 1928’an de, Mihemed Arif ji girtîgehê
rizgar dibe. Li ber çavên wî Seyîd Ebdulqadirê kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî ku
serokê Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê bû, bi kurê xwe û 4 hevalên xwe ve hatibûn
dadgehkirin û îdamkirin. Her wiha Şêx Seîd û 46 hevalên xwe ve, li ber çavên
Mihemed Arif hatibûn mehkemekirin û îdamkirin. Mihemed Arif bibû şahidê van
bûyeran.
Dayîka Mihemed
Arif Edlê Xan, stranbêjek bi nav û deng ya Cizîra Botan bû. Ew li ber destê
dayîka xwe mezin bibû. Edlê Xan bi hevalên xwe re diçû mewlîd, qesîde û şahiyan.
Jixwe di nav Kurdên Cizîrê de bi nav û denge, dibêjin di wextê xwe de Mîrê Botan
gotiye ‘ew kesê ku di Cizîra Botan de qesîdeyek an jî stranekê nezane bibêje bila
di Cizîra Botan de nemîne.’ Ev tê wateya ku dengê xelkê Cizîrê gelek xweşe.
Mihemed
Arif, piştî van bûyeran diçe bajarê Dihokê. Li wir dest bi sinneta zarokan
dike. Dengbêjiya xwe berdewam dike. Piştre jî ji xwe re xwaringehekî vedike û
aboriya mala xwe pê dike. Di sala 1932’an de bi keçeke Colemêrgê re dizewice û
ji vê zewacê 2 zarokên wî çêdibin. Di sala 1934-35’an de li Bexdayê Sêlikekê
(plak) bi Meryem Xanê re dadigre. Di wê demê de hêj radyoya Bexdayê nehatibû
sazkirin.
Di sala
1946 û 1947’an de, tevî Remezan Cizîrî û çend kesên din komeke olî avakiribûn.
Li Kerkûk û Duzxurmato, Germiyan û gelek cihên din mewlûd û îlahiyên olî dixwendin.
Mihemed Arif, di sala 1940’an de Elmas Xanê dinase. Mala Elmas Xanê weke
mêvanxana hunermendan bû. Li wir bi Elî Merdan, Teyar Tewfîq û Resûl Gerdî re peywendî
datîne.
Elî Merdan
dibe pirek di navbera Mihemed Arif û radyoya Bexdayê de. Di sala 1949’an de
diçe radyoya Bexdayê û di beşa Kurdî de stranan dibêje. Di sala 1961’an de, bi
Hesenê Cizîrî û Îlyas Hacîn re diçe radyoya Kirmanşan a Îranê. Li Kirmanşanê
serdana hunermendê bi nav û deng Hesen Zîrek dike. Bi hev re stranan tomar
dikin. Bi tembûra xwe tevlî stranên Hesen Zîrek dibe. Di sala 1966’an de, li
ser daxwaziya Asûriyan diçe Kuweytê, bi dengbêjên Ereb re çend konseran dide Konê
Reş dibêje di sala 1968’an de diçe Qamîşloyê. Li Qamîşloyê, li Seyrangeha
Gerbîs konserek dide. Kurd û Ermen her yek ji wan dixwazin wî bikin mêvanê xwe.
Heta ev dibe sedema nexweşiyek di navbera Kurd û Ermenan de. Lê piştre Mihemed
Arif dibe mêvanê Ermenan.
Di sala
1973’an de, bi Gulbahar û Îsa Berwarî re diçe Lubnanê û li wir dibe mêvanê Seîd
Yusifî û di konseran de stranan dibêje.
Her weha
di sala 1970’an de, tevlî ahengên niştîmanî dibe. Di Newroza heman salê de bi
rêvebiriya radyo û televîzyona Bexdayê re, bi Elî Merdan, Teyar Tewfîq, Hesen
Cizrawî, Îlyas Xizir, Hisên Nîmet û kesên weke wan re diçe Newroza Kerkûk,
Silêmanî û Hewlêrê.
Em di nava
stranên Mihemed Arif de, car cara stranên Tirkî jî dibihîzin. Dengê Mihemed
Arif ne tenê di Kurdistanê de lê di hemû cîhanê de hatiye bihîstin. Dibêjin ko
UNESCO’yê çend stranên wî, weke kelepûrên cîhanê bijartiye û xistiye bin
parastina xwe.
0 Yorumlar