Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî bikaranîna çekên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne meşiyan.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li hemerî bikaranîna çekên kîmyawî ku li ser gerîlayên azadiyê tên bikaranîn meşiyan. Piştî ku girse li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bû, meşê destpê kir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li wargehê berdewam kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên gerîlayên di êrişên çekên kîmyawî de şehîd bibûn, her wiha pankartên bi nivîsa ‘Gazên kîmyawî ev der Helebce ye’, ‘Çekên kîmyawî evder Geliyê Zîlan e’, ‘Evder Zap, Avaşîn û Metînan e’, ‘Çekên kîmyawî sûcê şere’, ‘OPCW ker, kor û lal e’, ‘PDK hevkarê qirkirina gelê Kurd e’, ‘Wê Kurdistan ji dijmin re bibe goristan’, ‘Pêwîste dewleta Tirk ji ber tewanê şer were darezandin’, ‘Dewleta Tirk li hemberî gerîla çekên kîmyawî bi kartîne’ hatin hilgirtin. Li ber navenda NY’yê daxuyanî hat dayîn.
Herwiha di meşê de gelek dirûşmeyên li dijî dagirkeriyê û silavkirina gerîlayên azadiyê hatin avêtin.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê re daxuyanî ji aliyê Endamê Saziya Têkiliyên Karê Derve yê Wargehê Seîd Çomlek ve hat dayîn.
Seîd Çomlek di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk û got: “Ji dema destpêkirina şerê çekdarî heta roja îro dewleta Tirk ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ti rê û rêbaz nema ku pêkne anî. Dewleta dagirker a Tirk bi ti awayî nekarîn dawî li Tevgera Azadiyê bîne, her carê di cihê xwe de man û xitimîn. Em dibînin dewleta Tirk îro hatiye rewşa xwe ya xitimandinê, hem di aliyê leşkerî, siyasî, aborî, dîplomasî û civakî de têkçûye kes êdî qîmet û rûmetê nade wan, ji ber wê rê û rêbazên qirêj bikar tînin. Yanî bi karanîna çekên qedexekirî beşek ji vî şerê qirêje, her wiha dewlet hatiye wê astê ku ji pereyên narkotîkê sûd werbigre û bi wê şerê gerîlayên azadiyê dike. Dewleta Tirk ne niha tenê çekên kîmyawî bi karanîne bi dehan salin li hemberî gerîlayên azadiyê çekên kîmyawî bikar tînin. Dema diketin tengaviyê de, bê çare diman serî li bikaranîna çekên kîmyawî didan, niha jî heman rêbazê bikartînin.”
Seîd Çomlek bang li gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyawî derkevin û banga yekgirtinê li gelê Kurd kir.
Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.
0 Yorumlar