Ticker

10/recent/ticker-posts

DÎROKA BIN AV BÛYÎ: HESKÎF

Heskîfa 12 hezar salî dibe qurbana bendaveke temenê wê 50 salî. Heskîf bi xweşikiya dîrok û xwezaya xwe wê bi bendavekê bikeve binê avê. Li ser Çemê Dîcleyê Bendava Ilisûyê hat çêkirin. Kêlî bi kêlî Heskîfa dîrokî di bin avê de dimîne û heta niha gelek avahî di nava avê de mane. Li gel ku herêma dîrokî di sala 1981’an de wek “qada parastina xwezayî” hatiye tescîlkirin jî lê dîsa jî herêm di nava avê de dimîne. Hikûmeta AKP’ê ku berê xwe daye xwezaya Kurdistanê, li gel nerazîbûnan jî di sala 2010’an de dest bi çêkirina Bendava Ilisûyê kir. Pêşî li ava Çemê Dîcleyê hat girtin û ava Bendavê bilind bû, her ku av bilind bû dîrok, gund, erazî, mêrg û gor di bin avê de man.

Gelek çîrok li ser navê Heskîfê hene. Tê gotin ku di nava demê de navê wê bûye “Heskîfê.” Di lêkolînên erdkolanê de jî bermayiyên dirêjî 12 hezar sal berê hatine dîtin. Heskîf li Mezopotamya Jorîn cih digire û li ser rêya diçe Anatolê ye. Li cihek stratejîk ku xwedî girîngiyekê ye. Hem li qeraxê Çemê Dîcleyê ye û hem jî rêya Heskîfê wek rêya bazirganiyê hatiye bikaranîn. Heskîf ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye.  Ji ber xweşikiya dîrok û xwezaya xwe Heskîf bajarek turîzmê ye. Bi hezaran şikeftên Heskîfê hene. Hin cihên dîrokî ku wek sembol tên zanîn hene. Keleha Heskîfê, Tirbeya Îmam Abdullah, Pira Heskîfê ya kevnar, Tirbeya Zeynel Bey, Mizgefta Gewre, Seraya Biçûk, Seraya Mezin, Mizgefta Mescîdî Alî, Mizgefta Rizik, Mizgefta Suleyman, Mizgefta Koç, Mizgefta Kizlar, Mizgefta Biçûk, Deriyê Kelehê (Yolgeçen Hani) berhemên dîrokî ku bûne sembola Heskîfê ne. Lê mixabin ev berhemên dîrokî yek bi yek ji cihê wan hatin rakirin û gelek berhemên dîrokî jî hatin betonkirin. 

Bi bilind bûna  ava bendavê re nêzî 250 cih û warên girêdayî Sêrt, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê di bin avê de man. Heskîfa dîrokî û gelek şûnwarên dîrokî di bin avê de man. Dema ku mirov berê xwe dide Heskîfê û di nava Heskîfê de digere rastî avê tê, li cihê dîrokê avahiyên bûne kavil û dibin avê de dimîne lê rast tên. Hêjayî gotinê ye ku ne tenê dîrok û avahî dibin avê de mane, li gel vê yekê gorên welatiyên Heskîfê û cûreyên zindiyan dibin avê de mane.

Îro li gelek deverên Kurdistanê, cih û deverên me yên çandî û dîrokî, bi destê dijminê xweza û dîrokê tên talankirin. Heskîf jî yek ji wan devera ye. Heskîfa ku bi dîroka xwe ya 12 hezar salan, li dijî her cure tehdîdên talan û tinekirinê li ber xwe daye û xwe parastiye, îro mixabin bi destê dijminê xwezayê di bin avê de hatiye fetisandin. Ev polîtîka berî niha jî li ser dîrok û xwezaya Kurdistanê hatibûn meşandin, di serî de li Dêrsim, Amed, Serhed û Botanê xwe nîşan dabûn.

Desthilatdar ji pir rengiyê acizin û her tim çanda madî manewî dikin qurbana berjewendiyên xwe yên kesî. Civaka ku bi hezaran sale xwe bi keda destê xwe ava kiriye, bi destê desthilatdaran neyê hilweşandin. Niha li Heskîfê dagirkeriyeke çandî heye û êrişî civaka pir reng dikin. Di vir de armanc ne tenê qirkirineke çandî û dîrokî ye, di heman demê de tinekirina bîra civakî ye.

Yorum Gönder

0 Yorumlar