Ne hêsane
bûyîna şayanê navê tê girtin, ne hêsane di serdemek mirovahî li ber sekeratê de
bûyîna şervana xelasiya mirovahiyê. Zîlan bûyîn fedayîbûyîne. Li ser xaka xwedawendan mirovahî bi şîr
helalî mijandî îro neviyên wan bi xencerên îxanetê tên qetilkirin, ma gelo ev
serdemek ji yên qiyametêne yan jî xwe dubarekirina dîrokêye? Li quncekî cîhanê
porê me dibe sedema mirina me, ew kîne bê nefs, bê exlaq û ewqas ketîne ji
tayek porê me ji xwe diçin û hemû ajoyên wan dikevin tevgerê? Diyare rezîl û bê
edebin, ji xwe edeb jî ne wesfek wisa hêsane ku herkes bikare rake. Bi qetilkirina
Îştar û Tiyamatan re edeb jî binax kirin, lewra desthilatî bi xwe bê edebî û bê
exlaqiye. Li quncekê jî gerîna li rastiyê
dibin xerabeyên hezar salan de
hatîn hiştin dibe sedema 12 gule li
bedena me bên reşandin. Gelo ev tirs û xof ji çiye? Ev çi rastîne ku dema behsa
wan tên kirin taya mirinê hinekan digre, dilerizin û weke dawiya dinyayê bê dest û lingên serdestan
li hev dikevin û bi yek carê dibin melkemutên ruh gir. Bi eşqa xwedawendan em
li ser rêya rastin.
Yekem
netewa bi qirkirina fîzîkî û çandî re hatî derbaskirin jine, ya ku ked, berhem,
huner, ruh, fikir û hebûna wê hatî dagirkirin û kolekirin jî jine. Lewra
berxwedanî û tekoşîna wê ya li hemberî serdestiyê xwe dispêre bi hezar salan
weke bindestiya wê. Weke jinên Kurd ku weke netew jî dibin nîrê deshilatdariyê
de ne, bi du nasnameyan têkoşîn tê meşandin. Li Kurdistanê ti carî ev zincîra
berxwedanê ne qetyaye, weke ayetên xwedawendan ji nifşekê hertim radestî nifşê
li pey tê hatiye kirin ji Nînhursaqan heta roja me ya îro Nagîhanan (Zîlan) ev
mîratê dîrokî bi şanazî hatiye rakirin. Heval Nagîhan bi ketina ferqa xwebûyîna xwe li
her kolan û quncikên welat li hebûna xwe ya hatî windakirin digeriya, hêvênê ruhê
wê Jineolojî bû lewra hemû bergirtinên di ruh û mejiyê wê de pêk dihat, dibû
berhemek ji bo pêşeroja jiyanek azad. Ji Rojava dest bi rêwîtiya xwe ya hûrkolîna
arkeolojiya jinê kiribû, di her çîrok, efsane, vedîtinek dîrokî de şoreşek
didît, di her deqek li ser bedena jinekê de efsûn û sirek ya zanistiya jinê
keşif dikir. Heqîqeta jin û jiyanê di têgehên hatîn berevajîkirin de derdixist
holê û bibû rêwîyek vekolîna heqîqetê. Li Şengalê di kesayeta Edûlê û Derwêşan
de li eşqa welat, azadî û çanda camêriyê digeriya, lewra her nivîsek her
çîrokek ew gavek din nêzîkî wê dikir, hinek din ji jin û jinbûyînê hezdikir.
Her ku fêrdibû, fêrdikir fêrbûyîn û dayîna fêrkirina jinê xewnên tirsonek yên
desthilatdaran bû, mane jixwe ayeta hatî qedexekirin jî fêrbûyîna jinê bû, pêwîste
qet nezane û fêr nebe ji bo ker, lal û kor bimîne, jina ku fêr bibe wate
kevirek ji dîwarê pergala serdest derketine û derzek lê vekirine. Her cihê ku
Nagîhan lêbûya li wir jiyan û wate dihate nîqaşkirin, jin dihate nîqaşkirin. Di navbera sedsala 14 û 15’an
de bi navê xweda û dêran jinên zanyar û pêşeng bi navê nêçîra Pîrhebokan
qetilkirin, gelo hûn dizanin Pîr wateya kesayetên Zanyar û Hebok jî ji Hebandin
tê ango kesên zanistê dihebînin. Di sedsala 21’an de jinên şoreşger û zanyar
qetildikin. Pergala rizî û stewir ji bo xwe bide berdewamkirin komkujiyan
pêktîne, qirkirina çandî pêktîne, nêçîra zanyaran dike ji ber ku bi xwe dijminê
zanist û zanyarane, armanc civakbûyîn ji holê rakirin û avakirina keriyane.
Lewra desthilatdar Nagîhan û rêhevalên wê, xwendevan û şopdarên wê ji xwe re weke xeteriya herî mezin dibînin.
Nagîhan tovên Jineolojiyê di gelek deşt û zeviyên welat de reşandiye ji Rojava
bigre heta Mexmur ev tov şînbûye wê ev berhemê Nagîhanan dawiya saltanata we
bîne,wê heq û wateya jiyanê lê vegerîne, dil û mejiyên zingar bûyî bi ava jineolojiyê
ku ji ava Kewserê bandortire bişû û qenciya li cewher vegerê li we necumetên ji mirovbûyînê derketîn jî bike. Sira têkoşîna
Zîlanan di rêhevaltiya bi Rêber APO û PKK bûyînê de ye.
FILÎZ BÛDAK
0 Yorumlar