Ticker

10/recent/ticker-posts

Şaredariya Mexmûrê bi derfetên kêm di xizmeta gel de ye

Hevşaredara Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fatma Bîlen anî ziman ku wê 10’ê Mîjdarê gaza spî ji gel re bê û bang li gel kir da ku di hêla paqijiyê de, xwedî li çanda xwe derbikevin û kolanên xwe paqij bigirin.

ARMANC HEREKOL

Hevşaredara Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fatma Bîlen têkildarî xebatên şaredariyê, anîna gaza spî ji bo gel û parastina çanda paqijiyê, ji rojnama me re axivî û diyar kir ku wan ji bo gaza spî serlêdan kirine û ji wan re hatiye gotin wê 10’ê heyva 11 gaza spî bê wargehê.

‘Xizmet rojane berdewam e’

Fatma Bîlen di destpêka axaftinên xwe de qala Wargeha Mexmûrê kir û diyar kir ku wargeh di erdnîgariyek çol de ye û ji ber wê zehmetiyên xwe yên di hêla av û elektirîkê de hene û wiha got: “Ji ber erdnîgariya wargehê, timî em zehmetiyan dikişin. Ji bo wê, em wek gel û şaredarî timî li ser parastina derfetên ku di destê me de ne, kar dikin. Wek şaredarî em rojane xizmeta gelê xwe dikin. Paqijî rojane tê kirin, elektirîk û av ji bo gel tê dayîn. Wek tê zanîn pêşiya me zivistan e, ji ber wê hindek cade hene divê bên betonkirin û ji bo wê karên me berdewamin. Her wiha depoya ava wareghê tê nûjenkirin.”

Bi derfetên kêm xizmet dikin

Bîlen di dewama axaftinên xwe de diyar kir ku ew rojane serlêdana dahîreyên av, elektirîk û ya gaza spî dikin û wiha pêde çû: “Di serlêdanan de ji me re gotine, wê heta 10’ê heyva 11 gaza sipî ji gel re bê. Em jî ji bo ku hîn zûtir bê, timî xebat didin meşandin. Niha di destê me de cûyên ava qirêj û cadeyên xirabe hene û em li gor derfetên xwe çêdikin. Wek Şaredariya wargehê ti derfet an jî alîkarî ji me re nayê kirin. Em jî li gor derfetên ku di destê me de ne, xizmeta gelê xwe dikin.”

‘Xwedî li çanda xwe ya paqijiyê derbikevin’

Herî dawî Hevşaredara Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fatma Bîlen bal kişand li ser çanda paqijiyê û ev peyam da: “ Wek gelê Mexmûrê em xwedî çandek a paqijiyê ne, lê mixabin van demên dawî de em dibînin kolanên me ji qirêjiyan derbas nabe. Hevalên me yên paqijiyê ji ber vê gazindan dikin. Her kesê ku tiştekî dixwe davêje erdê, ev yek ne raste. Ji bo wê peyama min ji bo gelê me ewe ku xwedî li çanda xwe ya paqijiyê derbikevin. Ev qirêjî wê bandor li tendûristiya me bike. Ji bo wê divê ti kes çopa xwe ne avêje erdê û nehêle kes jî bavêje erdê. Bi vê yekê wê wargeha me hîn paqijtir û xweştir be.” 

Yorum Gönder

0 Yorumlar