Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Pakîstan Bîlen diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk di kesayeta jinê de tinekirina civaka Kurde û got: “Pêvajoya ku li Rojhilata Navîn taybet li Kurdistanê tê jiyan ne ji rêzê ye. Em wek jin li kuderê dibin bila bibin pêwîste xwe perwerde bikin, rêxistin bikin, pêşbêxin ku civakê zana bikin.”
Têkildarî vê yekê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê), Pakîstan Bîlen ji ajansa
Rojnews re axivî.
‘Armanc di kesayeta jinê de tinekirina civakê ye’
Pakîstan Bîlen di destpêka axaftina xwe de êrişên ku li dijî
jinan tên pêkanîn şermezar kir û diyar kir ku wê ev hêzên desthilatdar ti carî
ne gihijin armanca xwe û got: “Dema em li giştî rewşa heyî temaşe dikin ev
êrişên dewleta Tirk yên ku li Kurdistanê tên pêkanîn, armanca wan ya sereke di
kesayeta jinê de tinekirina civaka Kurd e. Em dibînin li Bakûrê Kurdistanê
rojek nîne ku jinek neyê qetilkirin yan jî rastî êrişan neyê. Li Tirkiyê her
jina ku bikaribe li hemberî vê hişmendiyê têkoşînekê bike, ji bo bêdengkirina
wê yan destdirêjî lê tê kirin yan jî tê dîlgirtin. Gotina Rêbertî ya ku dibêje
‘Sedsala 21’an sedsala jinê ye’ vê yekê bi awayek zelal radixe berçavan ku çima
jin dibin hedefa êrişan.”
‘Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye tirsa dilê dijmin’
Bîlen di dewama axaftina xwe de da zanîn ku dewleta Tırk
têkoşîn û berxwedana jinan a di her qadê de ji bo xwe weke astengiyekê dibîne û
wiha domand: “Rewşa ku em niha têde ne, şer û êrîşên ku li tevahî Kurdistanê
tên meşandin ne ji rêzê ne. Bi taybet şoreşa ku di şexsê Jîna Emînî de li
Rojhilatê Kurdistanê hatî destpêkirin yek ji wan mînakane ku li her derê belav
bûye. Eger serhildana ku heyî bi berzkirina dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome,
ev diyardike ku astekî diyar ya jinan çêbûye. Şoreş û serhildanên ku bi taybet
dibin pêşengtiya jinan de çêdibin, dewleta Tirk a dagirker ji bo xwe wekî
astengiyekê dibîne. Dizanin sedsala 21’an sedsala jinan e. Ji bo xwe gihandina
vê serkeftinê helbet jin di her alî de xwe perwerde û rêxistin dikin. Dewleta
Tirk vê rêxistinbûna jinan hezim nake, ji bo wê êriş dike. Ji bo em bikaribin
van rastiyên ku heyî derbixin holê, divê em wek jin hîn zêdetir têbikoşin.”
‘Çavkaniya berxwedanê fikir û felsefeya Rêbertiye’
Bîlen her wiha balkişand li ser têkoşîna gerîlayan û got:
“Têkoşîna ku bi salane li serê çiyan tê domandin, ger di aliyê jinê de bê
destgirtin mirov dikare bêje xwedî zanisteke, ji xwe de çênebûye. Ew hêz û vîna
heyî çavkaniya xwe ji fikir û felsefeya Rêbertî digire. Niha ruxmê karanîna
çekên kîmyawî, bi rojan, bi mehan bê ronahî û bê xwarin mayînê jî, lê ji ber ku
fikir û felsefeyek heye, ev jî hêza berxwedan û têkoşînê dide.”
Pakîstan Bîlen di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir
ku wek jin li kuderê dibe bila bibe pêwîste xwe perwerde bikin, rêxistin bikin,
pêşbêxin ku civakê zana bikin û wiha bi dawî kir: “Divê di vê sedsalê de
serkeftinê bi dest bêxin, yan dibe di dema bê de ev şans bi destê me nekeve.”
0 Yorumlar