Li Wargeha Mexmûrê ji aliyê Meclîsa Îştar ve bi daxuyaniyekî starta 25 Mijdarê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê şêniyên Mexmûrê heta 25’ê Mijdarê li qadan bin û bi çalakiyên cûda, şîdeta li ser jinê şermezar bikin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Meclîsa Îştar ve bi daxuyaniyek starta 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hat destpêkirin. Daxuyanî li ber derê Meclîsa Îştar, bi tevlîbûna dehan jinên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.
Di daxuyaniya ji aliyê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Xûrbet Îşlek ve hat xwendin de ev tişt hatin gotin: “Em wek jinên Wargeha Mexmûrê tevahî şehîdên xwe yên jin bi minet û rêzdari bi bir tînin. Roza Luksemburg, Xwişkên Mirabel heta Sarayan, Sêvê, Deniz Poyraz, Jîna Emînî, Helbest û Nagîhanan ku mîrateyek mezin ji me re hiştine bi bîr tînin. Ji bo bîranîna jinên ku hatine qetilkirin, em bi biryarin ku têkoşîna xwe ya jiyana demokratîk, wekhev û azad şoreşa jinê mezintir bikin.
Sala 2022’an ji bo me jinên Kurdistanê, ji her alî ve di asteke awarte de ye. Dewleta Tirk a faşîst hêzên navneteweyî yên li pişt wê, ji bo qirkirina Kurdan û qirkirina têkoşîna azadiyê ya jinê, hevkariyê dikin û êrişên pir alî dikin. Êşkenceya tecrîdê ya girankirî ya li ser Rêber Apo, bi tundî dewam dike. Dewleta Tirk a faşîst ji bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî ku li dijî gerîla kar tînin, heta bi qetilkirina li naveraste, ji her cure êşkenceya li zindanan, heta bi qedexekirina ziman, çand û hebûnê her qada jiyanê bi tundiya dewleta mêr, bi mirinê dinixumîne.
Ji bo me jin çawa tê wateya jiyanê û afrênerê jiyana mirovatiyê, ji bo sîstema serwer a mêr û Erdogan jî jin tê wateya mirinê. Lewma li ku derê îradeya jin a azad bibîne, komkujî, mirin û destavêtinê li wir ferz dike û hewl dide tune bike. Em vê salê gelekî giring dibînin û divê em 25’ê Mijdarê bi xurtî binirxînin. Divê em çalakiyên xwe bigihînin lûtkeyê.
Li hemberî yên ku hewil didin me biqedînin, em li ser wan nêzikatiyan hebûn û zêdebûnê ji xwe re esas bigirin. Bi hişmendiya ku xwedîderketina li jinê, tê wateya parastina cewherî, parastina zarok, civak û jiyanê. Em li dijî komkujiyan têkoşîna xwe mezin bikin û dengê wan li dengê xwe zêde bikin. Em bibin dengê erdnîgarî, jin, zarok û civakê. Ji ber ku êdî dema hişyarbûn, rêxistinbûn û têkoşînê ye. Niha dema şoreşa jinê ya bi diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadi’ ye serkeftinê mîsogerkirinê ye.”
Bernama rêzeçalakiyan wiha ye:
Di 19-20’ê Mijdarê de ji aliyê Komîteya Jineolojî ve semîner û sînevîzyon wê bê dayîn.
Di 20’ê Mijdarê de wê daxuyanî ji aliyê xwendevanan ve bê dayîn.
Di 21’ê Mijdarê de wê ji aliyê Wexfa Jinan ve ji bo malbatên xwendevanan semîner bê dayîn.
Di 22’ê Mijdarê de wê ji aliyê Meclîsa Jinên Ciwan ve wêne li kolanên wargehê bê dayîn.
Di 23’ê Mijdarê de wê ji aliyê Akademiya Şehîd Jiyan ve wê ji bo xwendevanên Amadeyî semîner bê dayîn.
Di 24’ê Mijdarê de wê Meşa jinan bê li darxistin.
Di 25’ê Mijdarê de wê meşek ji aliyê zilamên wargehê bê li darxistin.
Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Gerîla’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
0 Yorumlar