Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê Xurbet Îşlek têkildarî kar û xebatên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê werin kirin axivî û diyarkir ku wê ji 15’ê Mijdarê û şûn ve xebat destpê bikin û wiha got: “Divê her kes xwedî li berpirsyartiyên xwe yên demê û têkoşîna dijî tundutijiyê derbikevin da ku bikaribin têkoşîn û berxwedanê bi reng û dengê jinê re bikin yek û bigihînin asta serkeftinê.”
Li seranserê cîhanê bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tûndiya li ser Jinan amadekariyên jinan yên ji bo çalakiyan berdewam dikin. Heman demê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî ji bo çalakiyên ji 25’ê Mijdarê re bi amadekirina bername û planên cuda cuda berdewam dikin.
Li ser vê yekê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Xurbet Îşlek di derbarê kar û xebatên ku ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tûndiya li ser Jinan ji ajansa Rojnews re axivî.
‘Divê em asta çalakiyên xwe hîn zêdetir bikin’
Xurbet Îşlek di despêka axaftina xwe de balkişand li ser kar û xebatên ku ji bo 25’ê Mijdarê werin kirin û got: “Li gorî têkoşîn û berxwedaniya ku niha tê meşandin, em jî weke wargeh wê di 15’ê Mijdarê de dest bi çalakiyên xwe bikin. Di bin banê Meclîsa Îştar de komîte û saziyên me yên heyî, wê bi dayîna semîner, nîşandana sînevîzyonan, çêkirina panel û çalakiyên cur be cur xebat dê werin meşandin. Herî dawî wê di roja 25’ê Mijdarê de jî meşekî girseyî were pêkanîn. Bi kurtasî wê di nava deh rojan de bi awayek cur be cur çalakiyên me berdewam bike.”
Xurbet Îşlek di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ji bo her xebatekî ku were meşandin, wê li gorî ruhê pêvajoya ku niha li çiyayên azad tê meşandin, wê bê pêkanîn û wiha domand: “Ji ber ku pêvajo giran û dijware, divê em hemû bi ruhê pêvajoya ku niha li çiyayên azad tê meşandin tevbigerin. Bi taybet weke jin di her qada ku em tê de kar û xebat didin meşandin de divê xwedî li vê berxwedanê derbikevin. Her wiha xwedî li çalakiyên ku bi reng û dengê jinan yên li tevahî cîhanê tê kirin, derbikevin û asta çalakiyên xwe ji her demê zêdetir bikin. Ji bo em bikaribin hêza dewletê ya ku xwe li ser jinê ferz dike bidin şikandin.”
‘Divê em xwedî li berpirsyartiyên xwe yên demê derbikevin’
Xurbet Îşlek di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan bi taybet jinên wargehê kir ku divê hemû jin xwedî li berpirsyartiyên xwe yên demê derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkoşîn û berxwedan ji bo me rêyek pîroze, weke jin jî ji wê zêdetir ti rêyek din li pêşiya me nîne. Ji bo wê divê em hemû xwedî li berpirsyartiyên xwe yên demê û têkoşîna li dijî tûdutijiyê derbikevin da ku em bikaribin tekoşîn û berxwedanê bi reng û dengê jinê re bikin yek û bigihînin asta serkeftinê.”
0 Yorumlar