Rojnamevan Dilgeş Sason ku li Herêmên Parastina Medyayê, berxwedana gerîlayên azadiyê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ya bi çekên kîmyawî dişopîne, diyarkir ku armanca gerîla mezine; “Gerîla soza tolhildana şehîdan daye, berxwedana gelê Kurd çiqas bilind be, gerîla jî ewqas bi hêz dibe. Ji ber ku gerîla hêza xwe ji gelê xwe digire.”
Rojnamevan Dilgeş Sason ku Herêma Parastina Medyayê, berxwedana Gerîlayên Azadiyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker dişopîne, li ser êrişên dewleat Tirk ên bi çekên kîmyawî, rewşa leşkerên Tirk û berxwedana gerîla ya li hember çekên kîmyawî ji ajansa me re axivî. Dilgeş Sason da zanîn ku gerîla bi hêza ji gelê xwe digre, li ber xwe dide û rojane derbên giran li dagirkeran dixin.
‘Her roj çekên kîmyawî bikar tînin’
Sason di destpêka axaftinên xwe de bilêv kir ku ji destpêka vê konsepta dagirkeriyê ve, dewleta dagirker a Tirk çekên kîmyewî bikar tîne û got. “Têkoşîna gerîla ya 2021’an, gelek rastiyên dewleta Tirk derxist holê. Dewleta Tirk ji bo ku têkçûna xwe veşêre, bi çekên kîmyewî êrişî tûnelên gerîlayan kir û niha jî berdewam e. Rêbaza herî sereke ya dewleta Tirk di şer de, karanîna çekên kîmyewî ye. Tevî bombebaran, keşif û çekên kîmyewî jî, dewleta Tirk nikare derban li gerîlayan bide. Gerîla bi vîna Apoyî her roj derbên giran li dijmin dixe. Ji ber ku derbeyên giran dixwe, di van demên dawî de pir zêde çekên kîmyewî bikar tîne. Ev çek piştî şerê cîhanê yê duyemîn, li ti deran nehatiye bikaranîn. Lê mixabin îro bi dîmen û belgeyan jî eşkere dibe ku li ser gerîla her roj ev çek tên bikaranîn. Piştî ku dîmen hatin belavkirin, dewleta dagirker ji bo ku binketina xwe binûximîne êrişên xwe yên li ser civak û gerîlayan hîn zêdetir kir. Lê mixabin tevî evqas belgeyan jî, aliyên peywendîdar bêdengiya xwe dewam dikin. Salên 90’î jî ev kiryarên Tirkan hebûn. Çiqas navên kesên ku ev çek bikaranîne diguhere jî, armanca wan yek e.”
‘Artêşa Tirk têk çûye’
Dilgeş Sason di dewama axaftinên xwe de diyar kir ku di dîmenên herî dawî yên hatine weşandin de tevahî qirêjiya dewleta Tirk derketiye holê û wiha pêde çû: “Dewletek wisane ku cenazeyên xwe jî dişewitînin. Lê ev ne cara destpêkê bû, gerîlayan bi dehan caran hovîtiya wan eşkere kirine. HPG’ê nasnameya leşkeran eşkere kirin, lê heta niha jî kes li wan napirse. Cenazeyên xwe di zinaran de davêjin û dişewitînin. Hêzên gerîla gelek caran bang li malbatên leşkeran kirin da ku xwedî li zarokên xwe derbikevin. Gelo qey malbatên van kûştiyan li zarokên xwe napirsin ka çawan hatine kuştin? Dîmenên hatine parvekirin, bersiva van pirsan dide. Artêşa Tirk dimire. Derûniya artêşa Tirk têk çûye û nizanin wê çi bikin. Di dîmenan de jî eşkere dibin ku artêş nemaye. Dixwazin bi artêşeke ku di îradeya xwe de hilweşiyaye, bi ser bikevin.”
‘Armanca gerîla mezin e’
Rojnamevan Dilgeş Sason bal kişand li ser rewşa gerîla û anî ziman ku tevî hemû êrişan jî, hêzên gerîla xwedî moral û motîvasyoneke mezine û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi soza tolhildana şehîdan, her roj derbên mezin li dagirkeran dixe. Ji ber ku armanca gerîla mezine. Gerîla soza tolhildana şehîdan daye. Berxwedana gelê Kurd çiqas bilind be, gerîla jî ewqas bi hêz dibe. Ji ber ku gerîla hêza xwe ji gelê xwe digire. Niha li qadê her çiqas dewleta Tirk di rêjeyek zede de êrişên bi çekên kîmyewî berdewam bike jî, însiyatîfa şer di destê gerîlayan de ye. Her roj bi dehan çalakiyên bi rêbazên pispor, tên lidarxistin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi moraleke bilind, bi pisportiyeke mezin, derbên mezin li dagirkeran dixe. Tişta ku em bikarin bibêjîn eve; gerila hêza mezin û fedayî ya gelê Kurde, ti hêz nikare vê rastiyê berovajî bike. Pêwîste gelê Kurd, xwedî li gerîlayên xwe derbikeve.”
0 Yorumlar