Êrişên dagirkeriyê yên li ser axa Şengalê ji sala 2003’an ve bi hatina desthilatdariya PDK’ê ya li ser axa Şengalê destpêkiriye. Ji 2003’an heta niha gelek ferman li ser gelê Şengalê hatiye pêkanîn. Di sala 2007’an de komkujiya Til Izêr û Sîba pêkhat. Berdewamiya van fermanan di 2009’an de li Sineyê hat pêkanîn. Di wê pêvajoyê de gelê herêmê di bin parastina Partiya Demokartîk a Kurdistanê PDK’ê de bû û ne xwedi derkedina PDK hevkariya van fermanan bû. Beriya 2003’an ti êrişek li ser herêmê ne bûn, lê bi hatina PDK’ê re êriş û fermanan li ser gelê Şengalê destpê kirin. Niha jî PDK bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re alikariya êrişên dewleta Tirk ya li ser Şengalê dide berdewam kirin. PDK û dewleta Tirk dixwazin vîn û hêza gelê Şengalê teslîm bigirin û wek koleyan ji bo xwe bidin karanîn. Ger heta niha ev hêz negihabe armanca xwe, bi saya hêz û vîna ku di nava gelê Şengalê de hatî avakirin e. PDK ji bo carek din bikev nava axa Şengalê, di sala 2017’an de bi êrişekî hêzên taybet êrişî Şengalê kir. Di wê demê de hemû rêbazên xwe yên qirêj, li ser gelê Şengalê dan pêkanîn. Bi van êrişan xwest carek din li axa Şengalê vegere. Lê gelê Şengalê hatiye guhertin, ne gelê beriya 2014’ê ye. Wê nikarin weke ku dixwazin derbasî axa Şengalê bibin. Gelê Şengalê bi xwe hesiyaye, hêzek ji bo xwe ava kiriye. Wê carek din xiyaneta PDK’ê nepejirîne. Niha jî ji bo hêza Şengalê ya hatî avakirin tine bike, hevkariya dewleta Tirk dike. Ev jî bi rêya sîxur û xiyanetê dike. Dixwaze bi van êrişên xwe parçebûnê di nava gelê Şengalê de bide çêkirin. Bi rêya êrişên hewayî jî dixwazin di nava gelê Şengalê de tirsekê ava bikin. Dixwazin gelê Şengalê carek din penaber bibin. Lê ev wê tenê wek xeyal ji wan re bimîne. Xiyaneta malbata Barzanî dike, êdî zelal e. Bi tank û topên xwe, bi siyaseta xwe ya qirêj dixwaze gel ber bi xwe ve bikişîne. Dixwazin gelê Şengalê axa xwe bi terikînin, berê xwe bidin Şengalê û bi vê jî dixwaze axa Şengalê dagir bike û bixe di bin desthilatdariya xwe de. Wek gelê Şengalê, me îradeyek ava kiriye, em ê ti carî li hemberî xiyaneta malbata Barzan û êrişên dewleta Tirk, serî natewînin û heta dawî li ber xwe bidin. Cihê xiyanetkaran li ser axa Şengalê tine ye. Ger em giştî bigirin dest, hemû dewletên cîhanê li hemberî van êrişên li ser Şengalê bêdeng in. Ji ber ku ew dewlet li gorî berjewendiyên xwe alîgirên xwe diyar dikin. Îro ew dewlet dikarin li hemberî van êrişên li ser Şengalê bisekinin û pêşî li êrişên dewleta Tirk bigirin. Hêza wan heye ku van firokeyan bidin sekinandin, lê li gorî siyaseta wan ya li Rojhilata Navîn, ev yek ne di berjewendiyên dewletên navneteweyî de ye. Berjewendiyên xwe yên aborî û bazirganî, ji bo gelê Şengalê naxin xeteriyê. Bi vê bêdengiya xwe hevkariya dewleta Tirk dikin. Yên ku axa Şengalê vala dikin, jin û zarokên Şengalî li bazaran difiroşin ew bixwe ne. Dibe ku em bi tenê bin, lê me li ser fikrê Rêber Apo hêz û vîna xwe ji nû ve zindî kiriye û li ser vî fikrê azadî û demokrasiyê, emê têkoşîna xwe li hember dagirkeran bilindtir bikin û ser bikevin. Em ê hêza xwe mezintir bikin û carek din xwe teslîmî ti xiyanetkaran nekin. Em doza mafê xwe dikin û em ê axa xwe biparêzin. Nêçîrvan Barzanî dibêje; ‘Ti karê wan di nava Şengalê de nîne’ em wek zarokên Şengalê axa xwe diparêzin.
0 Yorumlar