Ticker

10/recent/ticker-posts

EBÛZÊYD DÊRHINÎ: KELECANEK PIR MEZIN BÛ, GAV BI GAV NÊZÎ SEROKATÎ DIBÛN

Dewleta Tirk a dagirker di 29’ê Tebaxê de bi balafirê bêmirov a biçek êrîşê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Maxmûr) kir û di encamê de welatiyê Kurd yê bi navê Ebû Zêyd Abdullah Ubeyd bi giranî birîndar bibû û di gihandina nexweşxaneyê de şehîd bû. 


Li rêwîtiya penaberiyê ya xelkê Mexmûrê gelek çîrok û serboriyên cihê xwe di têkoşîna azadiyê de kiriye heye. Yek ji van jî jiyan û serboriya Şehîd Ebû Zêyd e ku bi têkoşîn û jiyana xwe ya welatparêzî û şoreşgeriyê tê nasîn e. Şehîd Ebû Zêyd Abdullah Ubeyd Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê zû dinase û di sala 1995’an de jî berê xwe dide qada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li wir perwerdeyê dibîne. Ebû Zeyd Abdullah Ubeyd ji Gundê Dêrîhîn a ser bi navçeya Qilaban a Şirenxê ve ye û ji Eşîra Goyiyan e. Di nava malbateke herêma Botanê de mezin dibe. Şehîd Ebû Zeyd Abdullah Ubeyd di bernameya Şopên Rojê de qala serpêhatî û dîtina Rêbertî kiribû.

‘XELKÊ HERÊMÊ ZÛTIR TEVGER NAS KIR’ 

Şehîd Ebû Zêyd Abdullah Ubeyd li ser herêma xwe van tiştan tîne ziman: “Herêma me herêma Botan ê ye. Li Botanê me Tevgera Azadî zû naskir û dîsa gel ji her derê zûtir bihîstin û pêre kar kir. Bi taybet em wek Goyan li sînor bûn. Destpêkê Tevger li Heftenîn kar kir û nêzî me jî bûn. Ji bo ku li gel Bakur û Başûr kar bike bi civakê re wir ciheke pir guncav be. Ji bo wê xelkê Goyî ji her derê zûtir dîtin. Ji ber xeta bazirganiyê bû, ji bo wê çendê hema bêje xelkê goyî 83-85 dîtin û cihê gerîla ya li ser vê rêyê bû sedem ku zûtir nas bike. Min bi rêya bazirganiyê 85-86 min gerîla dîtin. Di salên 88-89’an de bi awayek aktîf me dest bi kar kir.”

‘WEKE ŞOREŞGERÊN LI DIJÎ DAGIRKERAN ŞER DIKIR PÊNASE DIKIRIN’ 

Şehîd Ebû Zêyd Abdullah Ubeyd têkildarî bandora PKK’ê ya li ser wî jî wiha vedibêje: “Bandora wê ya li ser civakê, bi sedsalan gelek serhildanên Kurdan rabûn, çiqas weke civakên din dîroka me nebe, bi deng û stranan hatin. Bi stranan û deng ev qetlîam û komkujî ji bo me hatin vegotin. Mirov di nava rewş û malbatek wiha de mezin bibe, tu bi xwazî nexwazî bandor dibe. Wan deman PDK û YNK’ê jî hebûn û dîsa gelek tevgerên din li Başûr û xetên sînor hebûn. Ji ber bazirganiyê têkiliyên me jî bi wan re çêdibûn. Bi taybet dema tevgera PKK’ê li gorî yên din bi me biyanî bû. Dema li Botanê xwe da nasîn û civak nas kir. Zêdetir bandor li ser civakê kir. Çiqas dijim propaganda kir û bi taybet li ser mijara jin a di nava tevgerê de. Civaka me civakeke feodale, di mijara jin de pir hesas e. Dijmin ew zeîftî bikar anînî. Di encamê de tevgerê civak anî wê astê ku êdî civak û eşîrên feodal qebûl kirin ku jin û mêr ranebin wê şoreş ser nekeve. Civakê ev rewş qebûl kir, heq heye jin tevlî şoreşê bibin. Tevgerê nûnertiya gelê Kurd kirin. Xelkê me yê herêmê ji bo Apogeran digot ‘Yên ji me çêtir’. Her çendî îdeolojiya PKK’ê nas nedikirin jî, lê weke şoreşgerên ku li dijî dagirkeran şer dikin pênase dikirin.

‘BÛ DERFETÊ TOLÊ JI DIJMIN HILÎNIN’ 

Ciwanên wê demê jî hinek din rastiya dijmin nasî bû, ev jî ji bo me bibû avantaj ku zêdetir nêzî tevgerê bibin. Me dijmin nasîbû û dîsa zilam li pêşiyê me kiribû, bihîstibû ev jî bo avantajek mezin bû em tola xwe hildin. Tevgera PKK’ê ji bo me avantajek mezin bû ku em wê tol û hestê ku rojek ji bo me derfet çêbibe wê tolê li dijminê xwe vekin. Weke kes jî bandorek welê li min kir ku ez jî tevlî nava tevgerê bibim û sûdekê bidim civakê û tola xwe hilînin. Ser wî esasî nêzî tevgerê bûn.”  

‘ME KAR LI NAVA KAMPÊ KIR’ 

Şehîd Ebû Zêyd Abdullah Ubeyd diyar kir ku piştî şer li herêmê giran bû ew koçber bûn û wiha berdewam kiribû: “Piştî şer li Botanê giran bû û me nekarî wek berê lê kar bikin, bijîn. Ji bo wê me agahî da rêxistinê û di sala 1994’ê meha Gulanê de derbasî bestan bûn. Malbat bi gelê herêmê re koçber bûn. Di sala 1994’ê de li Bihêrê û Bêrsîvê kampên penaberan çêbû û li wir me weke milîs û dîsa di nava saziyên hatin avakirin de kar kir. Sala 1994-95’an li vir tabûrên milîsan hatin avakirin û me jî cihê xwe têde girt.”  

‘KELECANEK PIR MEZIN BÛ, GAV BI GAV NÊZÎ SEROKATÎ DIBÛN’ 

Şehîd Ebû Zêyd Abdullah Ubeyd li ser kêliyên ku cara ewilê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtî wiha anîbû ziman: “Di sala 1995’an de rêxistinê diyar kir ku wê derdorî 20 kesan ji kampa Etrûş biçin gel Serokatî. Di nava koma me de ez tenê milîs bûm, yên din mele, rûspî û dîsa kesayetên naskirî bûn. Her kêlî û her saeta rêwîtiyê ya ber bi qada Serokatî ve, em kelecanîtir dibûn. Her gav em diçûn nêzîkî Serokatî dibûn. Dîtina Serokatî kelecanekî pir cuda bû. Li Akademiya Mehsûm Korkmaz hevalan em pêşwazî kirin. Di nava wê kelecaniyê de agahî hat û gotin ‘xwe amade bikin wê Serokatî bê.’ Serokatî hat, em di rewşek welê de bûn ku me nezanî çawa radibin û rûdinin. Kelecaniyeke welê me girtibû. Serokatî hat me hev hembêz kir, hev da nasîn. Bersivên me bi nîvî bûn, pir kelecanî bûn. 

‘MIROVÊ SEROKATÎ DÎT Û FAM KIR, GIRÊDAN HETA MIRINÊ YE’ 

Serokatî keseke asayî nîne, Serokatî çi gotin bike li gel min gûman têde nîne. Ji ber ku li qada Serokatî min jiya û şahidî ji gelek pêşdîtin û dahûrandinên wî re kir. Girêdana bi Serokatî re, çawa mirovek dîndar bi Xudayê xwe ve bi baweriya xwe ve girêdayî be û bê dudilî be, ji bo me jî Serokatî wisa ye û girêdan heta mirinê ye. Mirovên serokatî dîtî û serokatî fam bike, ez bawer nakim heta ruh li ser bedenbe wê xiyanetê neke. Mirovên girêdanbûna xwe dernexe zanistiyê; dawiyê diçin xiyanetê.”

‘CEWHERA ME BI ME DA NASÎN’ 

Şehîd Ebû Zêyd Abdullah Ubeyd li ser bîranîna xwe ya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tişt gotin: “Rojek Serokatî em vexwendin ser xwarinê. Li ser sofreyê kêr, çetel û dîsa tiştên din hebû ku xwarin pê bê xwarin. Me jî dest da çetel û kêrikan ku gotş parçe bikin, Serok di vê navberê de me dişopîne û got, ‘Ev ne terzê Botanê ye. Xwarinxwarina we ne wiha ye. Ji bo wê xwarin xwarina we wiha be, wê şerê we jî wiha be.’ Botan wiha nîne. Serokatî dest da nan, goşt parçe kir û xist nava nan û pêça da me got; ‘Hûn wiha xwarin dixwin, wiha şer dikin.’ Bi wî rengî me xwest li ber Serokatî xwe bi rengek din bidin nîşandan. Serokatî cewhera me bi me da nasîn. Tu digihêjî lûtkeyekê tu şiyar dibî ne li wir î, winda kir. Çawa xeyal vala dibin, me hêvî nedikir em ê bigihêjin wê qonaxê û wisa lê qut bibin. Bandorek mezin hişt ser me. Qutbûna ji Serok pir giran bû. Bandora wê mehek du meh ma li ser min.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar