Ticker

10/recent/ticker-posts

Kerkûkê 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Dezgeha Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê ragihand ku di 2 pêngavên cuda yên li Kerkûkê hatîn kirin de 13 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.


Dezgeha Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya operasyonên li dijî paşmayên çeteyên DAIŞ’ê de, di kemîna ku li parêzgeha Kerkûkê hatî danîn de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Her wiha di daxuyaniyê hat diyarkirin ku 4 çeteyên ku di nava ‘Polîsa Îslamî’ û ‘Dîwana Cund` de cih digirtin ku beşdarî êrişên li ser navendên sivîl û hêzên ewlehiyê bibûn, bi biryara dadgehê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îfadeya hemû gumanbaran hatine nivîsandin û radestî aliyên dozgeriyê kirine.

Yorum Gönder

0 Yorumlar