Ticker

10/recent/ticker-posts

4 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 çeper û 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha tê gotin: “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku xwe bi ruhê Apoyî xurt kirine, ji bo paşeroja azad a gelê me bi rengekî fedaî şer dikin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Hêzên me ji xwe re kirine esas ku nirxên şehîdên me yên pîroz bêteredût biparêzin, mezin bûn û taktîkên gerîla yên serdema nû bi rengê hreî xurt dixin pratîkê û li ser xeta serketinê dimeşin.

Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 4 dagirker hatin cezakirin û 3 çeper û 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 11 caran bi teqemeniyan, bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 28 caran bi helîkopterên êrîşê, 17 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe kir.

Artêşa Tirk a dagirker li Qadên Berxwedanê yên Werxelê û Şikefta Birîndaran bi kepçeyan hewl da çeperên şer birûxînin.”

Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

31’ê Tebaxê saet di 06:00 de li qada Girê Şehîd Şahan a li Xakurkê, tîmên me yên YJA Starê yên bi tevger li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, 3 çeper û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

31’ê Tebaxê saet di 17:30’î de sîstemeke kamera ya mobesse ku li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatibû bicihkirin ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.

31’ê Tebaxê saet di navbera 11:15-16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkeran xwestin bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bombeyan biavêjin nava çeperên şer. Hêzên me 2 caran bi sabotajê li van dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

31’ê Tebaxê çeperên şer ên li Qadên Bexwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Şikefta Birîndara 11 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

31’ê Tebaxê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi bombeyên gazê hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

31’ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Amediyê, Girê FM û Girê Cûdî 28 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

31’ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Deşta Kafya, Girê Bihar û Sîda yên Garê 17 caran balafirên şer hatin bombekirin.

31’ê Tebaxê li Xakurkê qadên Girê Şehîd Hakî, Girê Şehîd Kamûran û Geliyê Lolan, her wiha Qadên Berxwedanê yên Şehîd Adil û Sîda bi obus û hawanan bi dehan carî hatin bombekirin.

31’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker hewl da ku bi kepçeyan tunel û çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara û Werxelê birûxîne.

31’ê Tebaxê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM geriyan.

31’ê Tebaxê saet di navbera 12:00-15:30’î de hêzên PDK’ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li gel artêşa Tirk karê çêkirina rê dewam kir.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar