Ticker

10/recent/ticker-posts

'GELÊ KURD DI NAVA RONESANSEKÊ DE YE'

Sozdar Avesta anî ziman ku nexşe û projeyên li ser Kurdan têne amadekirin, êdî bêwate ne û got, "Kurd êdî bêwarî û bêstatuyê ti carî qebûl nakin. Gelê Kurd di nava ronesansê de ye. Ji bo jiyan û paşeroja xwe xwedî projeyan e."


Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji rojnameya Newaya Jin re axivî.

'EGER DAÎŞ BI SER KETIBÛYA WÊ EMERÎKA Û NATO MÎNA BI TALÎBANÊ RE KIR, BI WAN RE JÎ TIFAQ KIRIBÛNA'

Sozdar Avesta anî ziman ku Rojhilata Navîn ji gelek aliyan ve mîna şaneya esasî ye, ne hêsan e ku bê xerakirin û got, "Kurdistan bi taybetî jî Rojava temsîla parastina nirxên herêmê dikin. Rojava ku şoreşeke nû ya mirovahiyê lê şîn bûye, ew cografya ye ku lîstikên qirêj ên hegemonan pûç dike. Şoreşa Rojava xwedî fikrekî ji jiyaneke alternatîf e, ji sala 2014'an ve di hedefa rêxistinên çete yên mîna DAÎŞ'ê û dewletên mîna wan de ye. Di şexsê Şoreşa Rojava de hate xwestin ku hêza berxwedanê bê şikandin. Gava ku DAÎŞ'ê komkujiyên hovane û sûcên giran kir, gelek dewletan lê temaşe kirin, bêdeng man. Ev bêdengî erêkirin bû, piştgiriya ji vê kiryarê re bû. Xwestin li bendê bimînin ku DAÎŞ bi ser bikeve û pê re tifaqê çêbikin. Eger DAÎŞ bi ser ketibûya wê Emerîka, NATO pê re têkilî danîbûya û hevdîtin bikira. Mîna ku îro li Efganistanê bi Talîbanê re têkilî û tifaqê dikin. Îradeya gel a ku Şoreşa Rojava afirand, ev lîstik û hesab hemû têk bir. Lewma di şerê dijî DAÎŞ'ê de ya ku têk çû ne tenê ev çete bû, di heman demê de hêzên piştevanê wê bûn. Ji Kerkûkê heta bi Mexmûrê, ji Şengalê heta bi Rojava şervanên Kurd ên wêrek, pêşî li komkujiyên mezin girtin, gelek deverên hatibûn dagirkirin rizgar kirin. Di encama berxwedaneke bêhempa û berdêlên giran de DAÎŞ hate têkbirin."

'GELÊ KURD DI NAVA RONESANSEKÊ DE YE'

Sozdar Avesta anî ziman ku di 100 saliya Peymana Lozanê de nîqaş li ser jinûve dîzaynkirina herêmê tê kirin, armanc jinûve têne destnîşankirin û got, "Pêwendiya van nîqaşan bi Şerê Cîhanê yê 3'emîn re heye, ku dewam dike. Di pêvajoya Şerê Cîhanê yê 1'emîn de ku destpêka sedsala 20'î de qewimî, Tirkiyeyê bi îdeolojiya yekperest û serwer, gelê Ermen qir kir. Di sedsala 21'ê de jî gelek gel û baweriyên bêdewlet, di serî de jî Kurd, bi metirsiya qirkirinê re rû bi rû ne."

Sozdar Avesta wiha dewam kir:

"Di salvegera 100'î ya Peymana Lozanê de dixwazin van komkujiyan jinûve bikin. Peymana Lozanê peymana qirkirina Kurdan e, tapûya parçekirina Kurdistanê ye. Kurdan ev peyman qebûl nekirin û weke peymaneke komkujiyê dîtin, lewma di sala 1925'an de bi pêşengiya Şêx Seîd serî hildan. Ji Raperîna Agiriyê heta bi pêngava PKK'ê, di raperînan hemûyan de tê dîtin ku ev peyman li nava Kurdan nayê qebûlkirin. Kurdan parçekirina Kurdistanê ti carî qebûl nekirin. Timî li ber rabûn. Niha di sedsala 21'ê de jî hewl tê dayin ku Kurd bêne qirkirin, bêstatu bêne hiştin. Ji xwe Komploya Navneteweyî jî ji bo Kurd di sedsala 21'ê de nebin xwedî statu hate amadekirin. Dixwazin ku Kurd dest ji doza xwe ya azadiyê berdin. Ev pêvajo ji sala 1991'ê û vir ve li ser herêmê tê ferzkirin. Ji ber ku yekane hêza li ber berjewendiyên siyaseta hegemon a li ser herêmê radibe, Kurd in. Dewwlemendî, çavkaniyên aborî, bingeha çandî, nirxên exlaqî, civakîbûna li Rojhilata Navîn hemû di hedefa modernîteya kapîtalîst de ne."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bi bîr xist ku Kurd di rewşa heyî de ne li nava sînorên sedsala 20'î de ne û got, "Gelê Kurd êdî gelekî rêxistinbûyî, têgihiştî, xwedî sîstem û paradîgmayê ye. Xaka ku gelê Kurd 50 sal in ji bo wê têdikoşe, xaka wan bi xwe ye. Ji bo azadî, ziman, xaka xwe têdikoşe û di vê oxirê de berdêlên gelekî giran da. Lewma nexşeyên nû, projeyên nû li Kurdistanê bêwate ne û nepêkane ku encamê bi dest bixin. Kurd wê êdî bêwarî û bêstatuyê ti carî qebûl nekin. Gelê Kurd di nava ronesansekê de ye. Xwedî projeyên xwe yên li ser jiyanê ye. Ew dema ku hinek li ser wan projeyê çêdike, nexşeyan xêz dike, derbas bûye."

'HER TUNEL Û ÇEPEREK JI BO DIJMIN BÛYE SENDROMEK'

Sozdar Avesta di dewama hevpeyvînê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand.

Sozdar Avesta got, "Belê dewleta dagirker û mêtinger di serî de Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên qirkirinê li tevahiya Kurdistanê belav kiriye. Armanca xwe ya bingehîn qetilkirina Kurdan bi temamî ye, tunekirina destketiyên Kurdan e. Kenan Evren gotibû, 'Li ku derê Kurdekî berxwedêr hebe wê bê qetilkirin' û ev gotin îro jî weke gotineke dewletê di şexsê Erdogan de tê ferzkirin. Erdogan ku çavê wî li wê ye bibe Ataturk ê duyemîn, di sala 100'î ya Peymana Lozanê de dixwaze sînorên mîsakî mîllî berfireh bike."

Sozdar Avesta anî ziman ku ji sala 2016'an û vir ve Tirkiye bi Rewşa Awarte tê birêvebirin, her kesên li ber xwe didan hatin bêdengkirin û destnîşan kir ku yekane hêza nekarî bê bêdengkirin û têkbirin Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye.

Sozdar Avesta diyra kir ku gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî êrîşên bi eçkên kîmyewî û her cûre çekan, bi lehengî li ber xwe didin û işaret bi şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê kir, ku îradeya jin a azad lê derdikeve pêş, serketin û destketiyên mezin diafirîne.

Di vê der barê de Sozdar Avesta wiha axivî: "Yekîneyên YJA Star û HPG'ê di serî de şerê tunelan û tîmên bi tevger, li ser du taktîkên bingehîn li ber xwe didin. Tîmên bi tevger xwe bi rengekî profesyonel bi rêxistin kirine û li dijî her cûre çek û êrîşan bi destanî têdikoşin. Tîmên bi tevger ne tenê derbê li dijmin dixin, her wiha dikevin çeperên dijmin, dest datîne ser çekan, nahêlin dijmin bi pêş ve biçe. Taktîka duyemîn jî ji tunelan pêk tê. Her tunel ji bo dijmin bûye sendromek. Ji meha Nîsanê ve dijmin hewl dide bikeve hundirê tunelan, lê bêencam maye. Di êrîşên qirkirinê yên Pençe-Kîlît de dagirker li Zap û Avaşînê kilît bûn. Biv ê wesîleyê şervanên YJA Star û HPG'ê silav dikim, pîroz dikim ku daxwaz û armanca dagirkeran di ber wan de hiştin."

'DI HER PÊVAJOYA GIRÎNG DE PDK'Ê LI KÊLEKA DIJMIN CIH GIRT'

Sozdar Avesta işaret bi rola PDK'ê jî kir û got, "Bêguman eger ne ji rola PDK'ê bûya, mêtingeriya Tirk nekarîbû di vê astê de seferên dagirkeriyê li Kurdistanê bike. Lingê xwecihî yê van êrîşan PDK ye. PDK'ê îsal bi rengekî eşkere raxist pêş çavan ku xiyanetê dike. Malbata Barzanî nîşan da ku ew hevkarekî Tirkan e. Pozîsyona PDK'ê ev e û ev yek jî tercîheke bi zanebûn e. Ti derdê PDK'ê nîne ku Kurdekî azad bê afirandin, Kurdistan bê parastin, destketiyên Kurdan bêne parastin, yekîtiya neteweyî bê pêkanîn. Li hemberî van hemûyan, li kêleka mêtingeriya Tirk cih girtiye. Bi vê pozîsyona xwe dijminatî li Kurdan kiriye.

PDK di asta heyî de li pêşiya ronesansa Kurdan faktorê bingehîn ê astengiyê ye. Rola ku PDK pê radibe, di pêvajoya raperîna Koçgirî û Dersimê de rol û mîsyona nokeran a rûreş e. PDK bi tifaqa bi dewleta Tirk a faşîst re berjewendiyên xwe dibîne. Qedera xwe bi ya Erdogan re kiriye yek. Mîna rejîma mêtinger a Tirk, PDK jî hesabê wê yekê dike ku bi tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd wê qada xwe ya serweriyê berfireh bike. Ev rewşeke nû nîne. PDK ji damezrandina xwe û vir ve di her pêvajoyên krîtîk ên destketiyên Kurdan de, timî li gel dijmin cih girtiye. Bi dehan caran gelê Kurd di nava komkujiyên mezin de hiştiye. Helebçe, Enfal mînakên şênber ên vê yekê ne. Êrîşa Saddam a sala 1997'an a li ser Hewlêrê jî bi hevkariya PDK'ê bû. Di salên 1960'î de li Bakurê Kurdistanê şoreşa ku şîn dibû ji ailyê PDK'ê ve hate astengkirin. Dr. Şivan, Saît Kirmizitoprak qetil kirin. Bi sedan gerîla xistin kemînê û şehîd xistin, bi sedan jî îxbar kir û teslîmî mêtingeriya Tirk kir. Dawiya dawî mablata Barzanî xwe teslîmî dewleta mêtinger a Tirk û şefê wê yê faşîst Erdogan kiriye. Gelê me baş bi vê rastiyê zane. Eger PDK ji gelê me lêborînê nexwaze û dest ji hevkariya bi dijminr e bernede, wê ji darizandina ji aliyê gelê me ve rizgar nebe."

Yorum Gönder

0 Yorumlar