Ticker

10/recent/ticker-posts

Mexmûriyan hovîtiya li hember canazeyê Şehîd Welat Çiya bi tûndî şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ya li hemberî cenazeyê Welat Çiya (Hakan Arslan) raberkirî, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.


Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina derve ya navçeya Sûra Amedê di 2’yê Kanûna 2015’an de hatibû destpêkirin, şehîd bûye. Cenazeyê Hakan Arslan piştî 7 salan di hundirê kîsekî de li Dadgeha Amedê radestî bavê wî Alî Riza Arslan kirin. Li hemberî vê rêbaza radestkirina cenazeyê Welat Çiya ango Hakan Arslan ya ji bo malbatê, li Wargeha Mexmûrê jî bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeta Welat Çiya de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Sultan Yildiztan ve daxuyaniyek hat dayîn.

Sultan Yildistan destpêkê xêrhatina gelê amade kir û wiha peyîvî: “Li şûna ku me îro roja aştiya cîhanê pîroz bikirba, îro em li ser van tiştan diaxivin. Welat Çiya yê ku beriya niha heft salan şehîd ketibû, bi rêya Tipa Edlî ya Amedê weke kîsekî normal hestiyê kurê wî di kîsekî de da destê wî. Ev  yek cihê şermezariyê ye bi ti awayî nayê qebûl kirin. Pêwîst bû gelê Kurd li hemberî vê li ser piyan bûya. Gelê Kurd bi hovîtiya dewleta Tirk re rû bi rû ye, sondxwariyê tinekirina gelê Kurd e. Divê em li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Qaşo îro 1’ê Îlonê ye, roja aşîtiya cîhanê ye, lê mixabin îro di Kurdistanê de, di welatê me de aşîtî nîne û dewleta Tirk bi hovîtî nêzî Kurd dan dibe. Ew şehîdên me ne, ew şehîdên vê dozêne em ti caran wan ji bîr nakin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirn’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar