Ticker

10/recent/ticker-posts

YPS’ê Çawişê Pispor Tûrgay Kulcu ceza kirin

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Alî Tolhildan ên YPS'ê ragihandin ku di 27'ê Tebaxê de li Dîlokê Çawişê Pispor Tûrgay Kulcu ceza kirine.


Di daxuyaniya YPS'ê de ev agahî hatin dayin:

"27'ê Tebaxa 2022'an li Parka Yuzuncu ya taxa Akyolê ya li navçeya Şahînbeylî ya Dîlokê, Çawişê Pispor Tûrgay Kulcu ji aliyê tîmên me yên bersivdanê yên Şehîd Alî Tolhildan ve hate cezakirin.

Ev çalakî ji bo hilanîna tola Bûrhan Altintaş, ku piştî 27 salan di sala 2019'an de hestiyên wî yên li qiraxa rê ya Kîlyosê hatibû binaxkirin di hundirê qutiyekê de radestî dayika wî hate kirin, ji bo hilanîna tola Agît Îpek, ku 10'ê Nîsana 2020'î cenazeyê wî bi rêya kargoyê ji dayika wî re hate şandin û ji bo hilanîna tola Hakan Arslan hate lidarxistin, ku hestiyên wî piştî 7 salan di hundirê kîsekî de dan destê bavê wî.

Şer daxwaza dewleta Tirk a faşîst e. Li hemberî vê yekê, em jî weke hêzên tolhildanê ku xwe bi rêxistin kirine û bi ser hêzên faşîst ve diçin, heta ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad nebe û ew bi xwe ji me re perspektîfa 'raweste' nede, em ê bi çalakiyên xwe yên sofîstîke cîhanê li serê vê faşîzma dewleta Tirk birûxînin. Dewleta Tirk ku di vî şerî de êrîşî nirxên gelê Kurd hemûyan dike û hewl dide dîroka gelê Kurd mehkûmî dîroka draman bike, li gel bikaranîna her rê û rêbazên li dijî pîvanên şer, bi xeta xwe ya ji exlaqê bêpar, têkçûna xwe bi destê xwe ji cîhanê re ispat dike. Êdî cîhan tev zane ku di vî şerî de weke gelê Kurd her cûre rêbazên me yên tolhildanê mafdar e, ne tenê gelê Kurd her wiha gelên demokratîk û sosyalîst hemû bi her çalakiya me ya tolhildanê bêhn tê ber. Karakterê faşîst, şoven û nijadperest ên dewleta Tirk a heyî li ser tevahiya cîhanê gefeke. Gelê Kurd ê Şoreşger û gelên Tirkiyeyê yên demokratîk, vê yekê baş zane. Her wiha baş zane ku serîtewandin jî wê bê wateya rêdana li vê faşîzmê. Li ser vê bingehê bi wesîleya vê çalakiyê em bang li gelê Kurd, dijberên faşîzmê û gelên Tirkiyeyê yên şoreşger dikin ku bi pêşengiya pêngava serketinê ya sala 50'emîn a YPS'ê de xwe bi rêxistin bikin, tola me ya dîrokî hilînin, faşîzmê hilweşînin û civaka azad ava bikin."

Yorum Gönder

0 Yorumlar