Mamosta Zekiye Kaçan 8’emîn salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Mexmûr û Şengalê bi tûndî şermezar kir û got: “Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê bi hewara Mexmûr û Şengal hatin. Gel û gerîla dijî DAIŞ’ê şer kirin û cara destpêkê DAIŞ li Wargeha Mexmûrê hat şikandin.”
ARMANC HEREKOL - ROJEV
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir û piştî wê sê rojan ango di 6’ê Tebaxê de, bi heman armancê êrişî Wargeha Mexmûrê jî kirin. Têkildarî vê mijarê Mamosta Zekiye Kaçan ji rojnama me re qala wan rojan kir û got ku ew timî bi ruhê Apogerî amadene gelê xwe biparêzin.
Dixwestin
Mexmûrê têk bibin
Zekiye
Kaçan di destpêka axaftina xwe de 8’emîn salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li
ser Wargeha Mexmûr û Şengalê bi tûndî şermezar kir û di şerê DAIŞ’ê de gihiştine
şahadetê bi bîr anî û got: “Di sala 2014’an de bi hezaran jin, zarok û zilam ji
aliyê DAIŞ’ê ve bi hovane hatin qetilkirin. Armanca DAIŞ’ê tinekirina gelê
Êzidî û gelê azadîxwaz bû. Piştî fermana 74’an a Şengalê, DAIŞ’ê bi heman
armancê êrişî wargeha me jî kir. Wargeha Mexmûr bi fikir û felsefa Rêber Apo
xwe perwerde kiriye. Di nava wargehê de tevahî jiyan li ser bingehê paradîgmaya
Rêber Apo tê birêvebirin. Armanca êrişên li ser wargehê têkbirina rêxistinkirina
di nava wargehê de bû.”
Gerîla
bi hewara wan ve çû
Kaçan di
nava axaftinên xwe de anî ziman ku piştî çeteyan êrişî Şengalê kirin, wan
texmîn dikirin ku wê êrişî Wargeha Mexmûrê jî bikin û wiha pêde çû: “Di 6’ê
Tebaxê de agahî hat ku çeteyan dora Mexmûrê girtiye. Di şeva 6’ê Tebaxê de ji
bo ku komkojiyek mîna ya Şengalê ne qewime, me jin û zarok ji wargehê derxistin.
Me ti çek nebûn ku em dijî wan çeteyan şer bikin. PDK, YNK, İraq û gelek hêzên
din em li vir hiştin û reviyan. Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê bi hewara me hatin. Gerîlayan
çawa Şengal parast, wargeha me jî heman şêweyê parast. Gel û gerîla bûn yek û
dijî DAIŞ’ê şer kirin.”
Pêşmergeyên
PDK’ê reviyan
Zekiye
qala çeteyên DAIŞ’ê kir û bibîrxist ku wan çeteyan dixwest zarok û zilaman
bikûje û jinan jî wek kole di bazaran de bide firotin û wiha dirêjî da axaftinên
xwe: “DAIŞ’ê dixwest jinên wargehê di bazaran de bifiroşin. Wek jinên wargehê, me
jî di nava têkoşîna dijî DAIŞ’ê de cîh girt û me şer kir. Wargeha me jî wek
Şengalê hatibû firotin. Lê bi saya gerîla û gelê wargehê, DAIŞ’ê nekarî
bigihije armanca xwe. Şeva ku wargeh hatî valakirin, em çûn pişt çiyayê
Qerecoxê. Li wir pêşmergeyên PDK hebûn û nediwêrîn şer bikin. Hemû pêşmerge ne
wek mejiyê mala Barzanî tevdigerin. Ji ber ku di nava ewqas pêşmergeyên PDK’ê
de tenê du kesan şer dikir û piştî gûleyên wan xelas bûn hatin gel me û me ew
jî parastin. Wê demê wan pêşmergeyan jî rastiya mala Barzanî zanîn û xeber ji
mala Barzanî re dan.”
Mesûd
Barzanî hat ber lingê gel û gerîla
Zekiye
Kaçan di dawiya axaftinên xwe de behsa hatina Mesûd Barzanî ya ji bo wargehê
kir û got: “Piştî ku me DAIŞ şikand, Mesûd Barzanî hat ber lingê me û spasiya
gerîlayên PKK’ê û gelê wargehê kir. Wek jin rolê ku diket ser milê me, heta
dawî me pêkanî û me şer kir. Rûxmê bêderfetiyan jî me DAIŞ şikand. Ev jî bi
saya Rêber Apo pêkhat. Ji ber ku me hêza xwe ji Rêber Apo û şervanên wî digirt.
Wê demê rojnamevan Denîz Firat şehîd bû, em bi rêzdarî bibîr tînin. Wek jin em
bi Denîz Firat serbilindin û bi saya şehîdên wek wê, me karî em rastiya DAIŞ’ê
ji cîhanê re ragihînin. Niha wek jin em hîn zêdetir pêşketine û me xwe di her
hêlê de perwerde kiriye. Wek jinên wargehê em ti caran rê nadin dagirker û
xwînmijan. Em hertim dijî êriş û gefan amadene û emê tevahî kesên azadîxwaz
biparêzin.”
0 Yorumlar