Ticker

10/recent/ticker-posts

ZÎLAN: ÎDÎAYA MIN A JIYANÊ PIR MEZIN E

Dema kesên ku civaka wan, di her astên jiyanê de hatibin winda kirin; ji çand nasname û zimanê xwe hatibin dûrxistin, êşa wê civakê bi hemû kurahiya dilê xwe hîs dikin. Armancên wan çiqas mezin bin, çalakiyên wan jî ewqas mezin dibin û dibin helwesta serdema dîroka xwe. Rêheval Zîlan di 1995’an de li Dêrsimê tevlî refên partiyê bûye. Beriya wê demekî xebatên eniyê meşandiye. Piştî digihîje nav refên gerîla û şûnde, zanabûna xwe ya teorîk-îdeolojîk, bi rastiya Kurd-Kurdistan, hişmendî û xwesertiya azadiya jinê re dike yek. Zû pêş dikeve, teorîk û pratîkê di nav hev de fêr dibe, hewl dide rastiya Rêbertî û partiyê hîn kûrtir fêm bike, pêvajo û xeteriyan hîs dike, rast dixwîne û dinirxîne. Ev hemû taybetmendiyên wê zû tê ferqkirin. Rêheval Zîlan hewl dida hem Rêbertî û hem jî hevalên jin guhdar bike û fêm bike. Dixwest xwendin, nîqaş û dahûrandinan ji kûr ve fêm bike û hewl dida derbasî tevgera xwe ya jiyanê bike. Bi vî awayî Heval Zîlan bû şagirt û çalakvana herî bijarte ya Rêbertî. Ti car mehkûmî hişmendî û şertên serdemê nebûye, teslîmî nêzîkatiyên bê bawer yên li dijî jinê nebûye.

Hevrê û pêşenga jina Kurd Zîlan, yek ji wan kesane ku li dijî polîtîkayên qirkirinê, bi çalakiya xwe ya 30'ê Hezîrana 1996'an bû daxwaz û helwesta azadiya hemû jinan. Çalekiya heval Zîlan,piştî çalakiya bombeyî ya 6’ê Gulana 1996’an ya li dijî Rêbertî pêk hatî û şûnde, di nava demekî kurt de plana derbe li dijmin xistine. Rêheval Zîlan beriya biçe çalakiya fedaî di beşa nameya xwe ya ku ji Rêbertî û rêhevalan re hiştibû de wiha armanca xwe anibû ser ziman; “Îdîaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyanake bi wate û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez ji jiyan û mirovan pir hez dikim dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.” Şoreşgerek encaq dikare di vê zelalbûnê de fikir û hestên xwe îfade bike. Çalakiya ku Rêheval Zîlan li Dêrsîmê li dijî dijmin pêş xistî, ji bo ku komploya li ser Rêbertî vala bê derxistin, komplo negihîje armanca xwe û xeteriya ku nêzî Rêbertî dibû belav bibe ye. Ji ber vê yekê nêzîkatiya Rêheval Zîlan ji bo Rêbertî, sekn û helwesta wê ya li beramberî heqîqeta Rêbertî, ji aliyê Rêbertî bixwe ve wekî ‘Zîlan Manîfestoyek e’ hatiye pênasekirin.

Hevrê Zîlan li dijî konsepta îmha û înkarê, li dijî qirkirinê bû bersiva herî mezin. Ji bo wê, îro em dibînin encama çalakiya ku pêk hatî, gelê Kurd gihandiye astek wisa ku li her cihekî bûye qada berxwedan û têkoşînê. Eger pergala ku weke alternatîf em dixwazin bidin rûnişkandin û ber bi asta navnetewî ve diçin, encama vê çalakî û xwîna sedan şehîdên me yên bi nirxin. Li ser vî esasî ger rojane dewleta Tirk bi taybet AKP-MHP derbeyan ji hêzên Rêber Apo dixwe, encama destkeftiyên şehîdan e. Armanca valaderxistina komploya li ser Rêbertî, Rêheval Zîlan çalakiyek dîrokî li darxist û bû sembola têkoşîn û wêrektiyê. Em dikarin bêjin çalakiya jina têkoşer, jinên Kurd ji rewşa heyî derxist û bû hêmana azadiya jinan. Di asta herî pêş de, pêşengtî ji têkoşîna gelê Kurdistanê re kir.

PAKÎSTAN BÎLEN - ROJEV


Yorum Gönder

0 Yorumlar