Ticker

10/recent/ticker-posts

KES NIKARE VÊ ÎRADEYA RÊBER APO BIŞIKÎNE

Gerîlayan diyar kir ku fîşeka di 15'ê Tebaxa 1984'an de hate teqandin veguherî bi milyonan kesî û destnîşan kirin ku ew li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser şopa Egîd şer dikin.


Gerîlayên YJA Star û HPG'ê bi wesîleya salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayan bi bîr xistin ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê re gelê Kurd rabûne ser piyan û şerê niha li çiyayên Kurdistanê tê kirin dewama Pêngava 15'ê Tebaxê ye.

Nirxandina gerîlayên YJA Star û HPG'ê ya li ser Pêngava 15'ê Tebaxê wiha ye:

Gerîlaya YJA Starê Agirî Efrîn: Li çiyayên Kurdistanê şerekî gelekî giran tê kirin. Gerîla bi ruhê Apoyî li ser şopa Egîd û Zîlanan li dijî dijmin rûmeta mirovahiyê diparêzin. Em şagirtên Egîd û Zîlanan e. Çawa ku fermandar Egîd bi fîşeka destpêkê cihê xwe di dîrokê de girt, îro jî gerîla bi şerê xwe yê li çiyê dîrokê dinivîsîne. Em jî cihê xwe di nava vî şerî û vê têkoşînê de digirin. Em dixwazin dagirkeran, dijmin têk bibin û mohra xwe li dîrokê bixin.

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, bi vî rengî şer dike. Dijmin her cûre çekên qedexekirî bi kar tîne. Em li dijî van êrîşên hovane têdikoşin. Li gel êrîşên dijmin hemûyan jî wê nikaribe îradeya me bişikîne. Çi dibe bila bibe em ê xaka xwe neterikînin. Bi hezaran sal in em li ser vê xakê ne, ev xak xaka me ye. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê welatê xwe biparêzin. Em ê parçeyek ji xaka xwe nedin dijmin.

DIVÊ CIWAN BERÊ XWE BIDIN ÇIYÊ

Gerîlaya YJA Starê Roj Seydo: Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêber Apo, gelê Kurdistanê û hevrêyan hemûyan pîroz be. Fîşeka destpêkê ya ku di 15'ê Tebaxa 1984'an de hate teqandin veguherî bi milyonan mirovî. Banga min li jin û ciwanan e; di vê pêvajoya zor û zehmet de bila her kes berê xwe bide çiyê. Ji bo hilanîna tola hevalên me yên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûn, divê em têkoşînê hîn mezintir bikin. Dijminê me çima çekên kîmyewî bi kar tîne? Ji ber ku tiştekî din li ber destê wî nemaye. Teknîka dijmin li hemberî hêz û îradeya me têk çû. Divê her kes bi vê rastiyê zanibe û gerîla nas bike. Em zanin ku gelê me bi me piştrast e. Lewma em ê îsal teqez bikin sala serketinê.

EM Ê BERXWEDANA XWE BI SER BIXÎNIN

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Çiya: Di 15'ê Tebaxê de fîşeka destpêkê ji aliyê fermandarê me yê mezin Egîd ve hate teqandin. Ew fîşek bû jinûve vejîna gelê Kurd. Gelê Kurd bi dengê wê fîşekê rabû ser piyan. Şerê ku niha li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê tê kirin. Çawa ku fîşeka destpêkê ya ji aliyê Fermandar Egîd ve hate teqandin ji bo gelê Kurd bû cejna vejînê, berxwedana niha li çiyayên Kurdistanê tê kirin jî wê bi serketina gelê Kurd bi encam bibe.

Li çiyayên Kurdistanê hevrêyên me bi ruhê têkoşînê yê Egîd, Bêrîtan û Zîlanan şer dikin. Em ê tola şehîdên xwe teqez li erdê nehêlin û bi ser bikevin. Ev şer şerê man û nemanê ye. Ciwan, bi taybetî jî jin ên ciwan divê li dijî êrîşên dagirkeriyê rabin ser piyan. Divê ciwan dest bidin hev û li dijî dewleta dagirker têbikoşin.

KES NIKARE VÊ ÎRADEYA RÊBER APO BIŞIKÎNE

Gerîlayê HPG'ê Çiyager Amed: 15'ê Tebaxê, çirûska ku fermandar Egîd pêxist îro veguheriye gogek ji agir ku kes nikare vemirîne. Em jî li ser şopa fermandar Egîd dimeşin. Şerê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin dewama Pêngava 15'ê Tebaxê ye. Hevalên me li Zap, Metîna û Avaşînê li dijî dijmin têkoşîneke bêeman dimeşînin. Dewleta Tirk tevî piştgiriya NATO'yê jî nikare li hemberî gerîla şer bike. Berxwedana ku li ser xeta fermandar Egîd û Zîlan tê kirin wê bi ser bikeve. Dewleta Tirk bi çek û teknîkâ pêşketî şer dike. Dijmin bi hezaran leşkerên xwe bîne jî wê li hemberî gerîla nikaribe bi ser bikeve. Sedema têkçûna dewleta Tirk ew e ku hevrêyên me bi ruhekî fedakar têdikoşin. Çavkaniya vê hêzê jî îdeolojî û felsefeya Rêber Apo ye. Kes nikare vê îradeya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin bişikîne.

Dewleta Tirk di şer de her cûre çekên qedexekirî bi kar tîne, lê li hemberî gerîla nikare bi ser bikeve. Ji bo vê têkçûna xwe veşêre jî çi ji dest tê dike. Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO û PDK a xiyanetkar êrîş dike. Eger ev êrîş li devereke din hatibûya kirin wê cîhanê helwest nîşan bida. Lê belê li hemberî çekên ku li dijî tevgera azadiyê têne bikaranîn her kes bêdeng e. Ev yek jî nîşan dide ku şer çiqasî bi rengekî bêexlaq tê kirin. Şerê ku em li dijî dijmin dikin dewama berxwedana 15'ê Tebaxê ye. Serketina me jî wê mîna serketina Pêngava 15'ê Tebaxê be.

Yorum Gönder

0 Yorumlar