Ticker

10/recent/ticker-posts

HPG’ê lê da: 10 dagirker hatin cezakirin, panzerek hate îmhakirin

Çalakiyên ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê zêde dibin. Di çalakiyên gerîla de 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, panzerek û çeperek hatin îmhakirin.


HPG'ê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, bi ruhê serketinê yê encamgir ê fermandarê nemir hevrê Egîd derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin û çalakiyên xwe yên ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê bênavber dewam dikin. Hêzên me taktîkên gerîla yên serdema nû di nava hev de bi kar tînin, bi ruhê fedaî û di nava şert û mercên herî giran de careke din nîşanî tevahiya cîhanê didin ku parêzvanên yekane yên xaka pîroz a Kurdistanê ne.

Di çalakiyan de ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger de hatin lidarxistin 10 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha wesayiteke zirxî ya bi tîpa panzerê û çeperek hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 3 caran bi balafirên şer, 7 caran jî bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran bi tank, obus û çekên giran bombe kir."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyan û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kir:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

8'ê Tebaxê saet di 18:10'an li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.

9'ê Tebaxê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

9'ê Tebaxê saet di 18:00 de li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bên, bi çekên ferdî çalakî hate kirin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

9'ê Tebaxê saet di 19:00 de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Panzer, ku ji Kunîşka ber bi Qada Berxwedanê ya Çemço ve diçû, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate kontrolkirin û bi çekên giran derb lê hate xistin. Di encamê de wesayita zirxî bi temamî hate îmhakirin, 7 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, dagirkeran kuştiyên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê birin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

9'ê Tebaxê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, li hemberî dagirkerên ku hewl didan bi teqemeniyan bombeyan li çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan bibarînin, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate ceazakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker 1'ê Tebaxê li qada Bajêrgan a navçeya Geverê ya Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh kir. Operasyon êvara 6'ê Tebaxê bêencam ma.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

8 û 9'ê Tebaxê li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Werxelê û Şikefta Birîndara, dagirkeran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî 3 caran bombe li tunelên şer barandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi tank, obus, çekên giran, helîkopter û balafirên şer;

9'ê Tebaxê li drone li ser Qada Berxwedanê ya Girê FM geriya.

9'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Sacar û Qada Serê Metîna ya li herêma Metînayê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10'e Tebaxê Qadên Berxwedanê yê yên Girê FM û Kurojahro 7 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

9'ê Tebaxê li Xakurkê qadên Girê Şekîf û Geliyê Lolanê, Qadên Berxwedanê yên Çemço, Şikefta Birîndara, Girê FM û Girê Cûdî bi dehan caran bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin."

Yorum Gönder

0 Yorumlar