Endamên Parastina Cewherî yên Wargaha Mexmûrê êrişa DAIŞ’ê ya 2014’an ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê bibîrxistin û wiha gotin: “Wek wargeh ji xetek ya me ya parastinê heye heta ev bîr û baweriya me hebe wê DAIŞ nikaribe carek din bikeve wargehê.”
JIYAN
PÎRAN - ROJEV
Wek tê
zanîn di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê dest bi dagirkirina bajarên Iraqê kirin.
Piştî 9’ê Hezîranê li Mûsilê bi serdikevin, dixwezin wan serkeftinên xwe li
Şengal û Mexmûrê jî bi encam bikin. Bi heman armancî di 3’ê Tebaxa 2014’an de
êrişî Şengalê dikin û ji wir jî berê xwe didin Wargeha Mexmûrê. Têkildarî êrişa
DAIŞ’ê û berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya li hember DAIŞ’ê Endamên Parastina
Cewherî yên Mexmûrê axivîn û gotin: “DAIŞ projeya Israîl, Qatar, Tirk û Emirîka
bû. Ji bo ku bi karibin serweriya xwe li Rojhilata Navîn îlan bikin ev proje
avakirin.”
‘Gerîlayan
bi îradaya xwe li hember DAIŞ’ê şer kir’
Botan Îşlek
di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser armanca DAIŞ’ê û berxwedana
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li hember wan çeteyan û wiha got: “Beriya
2014’ê çeteyên DAIŞ’ê xwe di nava çeteyên Elqayîde û El Neûsra de rêxistin dikirin.
DAIŞ’ê projeya Israîl, Qatar, Tirk û Emirîka bû. Ji bo ku bikaribin serweriya
xwe li Rojhilata Navîn îlan bikin ev proje avakirin. Xwestin ji nû ve Rojhilta
Navîn dizayîn bikin. Hêza destpêkê li beramberî çeteyan şer kirî rêxistina PKK’ê
bû. Li Herêmê destpêkê êrişî Êzidiyan kirin. Çima Êzidiyan ne karîn xwe li
hember wan bi parêzin? Ji ber ku hêzên Iraq û pêşmergeyên PDK’ê li wir bûn. Baweriya
xwe dan wan, wan jî ew ji fermanê re hêlan. Piştî vê fermana Şengalê me wek
gelê Mexmûrê jî tedbirên xwe girtin. Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên ku ji Mûsilê girtîn,
êrişî Şengal û Mexmûrê kirin. Me destpêkê jin û zarok ji wargehê derxistin. Hêzên
xwe parastina cewherî û kesên ku dikare çek bi karbînin di wargehê de man. Di
çiyayê Qereçox de gelê wargeh û gerîlayên Azadiya Kurdistanê bend li pêşiya çeteyan
danîn û nehêlan ku têkevin Hewler, Silêmanî û giştî herêma Kurdistanê. Cara
destpêkê çeteyê DAIŞ’ê li Mexmûrê bi destê gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin
şikandin. DAIŞ’ê bi xwe jî dît ku hêza bi îrdeya xwe li hember wan şer dikin
gerîlan e.”
Îşlek di
dawiya gotinên xwe de diyar kiri ku heta niha jî metirsiya DAIŞ’ê li ser
wergehê heye û got: “Heta niha jî çeteyên DAIŞ’ê car car êrişî wargehê dikin û hîna
xeteriya DAIŞ’ê li ser wargehê berdewam dike. Valatiya li herêmê tê jiyan kirin
dibe sedem ku DAIŞ carek din xwe komî serhev bike. Heta niha gelek caran li
hemberî gelê Ereb û Kurd yê herêmê êriş pêktînin. Wek wargeh xetek ya me ya
parastinê heye heta ev bîr û baweriya me hebe wê DAIŞ nikaribe carek din bikeve
wargehê. Ji ber ku em wargehek rêxistinkirne, em dikarin xwe bi parêzin. Emê bi
bîr û baweriya birêxistina xwe ve, xwe li hember hemû êrişan bi parêzin. Piştî
ku DAIŞ li vir hat şikandin Mesûd Barzanî hat sipasiya gerîlayan kir û niha jî îxaneta herê mezin dikin. Ger Kurd bibe yek ti
hêz nikare Kurdistanê dagirbike.”
‘Çekên
me tine bûn’
Hacî
Nerexî jî wiha qala pêvajoya êrişa DAIŞ’ê kir û got: “Beriya ku DAIŞ bê herêmê,
dengê hovitiya wê hate herêmê bandoriyek mezin li ser derûniya mirovan dikir. Bi
hovitiya xwe tirsek mezin dabû çêkirin. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê
kirin, berya ku êrişê Şengalê bikin me di aliyê parastinê de tedbirên wargehê
digirtin. Bi şerê derûnî xwestin desthiledariya xwe berfireh bikin. Beriya ku
êrişê wargehê bikin, ji bo em jî tişta ku li Şengalê hatî jiyan kirin jiyan
nekin me biryarda ku em jin û zarokan ji wargehê derbixin. Wê demê ti çekên me
tine bûn, lê di aliyê wîjdanî û îradê de me xwest em pêşî li hovitiya DAIŞ’ê
bigrin. Dema DAIŞ’ê êrişê wargehê kir, pêşmergeyan Navçeya Mexmûrê berdan çekên
xwe jî bi xwe re birin, wê demê ti çek di destê me de ne bûn. Me wê şevê xwe ji
nava wargehê vekişand û me xwe da aliyê çiyê. Roja din gerîlayên azadiya
Kurdistanê bi hewara me de hatin û gotin pêwîste em êrişê DAIŞ’ê bikin. Me li
çiyayê Qereçox amadekariyê êrişê dikirin, DAIŞ’ê êrişê me kirin. Her du DAIŞ’ê ku
bi dizikîve xwestin ji nêzde êrişî me bikin, me ew kuştin. Dema DAIŞ li wir
hatin kuştin, me wek gel, gerîla û pêşmergeyan êrişî DAIŞ’ê kir, di heman
demjimêrê de me hem li Navçeya Mexmûr û hem jî wargehê DAIŞ şikand.”
‘Emê
wargehê bi parêzin’
Hacî Nerexî wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Piştî rizger kirina wargehê, bi hevgirtina hêzên Gerîla, pêşmerge û Hêza Parastina Cewherî ya Mexmûrê gundên herêmê û Baqirtê jî ji DAIŞ’ê hatin rizgerî kirin. Li Sultan Abdulah çeteyan êrişî pêşmergeyan kirin gerîla bi hewaran wan de çûn wê demê, Têkoşînek bêhempa li hember DAIŞ’ê hat meşandin û hatin şikandin. Lê heta niha jî çeteyên DAIŞ’ê dem dem êrişê gelê herêmê dikin. Em wek gelê wargehê û hêza parastina cewherî ya wargehê di bêjin kijan hêz be, bi çi awayî êriş dikin bila bikin, emê li hember wan li berxwe bidin û wargeha xwe bi parêzin.”
0 Yorumlar