Ticker

10/recent/ticker-posts

Wê yekîtiya Kurd û Ereb’an dagirkeriyê tine bike

Dewleta Tirk ev demek dirêje êrişî xaka Başûrê Kurdistanê dike. Hemû êrişên hewayî, bejayî û avakirina baragehên dewleta Tirk yên di xaka Başûrê Kurdistanê de bi distûra Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dewleta Iraqê tê kirin. Di asta giştî û asta qanûnî de ji parastina xaka Başûrê Kurdistanê dewleta Iraqê berpirse, ji ber ku dewleta kevin ya ku li ser vê axê hatî avakirin Iraq e. Lê dewleta Tirk di xwazin sînorên xwe yên Mîsaqî Milî carek din ji dewleta Iraqê bigrin û împartoriya xwe ya Osmanî ji nû ve zindî bikin. Ji bo xeyalê xwe bidest bixe li hemû herêman şerek qirêj ku ti pîvanek xwe yê exlaqî nîne daye destpêkirin. Tê zanîn ji 2003’ê heta niha Iraqê nekariye xwe komî ser hev bike. Hêzin ji derve yên wek Emarîka yên di gotin emê aramiyê bînin Iraqê her ku diçe pirsgirênên navxweyî yên Iraqê zêdetir dike û pirsgirêkên ku bibin sedemê hilweşîna dewletê li Iraqê tên jiyan kirin. Tirk ji vê leweziya Iraqê hêz digire û êrişî xaka Başûrê Kurdistnê yê dibin serweriya axa Iraqê de dike. Her ku hikumet neyê avakirin, partiyên siyasî yên Iraqê yekîtiyek xwe avanekin û nerazîbûnên gel berdewam bike wê dewletên degirker ji aloziya heyî sûd bigrin û êrişên xwe li ser xaka Iraqê zêdetir bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember van êrişên dewleta Tirk bêdenge ji ber ku bixwe hevkar û şirîkê van êrişan ne. Ev di êrişên li ser gundên herêmê û Şêledizê de derket holê ku çawan kesên li hember vê dagirkeriyê têkoşîn dikîn heta niha jî di girtîgihan de ne. Ji sala 2017’ê heta niha êrişên li ser kesê sivîl yên herêmê berdewan dike lê berteka gelê Başûrê Kurdistanê li hember van êrişan gelek kêm bû. Cara yekem li Şêledizê bi helwesta radîkal têkoşîna gel li hember êriş û dagirkeriya heyî çêbû. Yên ku pêşî li serhildana gel ya li hember dagirkeriyê girtî Malbata Barzanî û hikumeta wê bûn. Ev serhildan dikarî bibe serhildana gelê Kurd û tinekirina dagirkeriyê. Malbata Barzanî nahêle gel helwesta xwe ya li hember dagirkeriyê diyar bike. Bi vê yekê rê xweşiyê ji dewleta Tirk re dike. Piştî bûyera Perexê ji sedê 10 heta 15 civaka Ereb rabû ser lingan, lê ne di asta tê xwestin de bû. Ji bo ev serhildan bê şikandin Malbata Barzanî carek din ket nava liv û tevgerê. Li dijî vê serhildanê serhildana gel ya li hember mezheban dan destpê kirin. Gelê Kurd dikarîn wê demê bi gelê Ereb re rabe ser xwe. Wek gelê Kurd em şêwazê netewa demokratîk di parêzin û her yek ji me wek qadroyek yê vê pergalê xebat li Başûrê Kurdistanê û Iraqê kar dikin. Di bin navê pergela netewa demokratîk de yekîtiya gelan dayîna avakirin erkê me yê sereke ye. Em dikarin bi dayîna fêmkirina fikrê Rêbertî yê netewa demokratîk yekîtiya Gelê Kurd û Ereb li Iraqê bidin avakirin û bi wî ruhî li hember dagirkeriya Tirkan têkoşîn bikin. Ji ber ku yê niha êrişî xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê dike dewleta Tirke. Pêwîste Kurd û Ereb di eniyekê de bi şerê gelê şoreşgerî li hember vê dagirkeriyê têkoşîn bikin. Dijminê ku di nava malê de bi cih bûye em dikarin bi şer ji mala xwe derbixin. Di cih de mayîn wê dijmin di malê de berfirehtir bike. Beriya dewletbûyînê hemû civakên Rojhilata Navîn li ser pîvanê formên exlaqî bihevre jiyanek wekhev jiyan dikirin. Em dikarin niha jî li ser heman forman jiyanek hevpar li gel civaka Ereb jiyan bikin.  

FILÎZ BÛDAK - ROJEV

Yorum Gönder

0 Yorumlar