Ticker

10/recent/ticker-posts

Mela Nadir: Dewleta Tirk ol ji bo zilm û zordariyê bikartîne

Mamostayê olî Mela Nadir, têkildarî siyaseta dewleta Tirk a qirêj ku ola Îslamê dide karanîn got: “Dewleta Tirk ol ji bo zilm û zordariyê bikartînin û xweda sucdar dike. Bi navê ol zarokan dikujin, divê kesên misilman û xwedî wijdan li hember van zalimkaran bêdeng nemînin.”

ARMANC HEREKOL - ROJEV

Mamostayê olî Mela Nadir, têkildarî siyaseta qirêj a ku dewleta Tirk li ser navê olê Îslamiyetê dide meşandin, kuştin û talankirina xwezaya Kurdistanê ji rojnama me re axivî û anî ziman ku dewleta Tirk kufrê dike.

‘Dewleta Tirk Xwedê sucdar dike’

Mela Nadir di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku li gor oldarên dewleta Tirk, sedema qeyran û aloziyan Xweda ye û got: “Li gorî oldarên Tirk dibêjin, Xweda bûye sedem ku ev tişt bi serê Tirkiyeyê hatine. Bi rastî mirovên wisan rastî kufir û gunehek mezin tê. Xweda sucdar dikin. Xweda dibêje, eger xizmetê bikî, ji kuştin û talaniyê durbî, wê xwedayê mezin bereketê bide te. Ne aramî û ne rehetiya heyî ji ber ne rast nêzbûna wan e. Ne şikurkirin, sedema ne aramiyê ye. Hindek welat dixwazin şer bikin û jiyana wan jî baş be. Ne xêr, ew welatên talanê dikin û fesadiyê dikin, zilm û zordariyê dikin, wê Xwedayê mezin bereketê ji wan bibire. Dewleta Tirk, li ser ol û îslamiyetê siyasetekî qirêj didin meşandin û ne rast nêz dibin, ji ber wê ev alozî çêdibin.”

‘Dewleta Tirk naxwaze kes bi çanda xwe bijî’

Mela Nadir bal kişand li ser parastina welat û got ku Xweda dibêje, ger kesek xaka xwe biparêze divê neyê kuştin û tawan kirin, ji ber ku Xweda bereketê dide wan kesan û wiha pêde çû: “Kesên ku welatê xwe diparêzin kesên pîroz in. Ger yek êrişî wan kesan jî bike, Xweda risqê wan ji wan digire. Xweda dibêje, kesê ku van sucan bikin û belav dikin, wê hesab jê bê pirsîn. Nabe kes li ser xaka xwe were derxistin. Lê niha dewleta Tirk bi êrişan, xelkê ji war û gundan wan derdixin. Dewleta Tirk naxwaze Kurd bi ziman û çanda xwe bijîn. Bi navê ol, quranê bilind dikin û ol bikartînin, ev sucek mezine beramberî misilmanan. Divê misilman dengê xwe derxin û ji wan re bêjin, ti peywendiya we bi ol re nînin. Dewleta Tirk olê ji bo hemû zilm û zordariyê bikartînin.”

‘Bi navê ol zarokan dikujin’

Mela Nadir anî ziman ku sucê herî mezin ewe ku bi navê ol êrişî jiyana xelkê bikî û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Di quranê de hemû kes xwedî maf û azad e. Dewleta Tirk xelkê dikuje, di quranê de nabe kes were kuştin. Evane kafirin, divê werin girtin û nehêlin van zilman bikin. Ji ber kiryarên wan ên qirêj, wê Xweda bereketê ji wan bistîne. Dewleta Tirk niha bi navê ol, malên xelkê wêran dikin û zarokan dikujin. Wê di roja qiyametê de, ev zarok hewar bikin bêjin, ji ber çi em hatine kuştin?”

‘Çavkaniya fesadiyê dewleta Tirk e’

Herî dawî Mamostayê olî Mela Nadir ev bang kir: “Ger li her derê dest ji şer û kufrê were berdan, wê aramî bikeve cîhanê. Tiştek ji wê zilimtir nînin ku kesek bi navê Xweda baxive û olan li gor xwe bide şixulandin. Divê misilman bibin yek û dijî zilimkaran rabin. Dewleta Tirk li her derê bûye çavkaniya fitne û fesadiyê. Ti caran Xweda zilimkaran naparêze û divê kesê xwedî wijdan li dijî van zilimkaran derbikevin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar