Ticker

10/recent/ticker-posts

HPG: Wê rêya me ronî bikin!

HPG'ê 5 gerîlayên sala 2020'î li herêma Cîlo şehîd bûn eşkere kir û got, "Ev hevrêyên me yên leheng wê mîna meşaleyekê her tim rêya me ronî bikin."


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên me yên li herêma Cîlo, salên dawî bi gelek çalakiyan derbên giran li dijmin xistin û di şerê me yê gel ê şoreşgerî de rola xwe bi serketineke mezin bi cih anîn. Hevrêyê me Bager û hevrêyên me yên di bin fermandariya wî de Zagros, Agir, Şevger û Bawer, ku gelek çalakiyên surprîz kirin û di her kêliyê de li her cihî li dijmin xistin, mîsyona xwe ya pêşengiyê bi saya tevlîbûna li ser xeta fedaîtiyê bi cih anîn. Van hevrêyên me bi sekna xwe ya bi biryar a di îdeolojiya Apoyî de, bi çalakiyên xwe mohra xwe li pêvajoyê xistin û bi wê ferasetê tevgeriyan ku berdêl çi dibe bila bibe timî tolê ji dijmin hilînin. Van hevrêyên me bi berpirsyariay xwe ya vê dema dîrokî ya azadiyê de ku gel û tevgera me di nav de ne, hewl didan wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bînin. Di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên leheng wê mîna meşaleyekê her tim rêya me ronî bikin.

Hevrêyên me Bager, Zagros, Agir û Şevger ku ji hembêza xelkê me yê Serhedê rabûn û ewladê hêja yê xelkê me yê Ereb hevrêyê me Bawer bi şehadeta xwe wê ji bo me bibin hinceta mezinkirina têkoşînê û bicihanîna gerîlatiya serketinê. Hevrêyên me Bager, Zagros, Agir, Şevger û Bawer bûn temînata jiyana bi rêbaza komunal û azad a gelên bindest. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji gelên xwe yên Kurd û Ereb re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bager Erdal
Nav paşnav: Ridvan Alkan
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Hamdiye-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2020 / Cîlo

Nasnav: Zagros Zîlan
Nav paşnav: Nûrûllah Îşler
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Naîme-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2020 / Cîlo

Nasnav: Agir Dilbirîn
Nav paşnav: Ridvan Aslan
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Hulya-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2020 / Cîlo

Nasnav: Şevger Ararat
Nav paşnav: Mahsûm Guneş
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Cemîle-Mîrza
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2020 / Cîlo

Nasnav: Bawer Gelhat
Nav paşnav: Hisên Cûma
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê
Dayik-Bav: Fatma-Ewad
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2020 / Cîlo

BAGER ERDAL

PKK di serî de gelê Kurd ê mezlûm ji bo gelan hemûyan tevgera hêviyê ye. Ji bo gelê me ku bi sedan sal in di bin zordariya hêzên mêtinger de hate hiştin û azadiya wê ji dest hate girtin, navê vegera bi heybet a li ser dika dîrokê ye. Gelê me ku şert û mercên xwe yên hebûnê ji holê hate rakirin; siyaseta înkar, îmha û asîmîlasyonê bi rengekî bêrehm li ser hate ferzkirin, bi felsefeya jiyana azad a Rêber Apo ji nû ve vejiya. Ji kêliya destpêkê ya têkoşîna me û pê ve jin û mêr ên leheng ên Kurdistanê bi biryardariyeke xurt li ser xeta Rêbertî li hev civiyan, berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Hewldanên dewleta Tirk a mêtinger ên ji bo qutkirina ciwanên Kurdistanê ji koka wan û dûrxistina ji têkoşînê, li hemberî kesayetiya têkoşer a ciwanên Kurd bi ser neketin. Bi hezaran ciwanên Kurd derfetên jiyana madî ya sîstemê red kirin û bi zanebûn tercîha xwe li aliyê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê danîn. Vê yekê êrîşên qirker çandî yên mêtingeran têk bir.

Hevrêyê me Bager jî tevî ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bû û li gel êrîşên sîstemê yên ji bo helandina nasnameya Kurd a azad, bi baweriyeke mezin da ser şopa felsefeya Rêber Apo. Hevrêyê me li Agiriyê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû ku ji ber zor û zehmetiyên madî û bi keda xwe debara xwe dikir, neçar mabû koçî metropolên Tirkiyeyê koçî Stenbolê bike. Hevrêyê me ji zarokatiyê ve partiya me nas kir û di nava gelek karî de xebitî, piştgirî da malbata xwe. Li metropolê, şahidî ji zexta sîstema faşîst a li ser gelê Kurd kir û bi tevlîbûna li nava karên ciwanan dest bi têkoşînê kir. Li gelek qadan gav bi gav ji bo xurtbûna karên ciwanan gelekî hewl da. Fêhm kir ku azadiya xak û nasnameya Kurd tenê bi têkoşîna gerîla ya li çiyayên azad ên Kurdistanê dibe û sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan, bi hezkirina xwe ya hevrêtiyê ya bêdawî dihate naskirin. Hevrêyê me Bager piştî perwerdeya şervanên nû derbasî Zagrosan bû û pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li wir kir.

Di demeke kurt de bi cografya dijwar a Zagrosan re aheng bû û bi enerjiyeke mezin tevlî kar bû, encamên xurt bi dest xist. Hevrêyê me di taktîkên gerîlatiya dema nû de bû pispor, bi kesayetiya xwe ya afirîner gelek çalakî bi rêxistin kir, tê de cih girt û li Cîlo û Çarçellayê derbên giran li dagirkeran xist. Weke sabotajvanekî pispor gelek çalakiyên aqilane û bi bandor lidar xist, kedeke mezin da. Hevrêyê me Bager timî xwe bi pêş ve dixist û di nava pratîka şer de mezin bû, bi karaktera xwe ya çalakger û wêrekiya xwe ya mezin bû fermandarekî ciwan ê pêşketî. Bi van taybetmendiyên xwe ji bo gerîlatiya serketinê û fermandariya wê bû namzet û gav bi gav ev yek pêk anî. Bi vî rengî weke fermandarekî pêşeng ê ku bersiv dida pêwîstiyên demê, bi rola xwe rabû, di perwerdekirin û fermandarkirina hevrêyên xwe de bû xwedî kedeke mezin. Di felsefeya Rêbertî de xwe kûr kir û bû şopdarê xeta şehîdan. Li her qada ku lê ma biçûk an jî mezin hemû wezîfeyên şoreşê bi daxwazeke mezin, bi pêşengiyê pêk anî û bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirand. Bi dilsoziya xwe ya bi xeta azadiyê ya jinê, bi baweriya kûr a ji azadiya jinê û hevrêtiya bi pîvan û azad a bi hevrêyên jin re, di serî de li nava hevalên jin li nava hemû hevalan hate hezkirin û bû fermandarekî cihê hurmetê.

Hevrêyê me Bager ku salên dûr û dirêj li Zagrosan ma, di demên herî zehmet de karên herî dijwar kir û potansiyela xwe ya radestî raxist pêş çavan. Bi tecrûbeya gerîlatiyê ya xurt û meşa bi îstiqrar a li ser xeta fermandariya serketinê, hevrêyê me Bager bû cihê şanaziyê û derbasî herêma Xakurkê bû. Di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê zêde bû, li eniyên herî pêş li gel hevrêyên xwe cih girt, bi şer û jiyana xwe bi erka pêşengiyê rabû û serketinên mezin bi dest xist. Hevrêyê me Bager zanî bû ku fermandariya serketinê bi kûrbûna li ser xet û paradîgmaya Apoyî dibe û piştre li Ocaxa PKK'ê tevlî perwerdeyê bû. Li dû perwerdeyê di asta fermadnariya eyaletê wezîfe hilda ser milê xwe, berê xwe da serketinê û vegeriya Zagrosan.

Hevrêyê me Bager piraniya jiyana xwe ya gerîlatiyê li Zagrosê derbas kir ku pê re bûbû yek û bû şagirtekî dilsoz ê fermandarên me yên nemir Bager Bîtlîs, Alî Piling û li warê ku fermandarê me yê mezin Reşîd Serdar gerîlatî kir, pratîk meşand û xwedî li mîrateya şehîd pîroz derket. Hevrêyê me Bager di demeke kurt de bi pêşketina xwe ya bi îstiqrar, bû sembol û mînaak şênber a fermandariya serketinê û mîlîtaniya bêhempa ya li ser bingeha tevlîbûna rast a li xeta PKK'ê. Di nava jiyana xwe ya gerîlatiyê de gelek çalakî lidar xist, li ser xeta milîtaniya Apoyî meşiya û bû hevrêyê hevrêyan. Hevrêyê me Bager wê weke fermandarekî me yê fedaî her tim di têkoşîna me de hebe, di têkoşîna me ya serketinê de wê rê nîşanî me bide.

ZAGROS ZÎLAN

Hevrêyê me Zagros li navçeya Erdîşê ya Wanê li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû. Bi çanda welatparêziyê ya ji malbatê wergirtî mezin bû, lewma Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Hîn di temenê xwe yê ciwantiyê de şahidî ji têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd kir û kete bin bandora vê têkoşînê. Li dijî polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger qirker ku ji bo bêhiş û bêkokhiştina ciwanên Kurd dimeşand, bi hêrs bû û li qadên cuda li dijî van polîtîkayan têkoşiya. Sekna wî ya bi wate ya li dijî polîtîkayên dewleta Tirk, li nava hevalên li derdora wî bû cihê şanaziyê. Hevrêyê me Zagros bi têkoşîna xwe ya wê demê re nema û diyar kir ku divê têkoşîneke hîn mezintir bimeşîne. Li ser vê esasê biryar da tevlî bibe.

Hevrêyê me Zagros biryara xwe ya tevlîbûnê weke 'bicihanîna berpirsyariyên demê' pênase kir û sala 2013'an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Zagros destnîşan kir ku heqîqeta gerîla dema ku hate jiyîn dikare bê fêhmkirin. Bi tevlîbûna xwe ya bi kedê û fedakar, zû hînî jiyana gerîla bû. Bi van taybetmendiyên xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Zagros her ku ji perwerdeyê hîn dibû, dida hînkirin û bi vî rengî li her qadê dihat. Hevrêyê me Zagros hewl da îdeolojiya Rêber Apo bixe meriyetê. Perwerdeya îdeolojîk a wergirtî, hewl dida bi cih bîne û xwe ji hevrêyên xwe berpirsyar didît û perwerde dikir. Hevrêyê me Zagros tevî aliyê îdeolojîk ji aliyê leşkerî ve jî xwe bi pêş ve dibir û pêwîstiya bi bûyîna gerîlayekî profesyonel têgihişt. Hevrêyê me Zagros kete nava lêgerînan ku derbên giran li dijmin bixe, ev kûrbûna xwe bi hevrêyên xwe re jî parve dikir û ne tenê di çalakiyên ku wî pêşengî jê re dikir, di çalakiyên din jî dibû xwedî parekê. Bi sekna xwe ya bi wêrek û bi biryar ji me hevrêyên xwe re bû mînakek herî mezin. Weke şopdarên wî em ê armancên wî teqez bi ser bixînin.

AGIR DIRBIRÎ

Hevrêyê me Agir li navçeya Kopê ya Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata wî bi hişmendiya welatparêziyê mezin bû. Hevrêyê me Agir ku fêhm kir dibistanên sîstemê nikarin tiştekî bidin wî, zû dest ji van dibistanan berda. Bi taybetmendiyên xwecihî yên qada lê mezin bû, bû xwedî sekneke kedkar. Hevrêyê me Agir zû ked nas kir, hişmendiya berpirsyariyê pê re çêbû û bû kesayetekî xwedî berpirsyarî. Bêparmayina gelekî ku bi dehan milyon mirovên xwe hene, parçebûna welatê wî, zexta qirkirina fîzîkî û çandî ya li ser gel, bi hevrêyê me Agir re hêrseke mezin afirand. Hevrêyê me Agir fêhm kir ku bêyî têkoşînê, bêyî dayina berdêlan azadî bi dest nakeve û kete nava lêgerînê. Ji ber kesayetiya xwe ya berpirsyar her wiah ji ber welatparêziya lê mezin bû, tevgera me ya azadiyê nas kir û gerîla gelekî bala wî kişand. Hevrêyê me Agir kêfxweşiya destketiyên gelê Kurd parve kir, ku bi berdêla bi hezaran şehîdan hatin afirandin û fêhm kir ku dewleta Tirk li ku dibe bila bibe êrîşî destketiyên Kurdan dike. Gihîşt wê baweriyê ku astengkirina komkujiyên rejîma faşîst ên li ser gelê me, tenê bi tevlîbûna li nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd dibe.

Hevrêyê me Agir li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi perwerdeyên bingehîn re bêhtir têgihişt û weke milîtanekî fedaî yê Rêber Apo xwe bi pêş ve bir. Li qadeke dijwar a mîna Zagrosan dest bi gerîlatiyê kir û bi ked û tevlîbûna xwe gerîlatiyeke serketî kir. Di her kêliya jiyanê de xwe ji perwerdekirinê neda alî, di demeke kurt de bû xwedî sekneke milîtaniyê. Bi dilnizmî, pak û fedakariya xwe, li her qada ku têkoşiya li pêş bû. Ji bo meşandina doza azadiyê ya gelekî û bûyîna hêza çareseriya pirsgirêkan, kete nava hewldanên bêhempa. Hevrêyê me Agir ku ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, bi tecrûbeyên wergirtî tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Li Zagrosan gelek fermandarên me yên pêşeng ji xwe re kir mînak û ji bo hêjayî wan bibe, kar kir û weke namzetê fermandarekî mezin şehîd bû.

ŞEVGER ARARAT

Hevrêyê me Şevger li Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Li nava kevneşopiya berxwedana me ya dîrokî mezin bû ku bi pêşengiya PKK'ê li Kurdistanê hate afirandin û zû bi hestên welatparêziyê yên xurt hesiya. Hevrêyê me dît ku ji derdora xwe ya hêz, xizmên wî yên li qada siyasî ji bo mafên rewa yên gelê me têdikoşiyan ji aliyê dagirkeran ve hatin zîndanî kirin, rûyê rastî yê dagirkeran dît û nas kir. Li hemberî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên li dijî gelê me tê meşandin, bû xwedî hêrseke mezin. Her ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir xwest ku bi rengekî çalak tevlî bibe.

Hevrêyê me Şevger ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke azad, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet xwe berpirsyar dît û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi perwerdeyên wergirtî re bi felsefeya Rêbertî re têkiliyeke kûr çêkir û ji bo tiştên hîn bûye bixe meriyetê, bi biryardarî dest bi kar kir. Bi enerjiyeke mezin li Zagrosan gerîlatî kir, li çiyayên serhildêr bû yek, cihê xwe li eniya şer girt, bi berxwedana me ya destanî re bû yek. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê, ji bo karibe di tatkîkên gerîlatiyê de bibe pispor her tim hewl da. Ji bo parastin û mezinkirina nirxên ji aliyê şehîdên me yên pîroz ve hatine afirandin, bi hesasiyeteke mezin tevdigeriya û bi tevlîbûna xwe ya di asta pêşengiyê de di demeke kurt de bû fermandar. Hevrêyê me Şevger ku tevlî gelek çalakiyan bû, di asta pêşengiyê de derbên giran li dagirkeran xist, ji bo bicihanîna tatkîkên gerîlatiya dema nû ya bi pisporî bû xwedî kedeke mezin. Hevrêyê me demeke dirêj li cografya herî zehmet a Kurdistanê gerîlatî kir, bêrawestan xebitî û tevkariyên mezin li têkoşîna me ya şoreşê zêde kir. Hevrêyê me Şevger bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm bi nirxên ku afirandiye wê her tim di têkoşîna me be û di berxwedana me ya serketinê de rêya me ronî bike.

BAWER GELHAT

Hevrêyê me Bawer weke ferdekî gelê me yê Ereb li Tirbespiyê ji dayik bû. Hevrêyê me Bawer di dema ciwantiya xwe de şahidî ji Şoreşa Azadiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kir ku bi berdêlên giran pêk hat. Dît ku DAÎŞ û dûvikên wê ji aliyê şervanên azadiyê yên bi felsefeya Rêber Apo çawa têne têkbirin. Dît ku bi perspektîfa neteweya demokratîk a li dora nirxên komunal ên ji pêkhateyên cuda çawa bû şoreşeke ku hêviyê dide gelên cîhan. Hevrêyê me Bawer bi vê wesîleyê tevgera me ya azadiyê nas kir. Fêhm kir ku Rêber Apo ne tenê jib o gelê Kurd, her wiha bi felsefeya xwe gelan hemûyan hembêz dike û weke Rêberê xwe pejirand. hevrêyê me Bawer bi vê têgihiştinê biryar da ku tevlî nava refên tevgera me ya azadiyê bibe.

Hevrêyê me Bawer li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwedeya xwe ya bingehîn wergirt û hewl da rastiya Rêber Apo baştir fêhm bike û weke milîtanekî fedaî yê gel xwe şareza bike. Bi bandora jiyana derwîşane û hevrêtiya PKK'ê, hîn bêhtir kete nava lêkolînan. Her ku paradîgmaya Apoyî ya azadîparêziya zayendî, ekolojîk û demokratîk xwend, bi pêş ket û xwe faştir fêhm kir. Lewma dyar kir ku divê her kes parêznameyên Rêber Apo bixwîne. Baweriya xwe bi wê yekê anî tevlîbûna li nava refên PKK'ê mirovan digihîne azadiyê, hunera mirovbûnê bilind dike, xurt dike, lewma tevlîbûna li nava PKK'ê îmtiyazî ye. Bi sekna xwe ya bi daxwaz, bi biryar û bi israr, her wiha bi piştgiriya hevrêyên xwe hînî çiyayên Kurdistanê bû. Ev serketina xwe bi performansa xwe ya li Zagrosan tacîdar kir. Hevrêyê me Bawer bi tevlîbûna xwe ya pak, ji dil û fedakar bandor li refên me kir û li nava refên partiya me PKK'ê ku hêviya azadiyê ya gelan e, gihîşt asta şehadetê û bû hêmanê paşeroja azad a gelan.

Yorum Gönder

0 Yorumlar