Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, êrişên dewleta Tirk a dagirker, ên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tûndî hatin şermezarkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, êrişên dewleta faşîst a Tirk ku duh li Kobanê û gundên wê hatibûn kirin bi daxûyaniyekê hat şermezarkirin. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên Şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Hevşaredarê wargehê Bedran Pîran axivî.
Bedran Pîran di axaftina xwe de bal kişand li ser êrişên Kobanê û got:“Hikumeta AKP-MHP û serçeteyê faşîst Erdogan ti dewletek nema ku serlêdan nekir, lê di rastiyê de tişta ku têdîtin ev dewletane belkî bi eşkere piştgiriya êrişê li ser Rojava nedan, lê di pişt perdê de gulopa kest pêxistine. Îro em dibînin li Başûr dagirkerî heye, li Rojava qirkirin heye û li Bakurê Kurdistanê jî şerê deronî, şerê taybet heye. Dewleta Tirk dixwaze temenê xwe bi qetilkirin û komkujiya Kurdan dirêj bike. Ji ber wê jî niha li ser Rojava êrişekê pêkbîne. Ev demek bu êriş li ser Rojava dihat pêkanîn, lê duh êrişek pir dijwar li ser Kobanê, bajarê ku ji cîhanê re buyî mertal, bajarê ku cîhan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirî êrişî wêderê dike. Di vê êrîşê de zarok jî di nav de gelek kest hatin qetilkirin. Em wek xelkê Mexmûrê êrişan bi tûndî şermezar dikin û çi pêwîst bike em amadene.”
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.
0 Yorumlar