Ticker

10/recent/ticker-posts

Meclisa Îştar a Mexmûrê qetilkirina Axîna biçûk şermezar kir

Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) derbarê qetilkirina Axîna biçûk û bavê wê ku xelkê Şengalê ne daxuyaniyekî nivîskî da û ev bang kir: “Banga me ji bo hemû gelê me yê Êzidî yên di kampan de vegerin Şengalê û ji bo pêşerojek bi ewle li kêleka rêveberiya xweser cihê xwe bigrin.”


Di 4’ê Tebaxa 2022’an de koçberek Êzidî yê bi navê Farûq Mîrza Xelef ê 42 salî û keça wî ya 6 salî bi navê Axîn li gundê Hesen Reşo ya ser bi navçeya Zaxoyê ve winda bibûn. Di 8’ê Tebaxê de cenazeyê Farûq Mîrza li taxa Bêdarê ya Zaxoyê hatibû dîtin, lê çarenûsa keça wê ya 6 salî nehatibû zanîn. Piştî çend rojan dema ku cenazeyê keça biçûk Axîn hat dîtin li ser laşê wê şopên îşkence û destdirêjiyê hatibûn dîtin. Li gorî daxûyaniya Rêveberiya Polîsan ya Dihokê kujerê bav û çeka biçûk hatiye desteser kirin û kujer sucê xwe îtiraf kiriye. Malbata Axîna biçûk piştî fermana Şengalê ya sala 2014’an li wargeha Çemişko ya Zaxoyê bicih bibûn û xelkê Şengalê ne.

Meclîsa Îştar a Mexmûrê li ser qetilkirina welatiyê Êzidî yê bi navê Faroq Mîrza û keça wî Axîn a 6 salî daxuyaiyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi êrişkirina çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêma Şengalê gelê me yê Êzidî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û li kampên dibin serweriya PDK’ê de bicih bûn. Ji sala 2014’an heta niha me dît ku bi dehan car di van kampan de şewat, kuştinên ne zelal û gelek bûyerên sosret derketin holê û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha em dibînin ku di van bûyeran de yên herî zêde jiyana xwe ji dest didin yan tên qetilkirin jî jin û zarokin.

Li kampa Çemişko bûyera kuştina zaroka biçûk Axîn û bavê wê jî yek ji van bûyerên hovaneye li ser gelê me yê Êzidî. Di bûyera kuştina zaroka 6 salî ya bi navê Axîn ku li ser bedena wê ya biçûk şopên êşkence û destdirêjiyê hatiye dîtin. PDK di van kampên penaberan de gelê me yê Êzidî weke dîl di destê xwe de digire û ji bo berjewendiyên xwe bikartîne. Bi van kiryarên xwe dixwaze civaka me ya Êzidî li beramberî Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi kar bîne û wan ji rastiya civaka wan biyanî bike.

Ev bûyera qetilkirina Axîn û bavê wê di ragihandina PDK’ê de weke bûyerek ji rêzê û civakî hat destgirtin û belavkirin. Em weke rêxistina jin dizanin ku ev bûyer û hemû bûyerên li ser jin û zarokên me tên pêkanîn, bi heman hişmendiya komkujiya 2014’an ya li ser jinên Şengalê tên encam dan. Diyare ku ev kes yan aliyane kujerên gelê Kurd, jin û zarokan e. Tê gotin ku ev çeteyê kujerê Axînê, beriya niha jî du keçên ji Efrînê ku ji ber zilma dewleta Tirkiyê penaberî Başûr bibûn û ji bo debara xwe li Hewlêr li ser cadeyan mendîl difirotin, revandibû û destdirêjî li ser wan kiribû.

Em weke Meclisa Îştar li ser navê hemû jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ev kiryarên li beramberî zarok, keç û jinên Êzidî tên kirin, zilamê kujer û xiyaneta PDK şermezar û rûreş dikin. Ji bo ev kujer werin eşkere kirin, emê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Li ser vî esasî em weke Meclisa Îştar bangawaziya me ji bo hemû gelê me yê Êzidi yên di kampan de vegerin Şengalê û tevlî civaka xwe bibin û ji bo pêşerojek bi ewle li kêleka rêveberiya xweser cihê xwe bigrin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar