Şêrko kurê Fayiqê Ebdela Kaka Hemê Ilyas Qoçe ye, dayîka wî Şefîqe Seîd Westa Hesen e. Şêrko di 2’ê Gulana sala 1940'î de li taxa Goyjeya Silêmaniyê çavên xwe li dinyayê vekir. Şêrko peyvek hevedudanî ye, tê wateya (şêrê çiya) diya wî Şefîqa xanim kurê xwe Şêrko bi helbest û çîrokan mezin dike.
Şêrko
dibêje: “Gava bavê min mir, ez hê piçûk bûm, şeş-heft salî bûm, mîna zarokekî
şeş heft salî min bîr nedibir ku ez di derheqê helbest û jiyana helbestê de bi
bavê xwe re bipeyîvim. Lê tê bîra min gava bavê min radihişt pirtûkan û ew
dixwendin an jî gava tiştek li ser kaxezan dinivîsandin, lê ev yek mîna xewnekê
tê ber çavên min. Di jiyana min de sê tiştan bandoreke mezin li min kirine da
ku ez ber bi cîhana helbestê ve herim; Yekem, bavê min yê ku mîna helbestvan di
nav xelkê de dihat naskirin û hezkirina xelkê jê re hebû. Duyem, xwezaya
Kurdistanê, serpêhatiyên wê, şax û dax, çem û daristanên wê bû. Ya Sêyem, ew
çîrokên ku dayîka min ji min re digotin. Van hersê tiştan bandor li min kirin
lê bandora bavê min a li min bûyî, bandoreke menewî û ruhî bû. Tê bîra min ji
min re digotin kurê Fayîq Bêkes e, bavê min jî di nav xelkê de xwedî xatir û
qîmet bû, lewma ew ji min re bû nîşana qenciyê, ji min re bû çirayek.
Bavê
min ji min re şîretek nivîsandibû, digot: “Hêvîdar im tu jî şûna min bigirî,
bibî dengê qencî û rastiyê.” Wan gotinên wî jî ez ber bi cîhana helbestê ve
ajotim.”
Şêrko
Bêkes ji 17 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye, cara pêşî
helbesta xwe di kovara Jîn’ê de li Silêmaniyê belav kiriye.
Li
Bexdayê û Silêmaniyê xwendina xwe ya bingehîn û navîn temam kiriye, zanîngeh li
Bexdayê qedandiye, pirtûka xwe ya yekem ya bi navê `Tirîfeya Helbestê` jî dîsa
li vî bajarî di sala 1968’an de çap kiriye. Di navbera salên 1965 û 1987’an de
sê caran tevlî refên pêşmergeyan bû û di heman demê de di Radyoya Dengê Şoreşê de
dixebitî. Serdema wî; serdemek şer, teqîn û berxwedanê bû.
Şêrkoj
dibêje: “Di sala 1961’an de temenê min 21 salî bû gava şoreşa Kurdî li Başurê
Kurdistanê destpê kir, ev çûn û hatina şer, mirovekî nû afirand. Vê yekê
bandoreke mezin li min kir, ev bandor ew bû ku em tiştên xwe bi bîr bînin, ew
tiştê taybet jî ziman, huner, wêje û dîrok bû. Azar ne tenê azara helbestvanan
e, ji ber ku azar xak, av û welat e. Helbestên me li Kurdistanê mîna çekekî ne,
li Kurdistanê helbest jîndar e li nav xelkê, çawa li nav malan nan, av û xwarin
heye, wisa jî helbest heye. Bi kurtayî em helbestvanên demkê ne ku barût, teqîn
û xwîn hebû, malên me dişewitîn, daristanên me dişewitîn, ezmanê welatê me her
dû û dûman bû. Bê guman ew dû, xwîn û wêrankirin hemû li ser helbest û
edebiyata serdema me bandor kiriye, her wiha bandora me jî li ser şerkerên welat
gelekî hebû, wan helbestên me li gel çekên xwe bi xwe re dibirin qada şer.”
Ji
ber ku xwe ji karê siyasî dûr nedixist û hertim neteweya wî li pêş bû, ji aliyê
rêjîma Îraqê ve hat sirgûnkirin, di sala 1975’an de sê salan li sirgûnê jiyan
kir û di navbera salên 1984 û 1986’an de neçar dibe ji welatê xwe koç dibe,
diçe Îranê û ji wir diçe Sûriyayê, paşê di ser Îtalyayê re jî deçe Siwêdê. Li
Siwêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Siwêdê.
Di
salên 70’î de Şêrko û hin hevalên xwe yên ronakbîr tevgera rewangehê (mersed)
damezrandin.
Pirtûkên
wî bi gelek zimanên cîhanê hatin wergerandin wek Yunanî, Tirkî, Îngilîzî,
Fransî, Elmanî û Siwêdî û gelek caran hatiye xelatkirin.
Bêkes
di sibeha 4’ê Tebaxa sala 2013’an de bi nexweşiya penceşêrê çû ber dilovaniya
xwedê.
0 Yorumlar