Berpirsê Elektirîka Şardariya wargeha Mexmûrê, Hisên Buldan bang li gelê wargehê kir ku di demê xwede pereyên xwe yên elektirîkê bidin û wiha got: “Ji bo em bikaribin di vê demê de elektirka wargehê dabîn bikin, pêwîst gel bi mere bibe alîkar.”
Bi hatina havînê û bihabuna mazotê re pirsgirkên elektirîka wargehê roj bi roj zêdetir dibe. Têkildarî mijarê Berpirsê Elektirîka Şardariya Wargehê, Hisên Buldan ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku ew wek şaredarî tişta ji destê wan tê ji bo dabîn kirina elektirîka wargehê dikin û wiha got: “Em jî dixwazin gelek demjimêran jentorê pêbixin, lê ji ber ku mazot pir bihaye, nayê peyda kirin û Iraq jî mazotê nade ji bo wê em nikarin demjimêrên zêde jeneratorê pêbixin.”
‘Mazot pir bihaye ji bo wê em nikarin jeneratorê pêbixin’
Hisên Buldan di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser
bihabûn û nebûna mazotê û wiha got: “Elektirika giştî ya wargehê ne zêde xirbe,
lê ji ber ku mazot gelek bihaye em nikarin di demê tê xwestin de jeneratorê
pêbixin. Hikûmeta Herêmê û Iraqê jî di vî alî de ti alîkariyê nade me, ji ber
wê jî em mazotê bi derfetên xwe dikirin. Me destpêkê lîtreya mazotê bi 400 dînaran
digirt, niha lître bi hezar dînaran tê firotin û bi destê me jî nakeve. Lê em neçarin
dema elektirîka giştî nebe, rojê 5 demjimêran her çar jeneratoran pêbixin. Rûnê
jeneratorê jî pir bihabûye. Ji bo wê em gelek zoriyê jiyan dikin. Me destpêkê
tanka rûn bi 300 dolaran dikirî, lê em niha bi 600 dolaran digirin. Raste em 5
demjimêran jeneratorê pêdixin, lê em gelek zoriyan jî jiyan dikin. Raste
germahî zêde bûye pêwîstî bi elektirêkê heye, lê derfetê me dest nade ku em
zêdetir jeneratorê pêbixin. Butçeya niha heyî têrê nake ku em zêdetir mazotê
bigrin.”
‘her carê bi hêcetekê me mijûl dikin.’
Buldan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka mazota jeneratorê bê çareser kirin, wan gelek caran serlêdana dayireya elektirîkê ya dewletê kirine û got: “Ji bo em vê pirsgirkê çarserbikin me ji bo girtina mazotê serlêdana dayîreya elektirîkê ya dewleta Iraqê kiriye. Lê her carê bi hêcetekê me mijûl dikin. Ji ber cejnê ev hevdîtina têkildarî vê mijarê hatibûn paşxistin. Herî dawî hevalên me ji bo vê pirsgirêkê çûn Mûsilê serlêdana wan ne hat qebûl kirin. Ti derfetên din di destê me de tineye ku em bikaribin bi gelê xwe re bibin alîkar. Gel jî vê rewşê dibîne, li ruxmê vê yekê jî gazindan dikin. Pêwîste di vê rewşê de gel bimere bibin alîkar ku em jî bikaribin tiştek ji bo wan pêkbînin. Ji bo ku em bikaribin di demê wê de jeneratorê pêbixin, pêwîste gel perêyê elektirîkê di demê xwe de bide. Ger gel pereyê xwe yê elektirîkê bide emê bikaribin bi pereyê heyî mazotê bikirin. Lê ji ber ku gelek malbat pereyê elektirîkê nadin ji bo wê em van pirsgirêkan jiyan dikin û nikarin elektirîka pêwîst ji bo wargehê dabîn bikin. Em derfetên di destê xwe gelek tengav dikin ji bo ku em bikaribin van dema de jenetorê pêbixin. Divê gelê me di van aliyan de me fam bikin ku em bikarin bi hevre vê rewşa heyî derbaz bikin.
0 Yorumlar