Ticker

10/recent/ticker-posts

ROJEV PIRS DIKE: Şoreşa 19’ê Tîrmehê çiye?

Bersivên gel:

- Xwebûn e.

- Jiyanek nû ye.

- Serkeftina jinê ye.

- Vîna gelan e.

- Hebûna me ye.

- Şoreş e.

- Şerê gelê şoreşgerî ye.

- Dema gel hatî rêxistin kirin e.

- Hêviya bindestan e.

- Tolhildana gel e.

- Têkoşîna rizgariyê ye.

- Biratiya gelan e.

- Wekheviya zayendan e.

- Çirûska azadiyê ye.

- Serxistina xebata Rêber Apo ye.

- Mîrasa gelê bindest e.

- Azadiya gelê Rojhilata Navîn e.

- Şoreşa jina têkoşer e.

- Berxwedane.

- Jiyana azad e.

- Hevpariya olan e.

- Nasnama azad e.

- Rengê azadiyê ye.

- Alternatifa jiyana klasîk e.

- Xwe nasandina Kurdan e.

- Hebûna xwe dayîna nasîn e.

- Şoreşa heqîqetê ye.

Şoreş berhemên herî pîroz ê gelanin. Gel ji bo maf û azadiya xwe li hemberî serdest, dagirker û rejîmên dîktator û despot biparêzin şoreşan pêk tînin. Dema ku rejîmên serdest ti maf û azadiya gelan nasnekin, di bin zext û înkarê de wan biçewisînin; çand û zimanê wan înkar bikin, wê demê ji derveyî şoreşan ti rêyeke din ji gelan re namîne. Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî di bin van şert û mercan de û di bin ronahiya van rastiyan de, di sala 2012’an de çirûska pêşîn li Kobanê pêxist û gav bi gav belavî hemû herêmê kir. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya jin û ciwanan li cîhanê deng veda. Li ser mîraseke mezin a weke Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi gavên bi ewle şoreş pêkanî, gav bi gav pêşket û îro jî bûye yek ji hêzên ku hêvî dide mirovahiyê û gelên bindest ên herêmê. Şoreşa ku xwedî mîraseke giranbuha ya dîrokê ye, berxwedan û serkeftinên pir giranbuha li gelên Rojava, Bakurê Sûriye û mirovahiyê da qezenckirin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê helwestek bû li hemberî rejîma faşîst a Baasê, bilindbûna hestên azadiyê ya gelan bû. Bi pêşengiya jin û ciwanan bi hêza gelên herêmê yên weke Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û hwd pêk hat.

Şoreşa ku li Rojava hat destpê kirin, karî ku şoreşek di hundirê şoreşekê de bide avakirin, ev yek jî hîşt ku bandora wê ne tenê li Kurdistan, li cihên cûda yên cîhanê jî bê çêkirin û bibe lêgerek ji bo hemû kes an jî tevgerên ku li pey jiyanek nû a alternatîf in. Ev şoreş bû deng û rengê hemû jin, ciwan, zarok, kal û pîr an. Mirov vê yekê nikare ji rastiya dîrokî ya vê axê cuda bigire dest û binirxîne. Dîsan li ser van axan di pêşengtiya jinê de gava yekem hat avêtin. Şoreşa destpêkê ya Hîlala Zêrîn, şoreşa mezin a mirovahiyê, şoreşa neolîtîkê, rastiya şoreşa civakîbûnê ye ku bi destê jinê pêk dihat. Jinê hemû pirsgirêkên ku bi salane desthilatariyê li ser van axan daye avakirin, neçarî û qeyrana aborî, dîsan di bin serweriya xwe de hiştin û têkbirina çand, ziman, hêvî û rengê jiyanê ku di her firsendê de dibin fetisandinê de bû, têk bir û carek din jiyan pê bexşand. Şoreşa 19’ê Tîrmehê dengvedan û bangawaziyek xurt a sedsalê bû. Ji bo tevahiya mirovahiyê sirûşta jiyanek nû bû. Şoreşê kirasê tirsê qetand. Bêdengî, serîtewandin û bi yek alî de rêvebirin da guhertin. Cihê yek rengiyê, pir rengî û ya herî girîng jî ev pergala herî demokratîk bi edaleta jinê, hat birêvebirin.

Bê guman ev çanda kevnar a berxwedêr ya dayîka xwedavend e. Ruhê jinên ku li Minbicê çarşavên reş bi ser xwe de diqetandin, vîna jinên YPJ’ê yên ku li Kobanê kolan li çeteyên DAIŞ’ê teng dikirin, dîsan deng û tîlîliyên jinên li Tebqa, Dêra Zorê bilind dibû, heman ruh û hafizeya kevnar a van axan bû ku ji nû de ruh pê diket. Dengê kenê serkeftina dayîka xwedavend bû ku ji bo carek din xwe li cihê van jinan dida xûyakirin. Ji bo em bikaribin pêvajoya ku niha em têre derbas dibin baş fêm bikin, hewceye em vê rastiya mezin a şoreşê jî baş bizanibin. Xwestin di kesayeta Efrînê de şikestina hemû Kurdan pêkbînin. Pergala ku ji bo cara ewil hemû gel li dora heman armancê kom kiribû û bê ku rê bide nakokî, ciyawazî û şerxwaziya di navbera bîr û baweriyên cûda, çandên cûda, jiyanek pir reng diyarî civakan dikir. Xwestin hevgirtina di nav civakan de pêşbixe. Pergala herî wekhev û demokratîk a navend jin ji zayendperestî, netewperestî û dagirkeriyê re digot na!

Yorum Gönder

0 Yorumlar