Li gorî agahiyên ku bidestketine Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi armanca kêmkirina nerazîbûnên Iraqê li dijî dewleta Tirk, li ser daxwaza dewleta Trik serdana Bexda’yê kiriye.
Duh hem wextê rûniştina parlementoya Iraqê ya li ser komkujiya dewleta Tirk a Zaxo’yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurrdistanê ji nişka ve serdana Bexda’yê kir.
Li gorî çavkaniyeke siyasî ya Iraqê û çavkaniyên rojnamevanî yên ajansa me armanca serdana ji nişka ve ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexda’yê gotûbêjkirina komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo’yê û kêmkirina nerazîbûnên li dijî artêşa Tirk bûye.
Li gorî agahiyên ku bidestketiye, Mesrûr Barzanî li ser daxwaza rayedarên dewleta Tirk serdana Bexda kiriye û rola qasidiyê lîstiye.
Li gorî çavkaniyên me dewleta Tirk bi rêya Mesrûr Barzanî peyam gihandiye rayedarên Iraqî û ji wan re gotiye, eger ew biryarên tund ên li dijî dewleta Tirk nedin û gavên dijber yên Tirkiye bixin tengaviyê ne avêjin, dewleta Tirk amadeye tazmînatê bide malbatan!
Her wiha hate zanîn Iraq weke helwestek dijî dagirkeriya Tirk dixwaze deriyê sînor yê Îbrahîm Xelîl bigire, lewma Barzanî ji bo boykot li dijî Tirkiye çênebe û derî neyê girtin jî daxwazê ji Iraqê kiriye, pêngaveke bi vî awayî ne avêjin.
Lê ne hate zanîn, ka rayedarên Iraqê razîbûne vê mijarê li gel Barzanî gotûbêj bikin an na û her wiha bersiva wan jî ne hate zanîn.
Hêjayî gotinê ye, malpera Spûtnîk ya beşa Erebî jî agahiyek bi heman şêweyî îro derbas kir.
Li gorî çapemeniya PDK’ê Mesrûr Barzanî û şandeya pêre ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de serdana Bexda’yê kiriye. Li gorî ragihandina Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Iraqê Kazimî û gelek rayedarên Iraqê re hevdîtin pêkaniye.
20’ê Tîrmehê dewleta Tirk da dagirker bi zanabûn geştiyarên Ereb yên li Zaxo’yê kir hedef. Di encama topbarana dewleta Tirk de 9 geştiyar jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndarbûn. Piştî komkujiyê li seranserê ıraqê xwepêşandan û nerazîbûn çêbûn. Gelek navendên serlêdana Vîzeyê yên Tirk li Iraqê hatin girtin. Iraq biryar da balyozê xwe yê Tirkiye bikişîne. Her wiha biryara boykotkirina malê Tirkî li sernaserê Iraqê belav bû.
0 Yorumlar