PARÊZVANA JIN Û ÇANDA KURDÎ: HOZAN MIZGÎN


Pêşenga hunera Kurdî û şervana azadiyê Hozan Mizgîn bi awazên xwe yên şoreşgeriyê hestên welatparêziyê di nava gel de geş dikir. Hozan Mizgîn di jiyana xwe ya têkoşeriyê de gelek berhemên giranbiha li pey xwe hêla û bû sembola huner û mûzîka Kurdî.

Jina têkoşervan Hozan Mizgîn ango Xurbet Aydin, di sala 1962’an de li Êlihê ji dayîk bûye. Hozan Mizgîn jî li ser erdnîgariya ku têkoşîna hebûnê li ser dihat dayîn para xwe standiye. Dema Mazlûm Doxan li gel Heval Egîd xebatên rêxistinkirina Tevgera Azadiyê li Êlihê dide meşandin, ciwanên weke Hozan mizgîn û bi dehan xwendevanên hêja tevlî Tevgera Azadiyê dibin. Bi vî awayî dibe jina yekem ya ji herêma Êlihê beşdarî nava refên PKK’ê bûye.

Şehîd Mizgîn jî di nava koma yekem ya xwendevanên welatparêz ên ku ji bo perwerdeya îdeolojîk berê xwe didin kampa Bekayê ye. Li wir piştî perwerdeyek leşkerî û ramyarî xwe bi hestên nû yên têkoşeriyê kûr dikin. Piştî vê pererdeyê di sala 1980’an de derbazî Ewropayê dibe.

Li wê derê ji bo pêşxistin û nûvejînkirina çand û wêjeya Kurdî, li gel Hozan Sefqan yekemîn koma çand û hunera Kurdî, koma Hunerkom avadikin. Di heman demê de koma di nava Tevgera Azadiyê de ya herî bi bandor ya bi navê Koma Berxwedan jî avadikin. Li Ewropayê tevlî pîrozbahiya Newrozê dibe bi awazên xwe yên xweş, hestên welatparêziyê gel di coşand û bala her kesê dikişand. Li wir, dest bi çêkirina qasetan dike û bi awazên şoreşgerî yên dilşewat, nifşekî nû digihîne. Bi taybet hestên gel ên welatparêziyê bi helbestên çemê ‘Hizil’ û ‘Gundîno Hewar’ şarandin û bala ciwanên Kurd kişand li ser şoreşa azadiyê. Piştî vê keda xwe ya giranbiha vedigere welat û li çiyayên Kurdistanê, dest bi jiyana têkoşeriyê dike.

Hozan Mizgîn destpêkê weke fermandara eyaletê derbazî Mêrdînê dibe, paşê li ser pêwîstiyan derbazî herêma Garzanê dibe. Hozan Mizgîn ku li Garzanê jî yekem jina fermandara eyaletêye, li gel birêvebirina şerê çekdarî, xebateke berfireh a propagandaya çekdarî jî li Garzanê pêşdixe.

Şehîd û Hozana mezin Mizgîn, bi sekna xwe ya nimûne kariye sê nasnameyên cuda qezenc bike. Hem şervana azadiyê, hem parêzvana jina azad, hem jî pêşenga çand, mûzîk û wêjeya Kurdî bû. Bi van her sê nasnameyên xwe, demek dirêj hem li çiyayên Kurdistanê, hem jî di nava civakê de xebatên pir pîroz û giranbiha daye meşandin. Di encama van xebatan de, gelek berhemên hêja afirandiye.

Hozan Mizgîn ku weke jineke fermandar û hunermendeke şoreşger li herêmê deng vedide, dibe armanca êrişên dewleta Tirk û nokerên dewletê. Hozan Mizgîn Di 11’ê Gulana 1992’yan de dema ji bo wezîfeyek dixwaze ji Garzanê derbazî Tetwanê bibe, di malekî de li ser îstîxbarata herêmî ya sîxûran dane, dewleta Tirk dor li malê digirin. Hozan Mizgîn ji bo nekeve dest bi demanceyê xwe şehîd dixe û teslîmiyetê qebûl nake.

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar