Ticker

10/recent/ticker-posts

Di hişmendiya jin de azadî


Azadî; zanebûn, sadebûyîn, xwe naskirin, civakbûyîn, exlaqbûyîn, edalet û li gorî wan esasan bi berpirsiyarî jiyankirine. Kesên ku di ruh, beden û fikir de azad bin encex wê demê dikarin bibin endamê civakekê. Lê azadî ne tiştekî razbere, şênbere, divê jiyanî bibe. Rêber Apo dibêje; “Exlaq di azadiyê de xwe dibîne, azadî jî di pîvanê exlaq de bi wate dibe. Wê demê azadî ji xeyalbûnê derdikeve, dibe armanca piratîkbûyîna mirovan ya bingehîn.” Ev tespîta Rêber Apo erkê me yê li hemberî azadiyê çiye nîşan dide. Ji bo vê jî pêwîstî bi hişmendî, têkoşîn, bawerî, vîn û rêxistinkirinê heye. Dema mijar dibe azadî û jin, divê em hinekî bikevin kûrahiya dîrokê. Ji ber ku herdu têgeh jî di nava rûpelên dîrokê de hatine berûvajî kirin. Jina ku weke nasnama civakê bû, bi destê zilamê qurnaz ji hebûna wê hat dûrxistin. Di nava desthilatdariya xwe de dan fetisandin, weke amûrekî meta, koleyê jiyanê u fabrîqeya zarokan hat dîtin. Ji hemû mafên jiyanê bê par hat hiştin, ev jî bû sedem ku jin xwe weke tenê bi eleqederiya mal, zarok, kar û barê rojane ve bihesibînin. Em di roja me ya îro de mînakên herî berbiçav dibînin, roj bi roj jin xwe biçûk dîtin û xwe tenê hîskirin ev sedema herî diyare. Di vê serdema kapîtalîzma desthilatdar ya ku em têde jiyandikin de, taybet li qadên teknîk û teknolojî lê pêşketî di bin navê azadiya jin de, jinê weke modela kapîtalîzmê bikartene û nahêle ji bo mafê xwe têbikoşe. Bi rêya cil û berg, reklamên tv û medyaya dijîtal boyaxkirina çavên jinan pêktîne. Di encama vê de ji bo jin di saetên direng de derketin, cil û bergên li gor kapîtalîzmê dayî dîyarkirin li xwe kirin weke azadî hat pênasekirin. Hinek mafên wisa û di sîstemên cîhanî de ji hevjînê xwe cuda bûn di hinek sazî û destgehan de bûyîna xwedî gotin, wek azadî dan diyarkirin yanî ne tenê jin, taybet  di nava mirovahiyê de lîberalîzm avakir. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya têkoşîna me ya jinan a li Kurdistanê ya zêdeyî 30 sale heye, derketiye holê. Artêşbûna jinan, îdeolojiya jinan, partîbûna jinan û pergala konfederal a jinan, têkoşîna me ya jinan ku bi perspektîfa jineolojiyê mêzin dibe, bandora wê roj bi roj zêdetir dibe û belav dibe. Serhildanên ku piştî şehadeta Jîna’yê ji Îranê li hemû cîhanê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ belav bû, derxist holê ku bi pêşveçûnên çaryeka yekemîn a sedsala 21’ê ku li gor teoriya jinan çiqas bandorker û gerdûnî ye. Têkoşîna Azadiya Jinan ku li Kurdistanê derketiye holê, li ser esasê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê avabûye û pêşve çûye. Têkoşîna me ya ku li dora vê dirûşmeyê geş bûye, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê li ser esasê geşedanên li gor teoriya jinan dikare bibe diyarker. Divê em akademî, komîn, meclis û aboriya jinan, rêxistinên cur bi cur ên jinan avabikin ku jiyana xwe yek bi yek bihûnin, parastina xwe ya cewherî bi avakirina pergala jiyana demokratîk pêşve bibin. Eger em jin birêxistinbûna xwe mezin nekin û nekin pergal, wê tundiya mêr xwe bi darê dewletê wek pergalekê hêj bêhtir birêxistin bike û her tim êriş bike û bi awayên cuda komkujiyê dewam bike.

Ji lewma divê dirûşmeya ’Jin, jiyan, azadî’ bi tenê wek dirûşmeyekê di çalakiyan de neyê berzkirin, welê bike ku ber bide jiyan û têkoşînê. Dibeku encama vê şoreşê hinek dereng destbikeve û demdirêj be, lê wê teqez ev şoreş serbikeve.

GULŞEN TEKÎN

Yorum Gönder

0 Yorumlar