Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: XALID BALVEREN


Emê vê carê berxwedan, têkoşîn û cesareta fermendarê nemir Rêheval Xalid li ser rûpelê sipî ku dibe rûpelek ji rûpelê dîrokê xêz bikin. Xalid Sanri ango Xalid Balveran di sala 1970’an de li Gundikê Melê di nava malbatek welatparêz de  çavên xwe li cîhanê vedike. Rêheval Xalid ku zarokê malê yê 6’emîne, ji ber bê derfetiyê nikare dibistanê bixwîne û di temenê xwe yê ciwantiyê de berpirsariya malê radike ser milê xwe û ji bo debara malê bi ferdên malbatê re karê cotkarî, çandinî û xwedîkirina lawiran dike. Rêheval Xalid xwedî kesayetek fedekar û kedkare. Bi kêrhatinên xwe ve çi kar hebûya bi rêk û pêk dikir û her karê ku dikir mîsoger bi cih danî. Bi danustan û nîqaşên xwe yên bi bandor, bala her kesê dikîşîne û di hêla her neferekî malbat û derdor de tê heskirin. Rêheval Xalid keseke ku bi dilnizmî bi her kesê re dide distîne û bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin, bi pîr û kalan re pîr û kal bû. Bi vî taybetmendiyên xwe bibû mînakek li ser lêvên herkesî.  Heval Xalid ku ti carî neheqiyê qebûl nedikir, her tim li beranberî neheqiyê di nav têkoşînekî de bû. Di rêgez û Prensîbên xwe yên wekheviyê de zelal bû û ti carî tawîz nedida. Dema ku di malbatê de ango di gunda  neheqiyek bihata kirin li beranberê vê neheqiyê disekinî û pirskirêkên heyî, hewl dida bi nîqaşan çareser bike. Neheqiya herî mezin jî li ser welat û axa wî dihate kirin. Li beranberî vê neheqiyê jî têkoşînek bê hempa pêwîst bû. Rêheval Xalid di zanebûna van eriş û neheqiyên ku dijmin dikir de bû. Ji bo li beranberî van erişan bibe xwedî têkoşînek, di 17 saliya xwe de dest bi milîstiyê dike. Barê welatê xwe yê ku hatibû dagirikirin dabû ser milê xwe, çi kar hebûya bi wîrekî û bi fedekariyek mezin dikir. Rêheval Xalid di 20 saliya xwe de diçe leşkeriyê. Lê vê yekê ji bo xwe ticarî qebûl nake. Ger bibe leşker wê ji bo rizgarkirina axa welatê xwe yê dagirkirî, bibe leşker ango bibe gerîla. Li ser vê zanebûnê, bi bîr û baweriyek mezin ji leşkeriyê direve û tê gel malbata xwe. Piştî çend rojan li gel malbata xwe dimîne û di sala 1989’an de berê xwe dide çiyayên azad. Heval Xalid têkoşîna xwe ya ji bo doza welatê xwe ku dest bi karê milîstiyê kiribû wê ji vê gavê şunde jî li çiyayên azad wekî gerîlayek bigihanda lutkeya herî jor. Rêheval Xalid di demek kin de xwe di bîrdoziya Rêbertî de pêşdixe û dibe xwedî jiyanek rast li ser şopên heqîqetê. Di her karekî de ango di her çalakiyê de her tim di çeperên pêş de cih digre û serkeftinê ji bo xwe esas digire. Rêheval Xalid xwedî îradeyek bê hempaye. Di 1994’an de dema li hemberê dijmin di nav çalakiyê de ye ji tiliyên lingê xwe birîndar dibe. Ji ber bê derfetiyê û ji bo têkoşînek demdirêj bi wî birîndariya xwe ve û bi îradeyek mezin bixwe wekî bijîşkekê tiliyên lingê xwe jêdike û xwe derman dike û piştre jî ji bo tedawiyê derbazî Îranê dibe. Piştî tedawiya xwe carek din dizivire çiyayên azad. Rêheval Xalid rûxmê ku gaziye jî, lê ticarî ji bo xwe weke asteng nabine di her karî de bi awayekî aktîf cih digire û di 96’an de derbazî saha Rêbertî dibe. Di rastiya bîrdoziya Rêbertî de xwe perwerde dike û dibe xwedî temsîlyeta paradîkmaya Rêbertî. Piştî wî vedigere welat û dibe fermandarê tabûra bi tevger. Belê Rêheval Xalid ji Cudî heta Heftanîn, ji Gabarê heta Besta, ji Hakarî heta Kurujero û Avaşînê kêlî bi kêlî têkoşîna azadiyê ber bi lutkeyên serkeftinê ve dibe û di sala 1999’an de li Kato di kemîna dijminê xwînxwar de digihije karwanên nemiran.    

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar