Ticker

10/recent/ticker-posts

‘EZ BI VÎ KARÎ SERBILINDIM’

Pîjan Nêrwehî ya ku li Mexmûrê kirîn û firotina firaxan dike diyar kir ku eger jinek bi xwestek be, dikare di wargehê de jî kar bike, ev kar kafeterya be yan dikanek be yan jî karên dest be ferq nake.

Xurbet Tallî


Dema mirov li dîroka civakbûnê dinêre dibîne ku yê jiyan û civakê birêve dibe jine. Her wiha yê ku herî zêde bi zorî, zehmetî û her cûre êrişan re jî rû bi rû dimîne jine. Li rûxmê hemû şert û mercên êriş û zehmetiyên jiyanê jî, jinan hertim ji bo jiyanê bide berdewamkirin û hêsankirin bûye afrêner, pêşeng û wateya jiyanê. Bi taybet jinên Kurd rûxmê hemû cûrên nexweşî, êriş û zehmetiyan jî bi ked û afrêneriya xwe hewl dane jiyanê hêsan bikin. Bi saya wan jînên pêşeng yên ku bi afrêneriya xwe jiyanê heta roja me ya îro anîne, xwe li ser ligan giritine. Jina bi navê Pîjan Nêrwehî ku li Wargeha Mexmûrê jiyan dike jî ji bo hêsankirin û debara jiyana xwe, karê kirîn û firotina firaxan dike. Dayîka Pîjan ji rojnameya me re qala zehemetiyên vî karî û rewşa ku niha têdene dike.

‘Bê bawerbûn mirine’

Pîjan Nêrwehî di destpêka axaftinên xwe de behsa vekirina vê dikanê dike û dibêje: Ji 2020’ê ve min ev dikana firaxan vekiriye, ti karekî bê zehmet nîne. Ez bi vî karî serbilindim, xwezî ev deh salbûya min ev dikan vekiriba. Dibe ku rewşa wargehê niha ne zêde baş be, kirîn û firotin ne zêde baş be, lê ji rûniştina di mal de baştire. Ji ber ku di mal de rûniştin mirovan gelek bêzar û bêhnteng dike. Bi vî karî mirov dikare alîkarî bide gelek kesan û her wiha pêwîstiyên mala xwe jî pêşwazî bike. Mirovekî bikaribe vî karî bike, karekî gelek xweşe. Wekî jin her tim di mal de rûniştin jî nabe, ji ber ku di malekî de bi kesekî tenê îdareya malê nabe, ji ber wê ew jî dixwaze bi karekî alîkariya mala xwe bike. Ev karê ku ew dike ne tenê ji bo wê ye, gelek kes bi alîkariya wê jî pêwîstiyên xwe pêşwazî dikin. Eger jin bixwazin, dikarin her karî serbixin. Ji beriya her tiştî pêwîste baweriya jinan bi jinan hebe, bawerî ji her tiştî girîngtire ji ber ku bê bawerbûn mirine.”

‘Kirîn û firotina firaxan pir kême’

Dayîka Pîjan wiha dewamî da axaftinên xwe: “Ev ambargoya ku li ser wargehê jî bandorek nerênî li ser karê me dike. Eger rê wek berê hebûya, minê bixwe tiştên xwe ji cihek wek Hewlêr yan Mûsil banibûya her wiha wê kirîn û firotin jî baş bûya. Ji ber ku rêya Hewlêr ji bo me girtiye û Mûsil jî em hemû caran nikarin bixwe biçin tiştan bînin, kesên ku tiştan ji me re tînin jî feydeyê xwe davêje ser bihayê wan tiştan, ev biha hem li ser me û hem jî li ser gel girandibe. Di vê demê de ji ber ku kar zêde nîne, kirîn û firotina firaxan jî pir kême. Divê mirov nebêje ji ber ku rê nîne ezê rûnim di mal de, ev nabe. Eger mirov bixwaze jiyanek baş jiyanbike, pêwîste li berxwe bide û kar bike.”

‘Pereyê bi keda destê jinan gelek bi qîmete’

Dayîka Pîjan wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ez dikana xwe şevê demjimêr 19:00 vedikim heta 22:00’an vekiriye. Ji ber rewşa ambargoya ku li ser wargehê û kêmbûna kar ya di wargehê de kirîn û firotina firaxan jî pir kêm bûye. Ji ber ku kirîna firaxan ne xwe ya xwarinê ye, yanî ne zeroriyek wisaye ku nebe nabe ye, dikare bi yên heyî re îdare bike. Eger jinek bi xwestek be, dikare di wargehê de jî kar bike, ev kar kafeterî be yan dikanek be yan jî karên dest be ferq nake. Birastî jî pereyê bi keda destê jinan gelek bi qîmete.”

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar