Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê sarsal bi gerana Kosegerî hat pîrozkirin

Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê sala nû bi gerana kosegeriyê ku di wargehê de weke kevneşopiyekê lê hatiye, pîrozkirin.

Li Wargeha Penebaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) sala nû ji aliyê Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) ve bi gerana kosegerî hat pîrozkirin.

Pîrozbahî ji Navenda Çand û Hunerê destpêkir û li Meclîs, Şaradarî, dikan û malên wargehê geriyan û sala nû bi coş û kelecanek mezin pîrozkirin. Her wiha gelek dikandar û malan jî pere dane kosegeran.


Yorum Gönder

0 Yorumlar