Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Çapemeniya azad rastiyan radixe berçavan’

Jinên Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku eger ne bi saya çapemeniya azad bûya, ew êrişên li Rojava, binpêkirinên heyî, hevkariya ku bi dewletê re dihat kirin wê nehatiba zanîn.

Xurbet Tallî

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrişên li ser Rojava û bi taybet êrişên li ser çapemeniya azada tên kirin, ji Rojnews’ê re axivîn û diyar kirin ku çapemeniya azad ronahî û çavkaniya wan ya hêzê ye û gotin: “Em bang li hemû jin û gelê Kurd dikin ku li ciwanên di oxira vê rêyê de têdikoşin û şehîd dibin xwedî dervikevin.”

‘Her tiştî vedişêrin’

Mamoste Hezar Nerexî di destpêka axaftinên xwe de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî û wiha got: “Em di pêvajoyek wisa de ne ku tenê em dikarin bi rêya çapemeniya azad ya ku heqîqetê radixe ber çavan, bigihijin rastiyên ku me qet ne bihîstiye. Em bi rêya kesayetên wisa leheng re dikarin qirkirin, komkûjî û hemû xirabiyên li ser gel û netewan bi taybet li ser gelê Kurd hatî jiyankirin û didin jiyankirin bişopînin. Hemû êrişên ku li ser me tên meşandin ne tenê em, hemû cîhan bi rêya çapemeniya azad em dibînin. Eger îro rojevek ya Kurdan û têkoşîna azadiyê çêbûye, her wiha qirkirinên ku dewletên faşizm li ser gelan didin meşandin, em bi rêya çapemeniya azad dibînin. Em dibînin çapemeniyên dijber her tiştî vedişêrin, qirkirinên heyî, êrişên li ser çand û ziman rewa dide nîşandan. Lê çapemeniya azad rastî û heqîqeta heyî, bi awayekî zelal radixe ber çavan. Eger ne bi saya çapemeniya azadbûya, ew êrişên li Rojava, binpêkirinên heyî, hevkariya ku bi dewletê re dihat kirin nehatiba zanîn.”

Hezar Nerexî bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Ji ber ku yê herî zêde di derxistina heqîqetê de rol dileyîze jine, ji bo wê jî li Rojava û li hemû herêmên ku têkoşîn lê tê meşandin de armancgirtina jinan ji bo wan serekeye. Em bang li hemû jin û gelê Kurd dikin ku ciwan di oxira vê rêyê de têdikoşin û şehîd dikevin xwedî dervikevin.”

‘Lingek yê şere’

Her wiha Cemîle Repinî jî têkildarî heman mijarê axivî û bi tûndî êrişên li ser rojnamevanan şermezar kir û wiha peyîvî: “Di vê pêvajoya ku em têre derbazdibin de em dibînin êrişên ku li Rojava tê kirin ne ji rêzê ne. Me dît ku rejîma Essat çar rojan xwe li ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê negritin, lê hêza QSD’ê bersiva hemû êrişan da û dide jî. Êrişa ku herî dawî li ser Rojnamevanên me hatî kirin, em şermezar dikin. Di hemû êrişan de rojnamevanên me dikin hedef, ji ber ku linegek yê şere. Yê ku moral dide gel, şervanên me û rastiyê li tevahî cîhanê belav dikin rojnamegerên me ne. Ji ber ku yek ji çengên herî esasî rojnamegerin, ji ber wê her tim dikin hedef. Ji 2014 heta 2024’an 30 rojnamegerên me  şehîdxistin, ji ber ku naxwazin komkujiya heyî, êrişên ku li ser gelê Kurd tê kirin belavî cîhanê bibin. Lê ew çiqas me qetilbikin jî wê rastî di tarîtiyê de nemine. Bila dijmin baş bizanibe gelê Kurd ne ew gelê berê ye. Ew çiqas êrişî me bikin, kîn û nefreta me ewqas zêdetir dibe. Niha çavên cîhanê hemû li Rojava ye, eger Rojava sernekeve emê sedsalek din winda bikin. Pêwîste di vê pêvajoyê de her yek ji me di aliyê xwe de piştgiriyê bide Rojava.”

Cemîla di dawiya axaftinên xwe de bang li tevahî  jin, ciwan û gelan kir û got: “Pêwîste em ji bo rojnamevanên xwe li ser lingan bin û bi tenê nehêlin. Ji ber ku çapemeniya azad ronahiya me ye. Yê ku agahiyek rast li gel, şervanan û tevahî cîhanê belavdike hêza çapemeniya azade, ji bo wê jî çavkaniya me ya hêzê ye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar