Rewşa Sûriyeyê careke din derxist holê ku dewleta Tirk bi çi rengî polîtîkayên derew û xapandinê dimeşîne. Dema ku rejîma Baas li Sûriyê hilweşiya û rewşeke nû derket holê, dewleta Tirk pîlaneke nû ya êrişa li ser Rojava xist dewrê. Bi vî awayî niyeta wî ya rast a ku gelê Kurd baş dizanibû, lê bi hezar perdeyan dixwest veşêre, careke din derket holê û rûpûşa wî ket. Ji ber ku Rojava ji bo Kurdan weke ezmûneke weke kaxizê turmusolê ye. Kî bi çi rengî nêzî Rojava bibe, bi heman rengî nêzî Kurdan dibe. Gelê Kurd ev sed sal zêdetire ku ji bo azadiya xwe têdikoşe. Ji bo vê yekê bedelên mezin da û êşên mezin kişand. Ti gelên din bi qasî gelê Kurd li dijî pergala netew-dewleta nîjadperest, yekperest, înkarker şer nekiriye, bedel nedaye û êş û azar nekişandiye. Kes nikare vê rastiyê înkar bike. Herkes ji nedîtîve bê jî gelê Kurd vê yekê baş dizane. Rojava ew cih û erde ku hesreta azadiyê ya bi sedsalan a gelê Kurd lê zindî dibe. Rojava şoreşa azadiyê ye ku di encama van têkoşîn, bedel û êşê de hatiye afirandin. Em dikarin bibêjin ku Rojava reşika çavê Kurdane. Kurdbûna kesên ku weke reşika çavê xwe nêzî Rojava nebin sexte, derew û xapandine. Ev Kurdbûnek weke ya Barzanî û PDK'ê ye.
Weke ku tê
zanîn Barzanî ji destpêkê ve dijminatiya Şoreşa Rojava kirin û dikin. Di hemû
êrişên li ser Rojava de ew jî cih girtin. Di berxwedana Kobanê de hatina hêzên
Pêşmerge ji bo Kobanê bi tevahî ji ber zextên raya giştî bû. Dema ku gelê Kurd
li çar beşên welat li pişt berxwedana Rojava û Kobanê rawestiya û serî hilda,
Barzanî ne bi dilê xwe be jî di nava koma pêşmergeyên ji Başûrê Kurdistanê de
cih girtin. Weke ku tê zanîn YNK bû yê ku zext kir, hewl da ku pêşmerge biçe
tevlî wê berxwedana li Kobanê bibe piştgiriyê bide. Ya ku barzaniyan jî neçar
kirî, hewldanên YNK'ê bû. Pêşmergeyên ku hatin Kobanê bi giranî pêşmergeyên YNK’ê
bûn. Piştî ku Barzanî bi awayekî eşkere dijminatiya Rojava kir, ambargoyeke tûnd
danî ser û li kêleka dewleta Tirk dîsa cih girt, êrişan rewa kir. Ev jî vê
heqîqetê careke din eşkere dike. Erê eşkere ye ku ev ne nêzîkatiyeke Kurdewarî
ye. Jixwe bi her awayî sekna wê ya li kêleka dewleta Tirk a qirker, mêtinger û
înkarker a ku ev sed salin dixwaze Kurdan tine bike û ji bo vê pêk bîne, her
cure zilmê dimeşîne, her tiştî radixe ber çavan. Eger Barzanî û PDK Kurd bûna û
ji ber xema Kurdayetiyê tevbigeriyana, dewleta Tirk wan nedigirt cem xwe û li
dijî wan wê şer bikira. Bêyî ku ev rastiya eşkere li ber çavan bê girtin, ti
nirxandinên li ser Barzanî û PDK’ê wê ne rast be. Herkes bi vê rastiyê dizane
ku dewleta Tirk bi jinavbirina Xweseriya Demokratîk hewl dide li Sûriyê nehêle Kurd
bibin xwedî îrade. Ji bo vê jî amadekariyên dagirkeriyê yên berfireh dike.
Sedema ku heta niha nekarîne plana dagirkerî û qirkirinê pêkbîne, berxwedana
gelê Rojava û hêzên şoreşger ên Rojava ye.
Dewleta
Tirk li aliyekê hewl dide berxwedana Rojava ya ku bi tena serê xwe nekarî
bişkîne, bi anîna hemû komên çete yên li Sûriyê derbasî Rojava bike, li aliyê
din jî DYA’yê bikişîne nava peymana xwe. Piştgiriya wê bigre û plana xwe
pêkbîne. Barzanî û PDK jî dixwazin li gorî encamên dewleta Tirk bi dest bixe
tevbigerin. Di dema ku Rojava di bin êrişeke giran a dagirkeriyê de ye,
Barzaniyan daxuyaniyek jî nedane, êriş şermezar nekirine û bi ti awayî xwedî li
Rojava dernakevin. Ev jî rastiya Barzaniyan careke din nîşan dide. Mixabin weke
her carê Barzanî û PDK ne li kêleka gelê Kurdin, lê li kêleka dijminê ku êrişî
gelê Kurd dike û hewla tinekirina gelê Kurd dike ye. Dewleta Tirk ji vê
nêzîkatiya PDK'ê sûd werdigire û hewl dide rûyê xwe yê rast pê veşêre. Ev rastî
li pişt israra dewleta Tirk a ku her tim dibêje; emê li Rojava PKK û YPG’ê tine
bikin, li Rojava ji bilî PKK û YPG’ê jî Kurd hene. Dewleta Tirk dema ku
qirkirina Kurdan pêk tîne, Barzaniyan dide kêleka xwe û bi vî rengî dixwaze
nîşan bide ku ew ne li dijî Kurdanin. Ji ber ku ew difikire ku eger bi eşkereyî
bêje ez dijminê Kurda me, ev yek wê bibe sedema bertekan û di siyaseta
navneteweyî de zehmetiyan bikişîne.
Ji ber vê
fikarê Barzaniyan digre cem xwe û wisa dide xuyakirin ku ew ne dijminê Kurda
ye. Ji lewma serokê partiya faşîst MHP’ê jî behsa Kurdan û biratiya bi Kurdan
re kir. Lê nêzîkatiya wan a li Rojava ev polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk
derxistiye holê. Tayyîp Erdogan ostayê derew û siyaseta qirêje. Eynî weke
dûpişkê ye. Dema ku li dûr be, weke êrişan nake xuya dike, ji xafil ve bi dizî
nêz dibe û dema pêvedide jî jehra xwe belav dike.
Plana
êrişa nû ya dewleta Tirk a li dijî Rojava hemû derewên wê eşkere kir û rûyê xwe
yê rast derxist holê. Li Tirkiyê 2 mehin ji devê serokê partiya faşîst MHP’ê
Devlet Bahçelî peyamên erênî tên dayîn û behsa biratiya bi Kurdan re tê kirin.
Derket holê ku ev hemû ji bo pêşketinên li Sûriyê ne. Dewleta Tirk ji rewşa
Sûriyê sûd wergirt û amadekariyên dagirkirina Rojava, ji holê rakirina şoreşa
Rojava û nehiştina îradeya gelê Kurd li Sûriyê kir. Ji bo ku ev plan neyê
fêhmkirin siyaseteke wisa pêşxist. Îdîa kir ku wê bi Rêber Apo re hevdîtin
pêkwere, diyalog û çareserî pêkwere û armanc kir ku bertekên gelê Kurd ên li
dijî dagirkerî û plana qirkirinê ya ku wê pêşbixe, kêm bike. Niha mebesta wî ya
rast derketiye holê ku her kes pêwîste bibîne. Siyaseta Tayyîp Erdogan û Devlet
Bahçelî, stratejiyeke şerê taybete. Piştî ku planên xwe yên ji bo Sûriye û
Rojava temam bike, wê biçe cem Rêber Apo û zextê lê bike. Bi vê yekê ve
girêdayî ye ku serlêdana DEM Partî ya ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re red
nekirin, lê hêj destûr jî nedane hevdîtinê. Ji ber ku ew li bendê ne ku planên
wan ên ji bo Rojava pêkwerin. Ji ber ku ev plan hêj pêknehatine, serî li
taktîkên mijûlkirinê didin. Ev plan di mejiyê Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî
de ye.
Ji bo
Rojava bikeve, her tişt amadekirin. Armanca wan ewe ku Rojava bişkînin û bi vî
awayî planên xwe pêkbînin. Artêşa Millî ya Sûriyê ku xwediyê wan dewleta Tik
bixwe ye tevî HTŞ'ê dixwazin bajon ser Rojava û bi desteka DYA'yê Rojava tine
bikin. Piştî vê yekê ew dixwazin ku Kurdan neçarî teslîmiyetê bikin, Kurd dest
ji têkoşînê berdin, pêre jî zext li wan bikin da ku daxwaza nasname, rûmet û
azadiya xwe nekin. Jixwe her dema ku Devlet Bahçelî dibêje armanca wan tinekirina
PKK’ê ye, pêre jî eşkere dike ku wan dev ji qirkirina Kurdan bernedaye. Encama
ku ji van tespîtan hemûyan derdikeve eve; Şefên faşîst Tayyîp Erdogan û Devlet
Bahçelî bi sûdwergirtina ji rewşa Sûriyê, dixwazin qirkirina Kurdan a ku sed
sale nekarîne pêkbînin bi encam bikin. Ev di heman demê de çareya dawî ya
dewleta Tirke. Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî hemû hêviyên xwe bi vê ve
girêdan. Ger ji vir encam negirin, wê hêza wan biheje, hişmendî û siyaseta
qirker bi dawî bibe.
Di vî warî
de parastina Rojava girînge. Weke gelê Kurd divê em vê rastiyê baş bibînin û li
gorî wê tevbigerin. Niha gelê Rojava û hêzên şoreşger ên Rojava di nava
seferberiyê de ne û li dijî êrişan li ber xwe didin. Divê hemû gelê Kurd li her
derê ji bo parastina Rojava bikevin nava liv û tevgerê. Îro roja bilindkirina
têkoşîn û mezinkirina berxwedana Rojava ye. Îro roja mîsogerkirina yekîtiya
gelê Kurde. Roj ew roje ku herkesên ku welatparêzin werin cem hev, bibin yek û
li hemberî dijmin parastina welat bikin.
0 Yorumlar