Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Komkujiya Roboskiyê hat şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê 13’emîn salvegera komkujiya Roboskiyê ya ku ji aliyê balafirên şer yên dewleta dagirker a Tirk ve hat pêkanîn ku di encamê de 34 ciwan hatin qetilkirin, hat şermezarkirin.


Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê 13’emîn salvegera komkujiya Roboskiyê ku ji aliyê balafirên dewleta dagirker a Tirk ve hat pêkanîn û di encamê de 34 ciwan hatin qetilkirin, hat şermezarkirin.

Bi tevlîbûna xelkê wargehê ya li Saziya Ciwanan di kesayeta şehîdên komkujiya Robostkî de ji bo tevahî Şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser vanê xelkê wargehê Hevşaredarê wargehê Edban Yilmaz têkildarî komkujiya Roboskiyê daxuyaniyek da.

Edban Yilmaz di destpêka axaftinên xwe de şehîdên komkujiya Roboskiyê bibîr anî û wiha peyîvî: “Wek tê zanîn ev 13 salin bi ser komkujiya Roboskiyê re derbaz bû, ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat pêkanîn. Kesên ku ji bo debara jiyana xwe bikin, li ser sînor çûyîn û hatin dikirin ji aliyê balafirên dewleta Tirk a faşîst ve hatin bombebaran kirin. Kesê ku fermana vê bombebaranê dayî û ev komkujî pêkanî diyarin, lê mixabin ev 13 salin ji bo gelê Kurd bi taybet ji bo gelê Roboskiyê edalet nehat pêkanîn. Ev bi salane komkujiyan li ser gelê Kurd didin pêkanîn, wek komkujiya Dêrsim, Geliyê Zîlan, Pîran û li helek deveran gelê Kurd bi komkujiyan re rûbirû man. Dixwazin vîna gelê Kurd li hemberî dagirkerî, qirkirin û nûkeriyê bidin şikandin. Wê nikaribin bi kumkujî û girtinan vîna gelê Kurd bidin şikandin. Gelê Kurd bi berxwedan û sekna xwe ya sedan salin li hemberî hişmendiya dewleta dagirker daye diyar kirin. Dema ku ev komkujî hatî pêkanîn, kesê ku wek qeymeqam li navçeya Qilaban li ser kar dikir Kurd bû, kesê ku waliyê Şirnex bû Kurd bû, di wê demê de sozên ku dabûn malbatan ku gotibûn emê van delîlan nedin tunekirin û rastiya bûyerê derbixînin holê. Lê mixabin ew dagirker û nûkerên xwefiroş Qaymeqam û waliyê wêdemê yê Şirnex û Qilaban bûn şirîkê vê komkujiyê, delîl û îsbatên ku heyî dan tinekirin. Ev 13 salin bi ser wê komkujiyê re derbaz dibin lê hêjî edalet nehatiye pêkanîn. Em berxwedan û sekna malbatê Roboskî yên ku li hemberî vê bê edaletiya 13 salin li hemberî wan tê pêkanîn silav dikin û em didin îsbatkirin ku wê nikaribin tu carî vîna me bişkênin. Em dubare sersaxî ji wan malbatan re dixwazin û bang li aliyên siyasî û navdewletî dikin ku rastiya vê bûyerê derbixin holê.”

Piştî axaftinê, dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar