Di 19’yê Kanûnê de wesayîta ku 2 rojnamevanên ANHA’yê tê de bûn li ser rêya bajarokê Sîrîn ji aliyê balafirên bê mirov û bi çek a dewleta Tirk ya dagirker ve hate hedef girtin û 2 rojnamevanên bi navê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin şehîdxistin. Her wiha şofêrê wesayîtê jî birîndar bû. Her du rojnamevan di şopandina êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava û taybet jî li ser Bendava Tişrîn û di bajarê Kobanê de rolek mezin lîstin. Rastiya heyî ji raya giştî re ragihandin.
Bertek û nerazîbûnên gelê Kurd û gelên azadîxwaz yên li dijî qetilkirina Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ve her ku diçe zêde dibin. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî li dijî hedefgirtina Şehîd Nazim û Cîhan, ji ajansa me re axivîn.
‘Çapameniya azad rêya me ronî dike’
Şêniyê bi navê Hadî Akêdî di destpêka axaftinên xwe de her cure êrişên li ser rojnamevanan şermezar kir û got: “Çapameniya me ya azad, ji bo rastiya civakê derbixe holê, xebat dide meşandin. Deng, reng û rastiya me ye. Di şoreşan de rolek pîroz yê çapameniyê heye. Ji ber wê yekî jî timî bûye hedefa dagirker û xayînan. Di têkoşîna gelê Kurd de, gelek caran çapameniya azad bûye hedef. Li Bakurê Kurdistanê tên girtin, li Başûr û Rojava jî tên qetilkirin. Sedema wê jî, ji ber ku rastiyê nîşan didin. Çapemeniya azad rêya me ronî dike û di pêşketina şoreşa me de jî rolek mezin dileyîzin. Her endamek yê çapameniyê kameraya şehîdekî rakiriye. Ji ber wê jî karekî pîroze. Divê em wek gel xwedî li çapemeniya xwe derbikevin. Em divê xwedî li keda Şehîd Nazim û Cîhan derbikevin. Ji bo wê jî çapameniya azad bişopînin û ya dagirkeran boykot bikin.”
‘Zarokên me tên qetilkirin’
Her wiha dayîka bi navê Fatma Hilalî jî têkildarî heman mijarê axivî û wiha nêrînên xwe anîn ser ziman: “Ez di serî de slav û hezkirina xwe ji Rêber Apo, şervanên azadiyê û tevahî girtiyan re rêdikim. Ez êrişa li ser rojnamevanan şermezar dikim. Şehîd Nazim û Cîhan zilma ku li ser gelê Kurd dihatkirin bi kameraya xwe dida cîhanê. Li her derê Kurdistanê rojnamevan tên qetilkirin. Em vê yekî şermezar dikin. Rojnamevanên tên qetilkirin, zarokên me ne. Em wek gel, heta dawî piştgirî didin zarokên xwe û emê heta dawî xeta çapameniya azad bişopînin. Wê bi qetilkirinan çapameniya me tarî nebe. Divê cîhan ji vê komkujiyê re bêdeng nemîne.”
‘Ji pênus û kameraya Cîhan û Nazim ditirsin’
Herî dawî ciwanê bi navê Ferhad Feraşîn jî hêrsa xwe ya li dijî qetilkirina rojnamevanan anî ser ziman û wiha axivî: “Di serî de, ez di şexsê şehîd Nazim û Cîhan de tevahî cangoriyên çapameniya azad bibîrtînim û bejna xwe li ber keda wan ditewînim. Di pêvajoyek evqas girîng de û şerek wiha mezin de şahadetên wiha ji bo me pir giranin. Taybet jî rojnamevanên li ser rêya heqîqetê hedefgirtin, sucekî şere. Van rojnamevanan tarîtîya ku dijmin dixwaze berdewam bibe, wan ev tarîtî ji me re ronî dikir û rastiya heyî radigihand. Têkoşîna tê meşandin ne ewqas biçûke û ji ber wê jî bedelên tên dayîn jî giranin. Heval Nazim û Cîhan bê ku dudilî jiyan bikin, ev yek dan ber çavê xwe û wisa karkirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê, ti pîvanên xwe yên exlaqî nemaye. Ji ber wê jî bi hovane êriş dike. Divê mafên rojnamevanan bên parastin. Dijmin pênus û kameraya Şehîd Cîhan û Nazim weke çek didîtin û ewqas ji wan ditirsan. Dijmin ji heqîqetê ditirse. Em dubare wan şehîdan bibîrtînin û bejna xwe li ber keda wan de ditewînin. Wê pênus û kameraya wan li erdê nemîne.”
0 Yorumlar