Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpê kirin, bi koma 104’an di roja 528’an de didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpê kirin bi koma 104’an di roja 528’an de didome.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi amadebûna gel û çalakvana bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên doza azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 103’an Besê Bûdak axivî.
Besê Bûdak diyar kir ku ew ji salekê zêdetire di çalakiya nobertê de ne û wiha got: “Ev saleke dayîk, bav û ciwanên me rojekê jî gavek paşde ne avêtiye, ji bo vê çalakiyê her kes li ser piyane. Her kes dizane nobeta me ji bo azadiya Serokatiya me ye, ji bo serkeftina gel û gerîlayên me ne, ji bo azadiya welatê me ye. Heta ku em bikaribin emê li berxwe bidin. Ne tenê salek yan du salan çalakî be, sed sal jî çalakî hebe, ji bo Serokatiya xwe û gelê xwe emê di çalakiyan de bin. Em bi çûyîna parlementeran a li gel Serokatî jî gelek kêfxweş û bi kelecanin. Emê heta dawiyê li ber xwe bidin, çi ji destê me were emê ji bo Serokatiya xwe pêkbînin.”
Merasima dewrgirtin bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Apo’ çalakî dewrî koma nû kirin.
0 Yorumlar